TEV-DEM: Lihevkirin gavek girîng e

TEV-DEM’ê lihevkirin wek gaveke girîng ji bo vekirina deriyê çareseriya siyasî bi nav kir û diyar kir ku serkeftina peymanê bi pabendbûna aliyan ve girêdayî ye. Yekîtiya Ewropayê jî got: “Ji bo alîkariya mirovî û parastina sivîlan jiyanî ye.”

Navenda Nûçeyan- Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), têkildarî lihevkirina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikûmeta demkî de daxuyaniyek niviskî weşand. Lihevkirin wek “Destpêka pêvajoyeke nû ya têkoşîna siyasî ya ji bo sepandina mafên gelan, dûrî şeran û rawestandina herikandina xwînê” bi nav kir. Têkildarî lihevkirinê peyamek jî ji Yekîtiya Ewropayê (YE) hat.

‘Çareserî divê mafên hemû pêkhateyan mîsoger bike’

Di daxuyaniya TEV-DEM’ê de hate diyarkirin ku peyman wek gaveke girîng ber bi aramî, rawestandina şer û vekirina deriyê çareseriya siyasî ya li ser esasê diyalog û lihevhatinê ya dûrî mantiqa şer û dûrxistinê ye û wiha hate gotin: “Em diyar dikin ku her çareseriyeke siyasî ya cidî divê mafên tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê, di serî de gelê Kurd û tevahî pêkhateyên ku bi dehan salên ji ber paşguhkirin û înkarê êş kişandine, mîsoger bike.”

‘Rêveberiya me mafên gelan parast’

TEV-DEM’ê piştgirî da lihevkirinê û wiha domad: “Em piştgiriyê didin vê peymanê, ji ber ku baweriya me bi rêveberiya me ya siyasî û leşkerî tê. Rêveberiya me ji destpêka şoreşê ve gelê me û destkeftiyên me parastin. Em di wê baweriyê de ne ku çareserî divê Sûriyeyî-Sûriyeyî, li ser esasê rêzdariya li hemberî hev, rêzdariya li hember taybetmendiyan, mîsogerkirina mafên gelê me be ku li ser vê erdnîgariyê nîşan daye ku dikare aştiya navxweyî biparêze û li hember terorê bisekine.”

‘Serxistina peymanê bi pabendbûna aliyan ve girêdayî ye’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku serxistina peymanê girêdayî asta pabendbûna aliyan bi pêkanîna bendên wê ye û wiha hat domandin: “Divê bi rihê tevkarî, berpirsyarî, mîsogerkirina ku Hêzên Sûriya Demokratîk zirar nebîne, lihevkirin pêk were. Ji ber ku QSD destkeftiyek nîştimanî ye, roleke diyarker di têkbirina DAIŞ’ê de û di parastina ezmûna demokratîk a ku bi xwîn û qurbaniyên mezin hatiye damezirandin de lîstiye.”

Di daxuyaniyê de ev bang li gel, hêzên siyasî û civakî hat kirin û wiha hate gotin: “Bi zanebûn û berpirsyarî piştgiriyê bidin vê peymanê. Aştiya navxweyî biparêzin û hemû hewldanên provokatîf red bikin. Ji bo siberojeke demokratîk a ku rûmet, edalet, azadiyê ji tevahî Sûriyeyan, bi taybetî gelê me yê berxwedêr ê ku di çeperên pêşîn ên têkoşîn, berxwedan û têkbirina terorê de re kar bikin. Di heman demê de em spasiya gelê me li çar aliyên Kurdistanê û cîhanê dikin ku tevahî qad veguherandine qadên parastin û piştgiriya destkeftiyên Rojava. Em helwesta piştevan a partî, hêzên Kurdistanî û kesayetên siyasî û dewletên ku piştgirî dan çareseriyên aştiyane û bûn sedema vê peymanê, silav dikin.”

YE: Ji bo parastina sivîl û alîkariya mirovî gelek girîng e

Berdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Anouar El Anouni têkildarî peymana navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û rêveberiya Şamê peyamek weşand û ev tişt got: “Yekîtiya Ewropayê peymana ji bo bidawîkirina çalakiyên dijminane, gihîştina alîkariya mirovî, parastina sivîlan û avakirina şert û mercan a ji bo vegera koçberan, pir girîng dibîne. Divê hemû alî girêdayî peymanê bimînin.

Anouar El Anouni da zanîn ku kêmkirina tengasiyan a ji bo çareseriya pirsgirêkên mirovî û ewlehiyê yên li Sûriyeyê, gaveke girîng e. Anouar bang kir ku ji bo ewlehiya kampan û navendên ku çeteyên DAIŞ’ê lê tên girtin û ji bo astengkirina vegera DAIŞ’ê û şaneyên wê yên veşartî, xebatên cidî bên meşandin.