Tevî agirbestê jî êrişên li ser Xezayê didomin
Di êrîşên şevê yên Îsraîlê de 12 jê zarok û 8 jê jin 32 kes hatin qetilkirin û zêdetirî 88 kes jî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku piştî agirbesta ku di 11’ê Cotmehê de hatiye ragihandin, hejmara miriyan li Xezayê gihîştiye 312 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 760 kesan. Wezaretê her wiha diyar kir ku 572 cenaze hatine derxistin.
Di roja 42’emîn a agirbestê de, hêzên Îsraîlê êrîşên şevê li ser deverên cuda yên Xezayê pêk anîn. Li gorî Parastina Sivîl a Xezayê, di van êrîşan de pênc kes, di nav de zarokekî yek salî, hatin kuştin. Bi vî awayî, hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê yên di 24 saetên dawî de mirin gihîşt 32 kesan; di nav cenazeyan de 12 zarok û 8 jin hene û zêdetirî 88 kes jî birîndar bûn. Ev 24 saet roja herî xwînî bû li Xezayê ji dema ku agirbest ket meriyetê ve.
Êrîşên du rojên dawî tirs û fikarên nû di nav xelkê wêranbûyî û dorpêçkirî yê Xezayê de ji nû ve çêkirine. Xelk ji vejîna şerê ku di 7’ê Cotmeha 2023’an de dest pê kiriye ditirsin. Di wî şerî de herî kêm 69 hezar û 546 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku piraniya wan jin û zarok bûn. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, şer li herêmê bûye sedema wêraniyeke berfireh û krîzeke mirovî, ji ber vê yekê Neteweyên Yekbûyî neçar ma ku li hin deveran birçîbûn îlan bike.