Tenduristiya derûnî û sûc: Tundî ne tenê pirsgirêkek kesane ye
Di Sempozyûma Neteweyî ya Mafên Mirovan a li Ummanê de diyar bû ku pirsên li ser sûc û tundiyê bi tenduristiya derûnî û astengiyên civakî ve girêdayî ne; pispor daxwaza hişyariyê û pêşxistina qanûnên nû dikin.
BERAA EKREM
Umman – Navenda Neteweyî ya Mafên Mirovan roja 29’ê Tîrmehê, sempozyûmek diyalogê bi sernavê “Tenduristiya Derûnî û Sûc: Pîvanên Civakî, Zagonî û Mafên Mirovan” bi beşdariya komek bijarte ji pispor û nûnerên saziyên neteweyî li dar xist. Armanca sempozyûmê ew bû ku têkiliya tenduristiya derûnî ya bi awayên tundî û sûc re diyar bike.
Beşdarên sempozyûmê piştrast kirin ku Urdun xwedî pergaleke neteweyî ya girîng e ji bo pêşîgirtina li tundiya navmalî û tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina kêmasiyên raporkirinê, pêşxistina xizmetên psîkolojîk û bilindkirina hişmendiyê kirin. Bi wê baweriyê ku tenduristiya derûnî mafekî bingehîn e pêdivî bi parastin û qanûndanînek bi bandortir heye.
Sedemên tundiyê
Di rûniştinan de rola faktorên psîkolojîk û civakî di sûcan de hate nîqaşkirin. Pisporan bal kişandin ser dîtina kokên tundiyê ku ji pirsgirêkên psîkolojîk bêhtir bi pirsgirêkên civakî ve girêdayî ne. Her wiha hişyarî kirin ku tundiya nava malbatê de “mîratî” ye ger bi awayekî neyê çareserkirin, civakek ku şêwazên tundiya navmalî bi pêş dixe diafirîne.
Di nîqaşan de bal hat kişandin ku xizanî, bêkarî û rewşa aborî ya nebaş a malbatê nabe bibin sedemên sûcên hovane û hat diyarkirin ku ji ber ku dibe rewşên wiha di malbatên xwedî dahata baş de jî çêbibin. Di heman demê de tekezî li ser girîngiya cudakirina di navbera zextên jiyanî, psîkolojîk û nexweşiyên derûnî yên kronîk hat kirin.
Amar û astengiyên raporkirinê
Komîsera Navenda Neteweyî ya Mafên Mirovan Nisrîn Zureyqat piştrast kir ku girêdana aborî, stîgmaya civakî û kevneşopiyên çandî di nava astengiyên herî berbiçav de ne, rê li ber jinan digrin ku bûyerên tundiyê ragihînin. Her wiha destnîşan kir ku dibe hinek jin îstîsmarê wekî beşek ji çanda civakî ya serdest qebûl bikin, an ji tirsa windakirina malbata xwe û tunebûna rewşa darayî de serbixwe ranegihînin.
Di semînerê de hat gotin ku deaneyên bûyerên tundiya navmalî yên hatine ragihandin bi awayekî tirsnak zêde dibin û wiha hat gotin: “Ji sedî 51 bûyerên tundiyê di nava malbatê de ne û ji sedî 63,7 jî bûyerên tundiya fizîkî ne. Ev yek pirsên li ser hejmara bûyerên ku ji ber tirsa “stîgmaya nexweşiya derûnî” yan stîgmaya civakî nehatine ragihandin, derdixe holê.”
Sîstema neteweyî û pêşîlêgirtin
Beşdarên sempozyûmê piştrast kirin ku Urdun xwedî sîstemeke neteweyî ya berfireh û girîng e ji bo pêşîgirtin, ragihandin û çareserkirina tundiya navmalî. Her wiha behsa rola Daîreya Parastina Malbatê di nava Rêveberiya Ewlekariya Giştî de û xizmetên ku bi riya nêzî 73 navendên tenduristiya derûnî tên dayîn hat kirin.
Her wiha girîngiya dagirtina valahiyan di mekanîzmaya ragihandinê de, başkirina kalîteya xizmetan û bilindkirina hişmendiya raya giştî hat ziman. Bi wê armancê ku tenduristiya derûnî mafekî bingehîn ê mirovan e û ji tu şaxên din ên lênêrîna tenduristiyê ne cuda ye.
Pîvanên zagonî û berpirsyariya tawankar
Di rûniştina dawî de, ku ji bo pîvanên zagonî hatibûn veqetandin, beşdaran li ser asta çareserkirina pirsgirêkên tenduristiya derûnî yên têkildarî sûcan nîqaş kirin. Rola pisporiya teknîkî û psîkolojîk di destnîşankirina hişmendiya tawankar de ji kiryarên xwe di dema sûc de hat nirxandin. Her wiha behsa çawaniya avakirina baweriya dadwerî di raporên psîkolojîk û teknîkî de hat kirin da ku di rewşên nebûna hişmendiyê de sepandina prensîba berpirsiyariya ne-sûc were misogerkirin, li şûna ku berpirsiyariya qanûnî li ser kesên haydar in bê ferzkirin.
Yekkirina pisporiyan zêdekirina hişmendiya qanûnî
Sempozyûm bi tekezkirina berdewamiya hewldanên ji bo yekkirina pisporiyan û zêdekirina hişmendiya qanûnî û psîkolojîk bi dawî bû. Bi vî awayî parastina kesan û pêşxistina qanûn û karûbarên têkildarî tenduristiya derûnî û tundiya navmalî hat misogerkirin.