‘Te min di hembêza xwe de mezin kir Mexmûra rengîn’

Bi pênûsa ji hibra xerîbiya welat dagirtî, dinivîsînim xweşiktiya bihara Mexmûrê, ji bîr nakim, emir biçe, can biçe, ruh ji beden xatir bixwaze jî ji bîr nakim, mêvanperweriya te ya ji penaberên Botanê re…

BÊRÎVAN TUNÇ

Mexmûr – Qereçox warê kevir û dûpişka, li te hesret bû bi salan baranên ewrên reş. Te li xwe pêçabû kevirên asê û toza deştan. Bûbû xeyalên şevan, ji bo te di nava dolên de bezîna zarokan bi kêfxweşiya biharê. Te ji bîr kiribû rengên kulîlkên Biharê. Kanî xezala te zûha bibû û di newalên te de jîn nedibûn beybûn û nêrgiz. Lê tu bi heybet î Qerecox, tu bi heybet û parêzvan î, te di nava xwe de hewand hest, bêrîkirin û xeyalên koçberên Botana rengîn.

Te qûntarên xwe ji konên penabaran re kir stargeh. Te di hembêza xwe de Mexmûrek ava kir. Bûn mêvanê te, penaberên botanê, pişta xwe dan te û berê xwe dan çola Mexmûrê. Êdî rûyê te geş bû, ji ber te bihistîbû dengê kenên zarokên rojê, te bêhna botanê kişand nava kûrahiya çiyayê xwe. Ji nû ve gur bû kaniya te, ji nû ve di newal û quncikên te de şîn bûn beybûnên spî û zer, li ser xaka te baz didan bi azadî xezalên kûvî. Xerîbên welat, li ber kirasên quntarên te rûdinin û agirê xerîbiya çiyayên Botanê li ber kevirên te geş dikin.

Dinivîsim li ser rûpelên spî xweşiktî û bedewiya te!

Îro ez li ber quntarên te rûniştime, li ber bêhna kulîlkên bihara te, dinvîsînim zarokatiya xwe. Zarokatiya di hembêza te de derbas bûyî. Bi dilek xweş û rû bi ken li ser rûpelên spî dineqşînim bedewî, bawerî, sekin û bilindahiya te. Bi pênûsa ji hibra xerîbiya welat dagirtî, dinvîsînim xweşiktiya bihara Mexmûrê.

Ji dol û newalên te, ji çûk û xezalên te, ji dar û kulîkên te pirs dikim, pirs dikim hest û hezkirina te. Û ji bîr nakim, emir biçe, can biçe, ruh ji beden xatir bixwaze jî ji bîr nakim, mêvanperweriya te ya ji penaberên Botanê re. Ji bîr nakim rojên ku tu bûyî stargeh ji konên xeribiyê re.