Tîma futbolê ya jinan Bologna porê xwe kirin kezî û peyamek dan
Navenda Nûçeyan – Li Îtalya yê tîmekê yê futbolê ya jinan Bologna bi honandina porê xwe re peyamek dan û hevgirtina xwe ya bi jinên Kurd re dan diyar kirin.
Piştê ku çeteyekê cîhadîst yê HTŞ’ê keziyê şervana jin ya YPJ’ê qutkir şûnde li seranserê cîhanê jin bertek li hember vê yekê raber kirin û helwesta xwe dan diyar kirin. Hevgirtina jinan ya bi jinên Kurd re li tevahî parzemînan belav bû.
Tîma futbolê ya jinan a Îtalya yê Bologna bi taybetî jî keziyên xwe hûnandin û bi vê yekê re hevgirtina xwe ya bi jinên Kurd yên têkoşer re dan raber kirin.