Tevgera Jinên Pêncşêr: Talîban li Pêncşêr û Kabîlê komkujî û girtinên girseyî pêk tîne

Tevgera Jinên Pêncşêr ragihand ku di pênc salên borî de li Pêncşêr û Kabîlê bi dehan kes bi zanîn hatine kuştin û banga lezgîn li koma navneteweyî kir ku li hemberî binpêkirina mafên mirovan bêdeng nemîne.

Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Pêncşêr, bi daxuyaniyek di roja 5’ê Tebaxê de hat weşandin de, diyar kir ku di pênc salên borî de li Pencşêr û Kabîlê girtinên girseyî, kuştinên zincîrî û kuştinên armanckirî çêbûne ku dijminatiya eşkere ya Talîbanê li hemberî niştecihên Pancshir, di nav de sivîl jî nîşan dide.

Tevgerê her wiha îdia kir ku Talîbanê vê dawiyê li Pêncşêrê bi hincetên curbecur 10 endamên malbatekê hedef girtine. Vê yekê wekî beşek ji rêze kiryarên tepeserkirinê li dijî gelê wê parêzgehê dibînin.

Tevgera Jinên Pêncşêr di daxuyaniya xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî rewşa mafên mirovan li Efganistanê bêxem nemînin û tekez kir ku Talîban tu rêzê li jiyan, mal û milkên welatiyan nagire û divê ji ber binpêkirinên mafên mirovan berpirsiyar bê dîtin.