Tawîla piştî ketina El Faşêrê bû rawestgeha koçberiyê

Piştî ku El Faşêr ket bin destê Hêzên Piştgiriya Lezgîn, li herêma nêzî wê Tawîlayê, trajediya mirovî zêde bû. Bi hezaran kesên ji cihên xwe bûne bê cih û xwarin dijîn. Jin û zarok rastî binpêkirinan tên.

MÊRVET EBD EL-QADIR

Sûdan – Herêma Tawîla nêzî 50 kîlometre ji bajarê El-Faşêrê yê di nava felaketê de dûr e. Bi hezaran kesên ji Faşêra li rojavayê Sûdanê hatine, li herêma Tawîla bi cih bûne, nûçegihana ajansa me ji bo tabloya tevlîhev a mirovî ya li wir ragihîne çû wê derê. Ev tablo rastiya sivîlên ku ji çalakiyên kampanyayên qirkirinê û kuştina sîstematîk a li bajarê El Faşêr yê girêdayî bakurê eyaleta Darfurê reviyane diteyîsîne.

Trajediya aqlê mirovan derbas dike

Di nava konên kevin û vala de, li cihê ku tenê dengê girîna zarokên zikê wan birçî tê bihîstin de, ajansa me bi Ruqiye Adem a ku piştî Hêzên Piştgiriya Lezgîn El-Faşêrê kontrol kir ji wê derê reviya re hevdîtin kir. Ruqiye Adem, behsa trajediyên ku sînorê aqil derbas dikin kir û diyar kir ku b. hinek keçan re ji bo ji Faşêrê biçe Tawîlayê ketiye rê lê belê wan hêzan destûr nedane birevin û keçên gel wê revandine birine cihekî nediyar. Her wiha diyar kir ku du zarokên keç ên li wêd erê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dane.

Bê cih û xwarin  

Ruqiye Adem da zanîn ku 8 mehî ducanî bûye û beriya dema zarokanînê bêyî bijîşk û pîrikan zarok aniye, vê yekê jî bûye sedem ku bi pirsgirêkên cidî yên tendirustiyê re rûbirû bimîne. Bi destê xwe yê ji ber lêdan û îşkenceyê lawaz bûye zaroka xwe girtiye û mesafeyên dûr rê çûye û gihîştşye herêma Tawîleyê. Niha li kona ku tê de dimîne, ne xwarin ne jî av heye. Keça wê ya 7 salî, ji devê riyan giya kom dike û ji bo pêxistinan agir difroşe, hewl dide hinek pere qezenc bike. Ruqiye Adem diyar kir ku malbat li keçên xwe yên winda digerin lê belê tu encam negirtine. 

Jinên li Tawîleyê di ewlehiyê de nîn in

Herêma Tawîlatê, weke cihek ku ji destpêka pevçûnan ve tê hedefgirtin e, di mehên dawî de ji ber derfetên kêm, dûrbûna ji navendên bingehîn ên alîkariyê, tevî ku nêzî Faşêrê ya navenda pevçûnên germ e, bi hezaran kesên ji cihên xwe bûne û li ewlehiyê digerin qebûl kiriye.

Aktivîstên civakî diyar kirin ku rewş trajedî bi xwe ye û ger wiha biçe dê felatên mezintir çêbibin. Li gorî aktivîstan, rewşa li Tawîlayê, teyîsîna biçûk a trajediya li Darfûrê ye. Bi sedhezaran kes bê cih, ji xizmetên tenduristiyê bêpar in û bêyî xwegihandina xwarina pêwist dijîn. Li aliyê din ji ber xirabûna rewşa ewelehiyê, kapasîteya xwegihandina qadê ya saziyên alîkariyê her diçe sînordar dibe. 

Rewşa tenduristî û derûnî gelek xirab e

Ji Koordînasyona Kesên ji Cihên xwe Bûne ya li Bakurê Darfurê, hat diyarkirin ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn riyên sivîlên ku ji Faşêrê derketine, diçin Tawîlayê dişopînin, hinek ji wan riyan dibirin û li herêma Garnî kom wan kom kirine, li vê derê hê bi hezaran kes asê mane. Di nava van kesan de zarokên ku di dema revê de ji ber tirs û kaosê ji malbatên xwe qut bûne jî hene.

Koordînasyonê ragihand ku rewşa mirovî ya li Tawîlayê gelek zor û bi xeter e û da zanîn ku zêdetirî 1300 kes ji ber guleyan birîndar bûne, 1210 zarok jî birçî ne 700 extiyar jî ji ber nebûna derman, av û xwarinê di rewşa krîtîk a tenduristiyê de ne.

Hejmara kesên ku dikaribûne ji El Faşêrê xwe bigihîjînin Tawîlayê, ji 15 hezar derbas bûye, piranî  birîndarên di rê de asê mane, ji ber tundî û tecawizê li dijî rewşên psîkolojîk û tenduristiya xirab têdikoşin. 

Tacîzên li dijî jinan û lêgerînên biçûkxistinê

Jinên ku ji ber şer û dehşeta li El Faşêrê reviyane, piştî derdikevin derveyî bajar, rastî heman binpêkirinan hatine, dubare rastî lêdan, îşkence, tacîz, lêgerînên biçûkxistin, tecawizê mane û di nava van de tecawiza komî ji heye.

Wezîra Pêşketina Civakî Selîma Îshaq, anî ziman ku bi taybetî jinên çîrokên xwe vedibêjin, bi fikar in ku li Tawîlayê jî hinek tişt bi serê wan ve werin û got: “Ez ji qada navneteweyî û saziyên xizmetê bi fikar im, bawerî bi Hêzên Piştgiriya Lezgîn nabe.”

‘Xwendekarên keç rastî tecawizê hatin’

Selîma Îshaq, diyar kir ku hatiye belgerkirin roja destpêka ya Hêzên Piştgiriya Lezgîn, El-Faşêrê bi dest xistiye, li zanîngeha Faşêrê 25 keç rastî tecawizê hatine, ev dişibe tiştên ku li Ceneyne qewimîne û wiha got: “Di ketina Ceneyne de, tişta ewli hatibû kirin ev bû: Keçên li zanîngehê bi girseyî rastî tecawizê hatin. Wê demê ji ber xizmeta înternetê hebû, bûyer hatibûn belgekirin, kamerayên ewlehiyê yên avahiyên zanîngehê jî bûyer qeyd kiribûn. Binpêkirinên li derveyî zanîngehê ji ber kêmbûna kamera û înternetê nehatin belgekirin.”

Selîma Îshaq îfade kir ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn, birçîhiştin, kuştin û biçûkxistinê li dijî sivîlan weke rêbazeke sîstematîk bi kar tînin, bi riya mirinê ya ku ji Faşêrê heta Tawîlayê didome lêgerîn li dijî jinan tê kirin bi temamî tazîkirin, biçûkxistin û êrîşên tacîz û tecawizê çêdibin.

Li El Faşêrê tecawiz û tundiya zayendî heye 

Li gorî Netewên Yekbûyî, li El Faşêrê tecawiz û tundiya zayendî li her cihî tê jiyîn. Raporên NY’ê, piştrast dikin ku ji dema Hêzên Piştgiriya Lezgîn ketine bajar ve heta niha di asteke ku nehatiye dîtin de bûyerên tundiya zayendî zêde dibin.

Selîma Îshak pirsa têkildarî pêwistiyên jinan bi çi heye bersivand û da zanîn ku pêwistiya jinan di bingehê de bi ewlehiyê, desteka derûnî û xwegihandina xizmetên mirovî heye.

Asta binpêkirinan xeternak e

Koordînasyona Giştî ya kampên kesên koçber û ji cihên xwe bûne ya li Darfurê, îfade kir ku di dema reva ji El Faşêrê ber bi Tawîlayê ve, asta binpêkirinên mafên mirovî yên jin rastî wan hatine gelek mezin û xeternak e. Ragihand ku 150 jin dema hewl didan ji pevçûnan rizgar bibin rastî tecawiz û tacîzên zayendî hatine.

Raporên mirovî destnîşan kirin ku ev binpêkirinên giran ên li dijî zarokan sûcên şer in. Di heman demê de bang li NY’ê û Rêxistinên Mafên Mirovan hat kirin ku ji bo rizgarkirina bi hezaran sivîlên li Darfurê di nava dorpêçê de nei bi lezgînî mudaxele bikin.

Tora Bijîşkan a Sûdanê, ragihand ku di meha Cotmehê de piştî Hêzên Piştgiriya Lezgîn El Faşêrê kontrol kirin, li gorî çavkaniyên ji qadê û tibî hatine, di nava hefteyek de 32 bûyerên tecawizê hatine belgekirin û hinek jin di dema revê de rastî êrîşan hatine.  

Torê, binpêkirinên sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê şermezar kir, diyar kir ku berpirs Hêzên Piştgiriya Lezgîn e û bang kir ku divê demildest di qada navneteweyî de lêpirsînê were destpêkirin û yên dijîn werin parastin, destûr were dayîn ku saziyên mirovî û tibî bigihîjin herêmê.