Tevgera Rizgariya Jinên Efgan: Talîban di bêdengkirina jinan de bi ser neket
Bi nêzbûna salvegera 5'emîn a vegera Talîbanê ya desthilatdariyê re, Tevgera Rizgariya Jinên Efgan ragihand ku tevî zilm û zora xwe jî, Talîbanê nekarî jinan bêdeng bike û got ku têkoşîna ji bo azadî û edaletê berdewam dike.
Navenda Nûçeyan – Tevgera Rizgariya Jinên Efgan di daxuyaniyekê de got ku tevî hewldanên komê yên ji bo dûrxistina jinan a ji jiyana civakî, dengê jinên Efgan nekarî bê birîn û têkoşîna ji bo azadî, edalet û rûmeta mirovan berdewam dike.
‘Têkoşîna ji bo bidestxistina azadiyê dê bidome’
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di 5 salên borî de, bi milyonan jin û jinên ciwan li Efganistanê ji mafên xwe yên perwerde, kar, azadî û beşdarbûna di jiyana civakî de bêpar mane. Tevgerê her wiha tekez kir ku ew ê li dijî tiştê ku wek ‘apartheida zayendî, cudakarî û dûrxistina sîstematîk a jinan’ bi nav dike raweste û têkoşîna xwe ji bo bidestxistina azadî, edalet û rûmeta mirovan bidomîne.
Tevgera Rizgariya Jinên Efgan, got ku “Em ê bêdeng nemînin. Ji ber ku dengê jinên Efgan dengê azadiyê ye.”
Ev 5 sal in ji mafên jiyanê hatine bêparkirin
Talîban di 15'ê Tebaxa 2021’an de piştî ketina Kabulê, li Efganistanê desthilatdariya xwe ji nû ve bi dest xist. Ji wê demê ve, rêxistinê sînordarkirinên berfireh li ser maf û azadiyên jin û jinên ciwan ferz kiriye. Di di nav vana de qedexekirina perwerdê ya li keçan a piştî pola şeşan, girtina zanîngehan ji bo jinan, sînordarkirina kar, girtina gelek rêxistinên civaka sivîl û sînordarkirina hebûna jinan a li qadên giştî, hene.
Bertekên li dijî desthilada Talîban
Ev polîtîka ji aliyê jinên protestoker, rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî ve rastî bertekên berfireh hatine. Gelek rêxistinên navneteweyî wê wek mînakek "apartheida zayendî" bi nav kirine.
Bi nêzîkbûna salvegera pêncemîn a vegera Talîbanê re, hejmarek tevgerên protestoyî yên jinan li hundir û derveyî Efganistanê daxuyanî weşandin û mîtîng li dar xistin. Tevgeran tekezî li ser berdewamiya têkoşîna ji bo azadî, edalet û mafên jinan kirin.