Televîzyona Îranê ragihand: Di avahiyek de 20 zarokan jiyana xwe ji dest dan
Hate diyarkirin ku di êrîşa Îsraîlê li dijî paytext Tehrana Îranê pêkanî de, di avahiyek li taxa Çamran de 20 jê zarok 60 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên di navbera Îsraîl û Îranê de despê kirin, didomin. Televîzyona dewletê ya Îranê, di nûçeya xwe ya têkildarî êrîşa Îsraîlê ya duh li dijî Tahranê de ragihand ku li taxa Çamran avahiyek 14 qat hatiye hedefgirtin. Televîzyonê diyar kir ku di avahiyê de 20 jê zarok 60 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Di êrîşên Îsraîlê de Serfermandarê giştî yê Îranê, fermandarên giştî yên Muhafîzên Şoreşê û hinek fermandarên di asta bilind de û 9 zanyarên nukleyî jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku bi giştî hejmara windahiyên sivîl, nêzî 100 kesan e.