Tevgera ‘Pencereya Hêviyê’ ji bo jinên Efgan kampanyayek da destpêkirin
Tevgera jinan a ‘Pencereya Hêviyê’ kampanyayek ji bo piştevaniya jinên Efgan da destpêkirin û banga têkoşîna li dijî binpêkirinên mafên mirovan û cudakariya zayendî kir.
Navenda Nûçeyan – Tevgera jinan a ‘Pencereya Hêviyê’ roja Şemiyê 25’ê Tîrmehê kampanyaya ‘Alîkariya Jinên Efgan’ da destpêkirin û bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo bidawîkirina cudakariya zayendî û binpêkirinên mafên mirovan ên berbelav li Efganistanê bikevin nava tevgerê.
Tevgerê diyar kir ku ev kampanya, ji dema vegera Talîban di 15’ê Tebaxa 2021’an de vegeriya ser desthilatê heta niha, bûye dengê bi mîlyonan jinên Efgan ku ji mafên xwe yên wek perwerde, kar, azadî, ewlehî û beşdariya di qada giştî de bêpar mane.
Tevgera jinan a ‘Pencereya Hêviyê’ bi diruşmeya ‘Kuştina jinan rawestînin’, ‘Edalet, ne tolhildan’ û ‘Mafên jinan mafê mirovan in’, bang li Neteweyên Yekbûyî, hikûmetan, parlamentoyan, rêxistinên mafên mirovan û medyaya navneteweyî kir ku tevlî kampanyayê bibin, dengê jinên Efgan bi teyîsinin û ji bo hesabpirsîna Talîbanê û piştgiriya pratîkî ji bo jin û zarokên keç ên welat, bikevin nava tevgerê.