Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê derbarê taloqkirina festîvala jinan de daxuyanî da

Li bajarê Qamişlo ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê der barê taloqkirina festîvala jinan de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Qamişlo – Her sal bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê festîvala jinan li dar dixe lê îsal ji ber rewşa heyî û şerê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qewimî, festîval hat taloqkirin. Ji ber vê Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi tevlîbûna endamên Navenda Çand û Hunerê û Tevgera Hîlala Zêrîn li pêşiya navenda Mihemed Şêxo li bajarê Qamişlo hat xwendin. Daxuyanî ji hêla Nûçegihana Tevgera Çand û Hunerê Nesma Ilyas ve hat xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Desteya Çandê ji ber ku îsal, nikaribû yazdemîn Festîvala Huner û Çandê ya jinan ku wek her carê di 1 û 2’yê Adarê de hatibû plankirin, organîze bike û fînanse bike, lêborîna xwe ji hemû jinên cîhanê û ji hemû hunermendên jin ên ku beşdarî Festîvala Huner û Wêjeya Jinan dibin û piştgirî didin wê, dixwaze. Ev yek ji ber rewşên awarte yên ku herêm bi wan re rûbirû ma her wiha entegrekirina gelek desteyan di nava pergala nû ya hikûmetê de çêbû. Wekî din jî di vê heyama ku zehmetiyên têkildarî mekanîzmayên fînansekirinê hene çêbû. Van rewşan rê li ber rêxistinê girtine nikarin erkên xwe yên rêxistinî û darayî yên ji bo festîvalê bi cih bîne.

‘Em hewldanên hunermendên jin di dewlemendkirina çandî de girîng dibînin’

Di dawiyê de hate destnîşan kirin ku weke Deste dê erka xwe ya parastin çand û hunerê bidomînin û wiha bi dawî bû: “Li ser bingeha berpirsyariya me ya çandî û exlaqî, em ji nû ve rola pêşeng a jinan di afirînerî û hunerê de teqdîr dikin û em hewldanên hunermendên jin di dewlemendkirina çandî de girîng dibînin. Her wiha em piştgiriya xwe ji bo organîzekirina festîvala îsal weke beşek ji bernameya 8`ê Adarê ji hêla tevgera Hîlala Zêrîn ve diyar dikin û ji wan re serkeftinê dixwazin. Em hêvî dikin ku ev qonaxa awarte derbas bibe û sala li pêş em ê vegerin organîzekirina festîvalê bi awayekî ku li gorî dîrok û afrîneriya jinan be û pabendbûna me ya xurt bi çand û hunerê nîşan bide.”