Tifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê li Şehbayê dest bi propagandaya hilbijartinê kir
Tifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê bi armanca danasîna hilbijartinên şaredariyên gel li Şehbayê bi gel re civiya.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2024/05/20240530-30-05-2024-sehba-hemleya-prpogandaya-hilbijartin-2-jpg63cefc-image.jpg)
Şehba- Tifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê bi armanca danasîna hilbijartinên şaredariyên gel ên ku di 11'ê Hezîranê de li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bên, li kantona Şehbayê dest bi hemleya propgandaya wê kir. Di hemleyê de endamên sazî, meclis û komînan amade bûn.
Hemleya propgandaya hilbijartinên şaredariyan îro dest pê kir û wê li tevahî gund û navçeyên kantona Şehbayê bidome. Di vê hemleyê de serdanên malbatan tên kirin û bendên hilbijartinan her wiha girîngiya wê weke broşur tên belavkirin. Di serdenan de girîngiya hilbijarinê hate kirin û her wiha ji xelkê Şehbayê hat xwestin ku ji bo îradeya xwe nîşan bidin roja hilbijartinê biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar binîin.