Tavge Mohyedîn di parastina daran de şoreşeke zanistî bi pêş xist
Dr. Tavge Moheydîn bi riya pênaseya teknolojiya biyolojîk a yekem li cîhanê ji bo dermankirina birîn û penceşêra daran, pêşengiya şoreşeke zanistî ya kesk dike.
MEHRÎBAN SELAM
Helebce – Cîhan bi guherîn û krîza avhewayê re rûbirû ye û fikarên li ser bandorên wêranker ên dermanên kîmyewî li ser ax, av û ewlehiya xwarinê zêde dibin. Ji ber rewşa heyî bijîjk Tavge Mohyedîn bi serkeftineke zanistî ya pêşeng, bi şiyana zanista herêmî û neteweyî penceşêra (kansera) daran kifş kir, li çar aliyên cîhanê madalyayek bronz qezenc kir û niha bi taybetî li ser darên nexweş dixebite.
Destkeftiya zanistî ya Tavge Mohyedîn mînakek berbiçav li ser çawaniya veguherîna lêkolînên akademîk ji bo projeyên çalak ên ku jîngehê, cotkaran û daran diparêzin e. Ev nûjenî ne tenê jîngehê diparêze, di heman demê de derfetên veberhênana taybet ji bo nifşê nû yê ku hilberîna organîk dikin vedike û bi awayekî tekez îsbat dike ku riya misogerkirina ewlehiya xwarinê ya domdar a cîhanê, bi vegera li xwezayê û amûrên zanistî yên nûjen mumkun e.
‘Şoreşeke rastîn ji bo balansa jîngeha çandiniyê’
Dr. Tavge Mohyedîn ku yekem kes e dermanê penceşêra daran kifş kir, ji ajansa me re axivî û got: “Ev kifşkirin rêbazeke dermankirina bingehîn û domdar e ji bo penceşêra daran. Ev yek di têgeha berxwedana biyolojîk û ahenga jîngeha çandiniyê de şoreşeke rastîn diafirîne.”
‘Penceşera daran her sal zirarên mezin ên aborî çêdike’
Dr. Tavge Mohyedîn wiha pê de çû: “Fikra bingehîn ji çavdêriya êşa cotkaran a li hemberî penceşêr û birînên daran derketiye holê. Me cara yekem di cîhanê de teknolojiyeke biyolojîk bi pêş xist ku armanc ew e nexweşiyê bêyî destwerdana kîmyewî derman bike. Em alternatîfeke wisa pêşkêş dikin ku ji têkeliya mîkroorganîzmayên sûdmend ên jîngehê pêk tê û jehrê di fêkî û axê de nahêle. Daxwaz me ya sereke, berhemek ku ji hêla xwezayê ve hatiye îcadkirin û bi bingehên zanistî yên zexm ve hatiye îsbatkirin e. Em bi vê şiarê hewl didin teknîkek pêşkêş bikin.”
Di dawiya axaftina xwe de Dr. Tavge Mohyedîn behsa hinek daneyên têkildarî xebata xwe kir û wiha got: “Hejmar derew nîn in; ev yek bû sedem îcada me li çar aliyên cîhanê navdar bibe. Ev xebat ne tenê di nava dîwarên laboratûarê de ma, me ezmûna xwe veguherand xebatên qadê.”