Teknolojî û çandên rojavayî gefan li nasnameya civakî dixwun

Rêvebera komîteya Lihevhatinê ya bajarê Qamişlo Selîma Muhemed Elî tekez kir ku qutbûna ji mîratê ji ber teknolojiyê û çandên rojavayî nasnameya civakî tehdît dike û têkiliyên malbatî û nirxên civakî qels dike.

ESMAA MUHEMED

Qamişlo – Di nav guhertinên bilez ên serdema nûjen de, nasnameya çandî ya civakê di bin gefa teknolojiyê û bandorên çandên rojavayî de ye. Ev bandor ne tenê têkiliyên malbatî qels dikin, lê di heman demê de ciwanan ji mîrata wan a kevnar a ku bingeha hevgirtina civakî pêk tîne, dûr dixin. Li gorî rêvebera Komîteya Lihevhatinê ya Qamişloyê, Selîma Muhemed Elî, parastina nirx û kevneşopiyên resen ji bo berxwedana li hember van gefan û xurtkirina nasnameya civakî pêwîstiyeke lezgîn e.

'Mîrata çandî ji bo nasnameya civakê mertalek parastinê ne'

Selîma Muhemed Elî tekez kir ku mîrateya çandî û dîrokî ji bo nasnameya civakê mertalek parastinê pêk tînin û wiha dest bi gotinên xwe kir: "Ew li dijî bandora teknolojiyê û dûrketina ji kokên wê ku gefan li aramiya çandî û civakî dixwu, disekinin. Ev vîzyon girîngiya vegera bo nirxên resen ji bo xurtkirina têkiliyên malbatî û civakî û parastian hevgirtina civakî, destnîşan dike. Nifşên berê bi zehmetiyên wek xizanî, kêmbûna çavkaniyan û nebûna derfetan re rûbirû diman. Jiyana wan bê westandin û hewldan nebû, lê tevî vê jî civak bi yek dil û ruh bû. birînên wan hevpar bûn ev jî hevgirtin di nav wan de diafirand.”

Jiyaneke dijwar bi tama cuda û êş yek bû

Selîma Elî bi hesret behsa dayîk û dapîrên ku hemû astengiyan ji bo avakirina malbateke aram red kirin û barê jiyanê li ser milên xwe hildigirtin, kir û got: "Dayîk tevî dijwarbûna şert û mercan sembola hêz û sebirê bûn. Wan zehmetiyên jiyanê hêsantir kirin û evîn di dilan de çandin. Di serdema wan de, ne teknoloji û ne jî rehetî hebû, lê sadehiyek hebû ku kêliyên piçûk ên jiyanê mezin dikir. Jiyan dijwartir bû lê xweşiktir bû, tama wê cuda bû. Êşa ku nifşê berê dît ne tenê êşa kesayetî bû, lê birînên tevahiya civakekê bûn ku li hember zehmetiyan bi hev re sekinîn û bêyî bêhêvî xebitîn da ku pêşerojek çêtir ji bo nifşên pêşerojê ava bikin."

Cil û bergên Kurd çîrokeke bêdawî ya aîdiyetê ne

Selîma Elî bi hest û serbilindiyeke kûr behsa adet û kevneşopiyên ku bingeha jiyana nifşê berê pêk anîne û parastina wan dikin. Selîma Elî destnîşan kir ku ev adet ne tenê pratîkên rojane bûn, ew temsîla nasname û mîrata ku civaka wan a kevnar a Kurd ji hev vediqetîne, bûn. Cilên gelêrî yên Kurdî yek ji nîşanên herî girîng e ku aîdiyet û nasnameyê diyar dike. Ew sembola rûmet û dîrokê ye ku nifşên cuda bi hev ve girêdide. Mal ew cih e ku kesayeta zarokan ava dike û nirx û adetan hînî wan dike. Dayîk bi xwedîkirina zarokan li ser rêz û rûmetê dihêle nifşek baştir bê afirandin.”

Nifşên pêşerojê bi xetereyan re ne

Selîma Muhemed Elî derbarê guhertinên ku bandorê li nifşê niha dikin û bandora girîng a çandên rojavayî yên ku dixwazin civakê bi rakirina adet û mîrata rastîn ji holê rakin, wê şîrove kir ku ev bandorên derveyî ne tenê faktorên demkî ne, lê bûne gefek rastîn ji bo nasnameya vê nifşê, ji ber ku gelek ciwanan dest bi dûrketina ji kok û çanda xwe kirin, şêwazên jiyanê û ramanên ku ji wan re xerîb in û bi nirx û kevneşopiyên wan re ne lihevhatî ne, pejirandin. Nirxên ku dê û bav li ser wn mezinkirin e, êdî bingeha jiyana ciwanan nîn in. Modêlên nû û adetên rojavayî tevgerên wan kontrol dikin.

Cudabûna ji mîratê gefan li nasnameya civakî û çandî dixwa

Selîma Elî di nava gotinên xwe de da zanîn ku veqetandina ji mîratê ne hêsan û xweber bû. Selîma wiha gotinên xwe berdewam kir: "Ew encama gelek tevgerên rewşenbîrî û civakî bû ku armanc dikirin nasnameya çandî jê bibin û hewl didan taybetmendiyên rastbûn û kevneşopiyên ku malbat û civak li ser wan avabûne jê bibin. Nifşa berê jiyanek hevgirtî dijiya, li dora mal û malbatê bûn. lê îro gelek ciwan bi awayekî takekesî û bêberpirsiyar tevdigerin, ji nirxên ku bav û kalên wan li ser wan mezin bûne dûr dikevin, valahiyek çandî û civakî diafirînin ku bandorek neyînî li ser civakê dike."

Teknolojî û bandora wê li ser malbatê

Selîma Elî bal kişand ser bandorên teknolojî li ser têkiliyên di navber malbat û civakê de û got: "Demên berê zarok zaroktiya xwe di hembêza malbatê de dijiya. Lê îro teknolojî guhartinek mezin aniye. Zarok bi demên dirjî ji malbatên xwe cuda dibin û jiyana xwe di nava cîhanên xeyalî de derbas dikin. Vê veqetandinê bûyerên tecrîd û nexweşiyên psîkolojîk ên wek otîzm û fikaran zêde kiriye û pêşveçûna jêhatîyên zarokan asteng kiriye. Ji ber vê divê zarok vegerin germahiya malbatê da ku nifşek bihêz û hevseng ava bikin."

'Parastina nirx û mîratê veberhênanek e'

Selîm gotinên xwe bi tekez kirina vê yekê bi dawî kir: "Parastina mîrat û nirxên me ne tenê erkek li hember rabirdûyê ye, veberhênanek rastîn e di pêşeroja zarok û neviyên me de. Divê em malê wek stargehek germî û evînê vegerînin cihê wê yê rastîn. Nifşê berê gelek zehmetî û dijwarî kişand, lê ew karîn civatek hevgirtî ava bikin ku bi nirx û kevneşopiyan tijî ye. Ji bo parastina tiştê ku me mîrat girtiye, em hewceyê heman ruh û îradeyê ne."