Têkoşer Bêrîtan li Mexmûrê hat bîranîn

Di bin pêşengtiya Meclîsa Îştar de li wargeha penaberan a Mexmûrê têkoşer Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di 33’emîn salvegera şehadeta xwe de hate bi bîranîn.

Mexmûr – Di bin pêşengtiya Meclîsa Îştar de li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) têkoşer Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di 33’emîn salvegera şehadeta xwe de hate bi bîranîn. Merasîma bîranînê li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê endama Meclîsa Îştar Fadîle Tok axivî û qala kesayeta cangorî Bêrîtan kir.

‘Bêrîtan xeta azadiyê avakir’

Fadîle Tok di şexsê cangorî Bêrîtan de hemu cangoriyên Kurdistanê bîranî û got: “Heval Bêrîtan xwe bi fikrê Rêber Apo û cewherê rast yê jinê pêça û ket riya azadiyê. Armanca heval Bêrîtan ew bû ku hîn zêdetir rih û têkoşîna Rêber Apo fam bike û bide pêkanîn. Bêrîtan jinek bihêz û jixwe bawer avakir. Xeta azadiyê avakir û serkêşiya wê kir. Ji îxanetkar, zilamê bêhêz û PDK’ê re got, hun ti car nikarin me teslîm bigrin û nikarin darbe li fikrê Rêber Apo bidin.”

Piştî axaftinê helbesta ku Gulê Batman li ser têkoşer Bêrîtan nivîsandî pêşkêş kir û piştre jî koma Stêra Zêrîn derket ser dikê û stranan gotin. Piştî stranan sînevîzyona ku li ser têkoşîn û jiyana cangorî Bêrîtan hatî amedekirin, hat temaşekirin.

Herî dawî jî helwa hat belavkirin û merasîm bi dawî bû.