Tewanbarên ku ji ber îstîsmara zayendî hatibûn girtin hatin berdan

Tewanbarên ku ji ber îstîsmara zayendî li ser zarokên ku li parlamentoyê dixebitin hatine girtin, hatin berdan. Piştî darizandinê daxuyaniyek hat dayîn, biryar hat rexnekirin û hat gotin ku bi îhtîmala reva gumanbaran biryarek wiha bêwijdanî ye.

Navenda Nûçeyan – Çaremîn rûniştina doza ku bi tohmeta tacîza zayendî ya xwendekarên lîseyê yên ku di çarçoveya bernameya Navenda Perwerdeya Pîşeyî (MESEM) de li xwaringeha Parlamentoyê stajyer bûn, hatiye vekirin, li Dadgeha Ceza ya Asliye ya şaxa 57’emîn a Enqereyê hat lidarxistin.

Ji bilî malbat û parêzerên zarokên tacîz li wan hatiye kirin, gelek jin û nûnerên rêxistinên hiqûqî  beşdarî rûniştinê bûn.

Di danişînê de bersûc amade bûn

Bersûcên girtî jî di danişînê de amade bûn. Îbrahîm Beşlîoglu ji ber “tacîza zayendî ya giran a li ser zarokekî di rêze kiryaran de” tê darizandin. Recep Seven ji ber "tacîza zayendî ya li ser zarokekî di asta tacîzê de" tê darizandin. Durmuş Ugurlu û Halîl Îlker Guner ji ber "tacîza zayendî ya giran a li ser zarokekî" û "tacîza zayendî ya li ser zarokekî di asta tacîzê de" têne darizandin. Ramazan Çetîn ku bêyî girtinê ji ber "tacîza cinsî ya giran a li ser zarokekî" tê darizandin amade bûn.

Piştî pêvajoya nasnameyê, serokê dadgehê ragihand ku di vê rûniştinê de biryarek nayê dayîn û dest bi dozê kir. Dûv re sûcdar û parêzerên wan daxwaza berdan û beraeta wan kirin.

Yek ji gilîkaran, Esra Demîrel, diyar kir ku li gorî rapora pisporan, sûcdar Ugurlu bi destdan gelek caran keça wê tacîz kiriye û wê gilî kir. Esra Demîrel daxwaza cezayê herî giran ji bo sûcdaran kir. Safiye Şavur jî diyar kir ku sûcdar Beşlioglu zaroka wê ya ku temenê wê di bin 16 salî de, bi şandina peyamên eşkere yên zayendî tacîz kiriye û wê gilî kir.

Bêbaweriya li hemberî edaletê

Parêzerên dozdaran jî diyar kirin ku giliyên wan berdewam dikin. Parêzer Cemîle Dîdem Karaboga diyar kir ku ji ber di danişînê de biryar nayê dayîn, baweriya bi edaletê lawaz dibe û got: “Dadgehên dirêj û biryarên berdanê di dema danişînê de sedemên sereke yên têgihîştina bêcezatiyê ne. Zarokên ku di meclîsê de rastî îstîsmarê hatine herî zêde hewceyî edaletê ne.” Parêzer Mîraç Yilmaz jî tekez kir ku destpêkirina danişînê bi ragihandina ku biryar nayê dayîn ji hêla qanûnî ve ne maqûl e û daxwaz kir ku biryara serokê dadgehê di qeyda danişînê de were tomarkirin.

Parêzerên beşdar jî diyar kirin ku giliyên wan berdewam dikin.

Biryara berdana bersûcan

Piştî navberek, dadgehê biryara xwe ya demkî ragihand, ferman da ku bersûcên girtî di bin çavdêriya dadwerî de werin berdan û derketina derveyî welat were qedexekirin, danişînê taloqî 2’yê Tîrmehê kir.

Malbat, parêzer û jinan bi dirûşm û çepikan biryara azadkirinê protesto kirin.

‘Ne edaleta mêran edaleta rastîn’

Piştî danişînê, parêzerên dozê û nûnerên rêxistinên ku darizandinê dişopînin li hundirê dadgehê daxuyaniyek dan. Di dema daxuyaniyê de ku dirûşma "Ne edaleta mêran, edaleta rastîn" hatin qîrîn, parêzer Mîraç Yilmaz diyar kir ku ew rastiya dadwer bêyî niyeta biryarê bide dest bi danişînê kiriye, bi prensîbên hiqûq û edaleta cezayî re ne lihevhatî ye. Yilmaz got: "Daxuyaniyên bersûcan bi tevahî ji bo reva ji ceza ne. Dema ku xetera reva bersûcan hebe, dayîna biryarek wisa bêwijdanî ye. Em ê li dijî biryara berdanê îtirazên pêwîst bikin. Lê belê ew rastiya ku dadwer ji bo berdana bersûcan hat danişînê, me gelek êşand.”

‘Sûcên li dijî zarokan ne sûcên takekesî ne’

Ebru Ozel li ser navê Platforma Jinan a Enqereyê axivî û diyar kir ku ew ji destpêkê ve dozê dişopînin û wiha domand: “Sûcên li dijî zarokan ne sûcên takekesî ne, sûcên giran in mafê jiyanê yê zarokan û jiyana civakî bi tevahî hedef digrin. Em dibînin ku ev sûc çawa ji hêla polîtîkayên bêcezatiyê ve tên xurtkirin. Em ê têkoşîna xwe li dijî polîtîkayên bêcezatiyê ku sûcdaran teşwîq dikin bidomînin.”