Tarîtiya DAIŞ’ê û dewletên cîhanê: Kampa Holê
Li Kampa Holê çeteyên DAIŞ’ê di nava 4 salan de 178 kesên ku ji wan re serî netewandin qetil kirin, zarokan kirin leşker û destdirêjî kirin lê NY’ê wan nekir rojev. Baş e, kampa Holê çawa veguherî bombeyeke ku amade ye biteqe?
BÊRÎTAN SARYA
Navenda Nûçeyan- Yek ji metirsiyên herî mezin ên dişibin bombeyeke li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dewleta Tirk bi berdewamî hewl dide bi êrîşan wê biteqîne, Kampa Holê ye. Kampa Holê ku 45 km. li rojhilatê Hesekê ye, piranî ji malbatên endamên DAIŞ’ê pêk tê û niha nifûsa wê 49 hezar û 69 e. Li kampê penaberên Sûriyeyî û Iraqî yên li cihên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine dagirkirin û ji feraseta wî bandor bûne dimînin. Li kampa ku malbatên çeteyên DAIŞ'ê yên ji 60 welatên cuda lê dimînin, ji sala 2019'an ve heta dawiya sala 2022'an 178 kes hatin qetilkirin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her dem bang li welatên ku çeteyên DAIŞ'ê yên li kampê dimînin hemwelatiyên wan in kir ku hemwelatiyên xwe bigrin. Lê ji sala 2018’ê ve tenê 907 jin û zarokên DAIŞ’ê ji welatên xwe re hatin vegerandin.
Di şert û mercên guncaw de, jinên DAIŞ’ê hewl didin kampê wekî cihê xwerêxistinkirin û radîkalbûnê binirxînin û zarokan jî li gorî hînkirin û kiryarên hovane yên DAIŞ’ê mezin bikin. Her wiha jinên DAIŞ’ê yên li kampê di bin navê “zewaca dinî” de destdirêjî li zarokên kur dikin û van zarokan jî ji bo cînayetên ku pêk tînin bi kar tînin.
Welatên eleqedar berpirsyariya xwe ya ji bo malbatên çeteyên DAIŞ'ê yên li kampan bi cih naynin û çareseriyek navneteweyî nayê pêşxistin, îstîxbarata dewleta Tirk bi riya rêxistinên wek IHH'ê yên alîkariyê, jinên DAIŞ'ê ji kampan direvîne. NY û dewletên eleqedar bertek nîşanî vê yekê nadin, ji aliyê pisporên NY’ê ve di bin navê "binpêkirina mafên mirovan" de dikeve rojevê. Raportera taybet a Neteweyên Yekbûyî (NY) Fionnuala Ni Aolain, di meha Tîrmehê de mijara kampan kir rojev lê li şûna ku rastiya şenbêr eşkere bike, bû zimanê jinên DAIŞ'ê. Fionnuala Ni Aolain bal nekişand ser destdirêjiya jinan a li dijî zarokan, zarokên kur ên 13 salî û mezintir ên ji kampan tên girtin û dibin navendên rehabîlîtasyonê û perwerdeyê rexne kir.
Baş e, rewşa kampa Holê çawa ye, li kampê ji roja hatiye avakirin ve heta niha çi qewimî? Helwesta NY’ê û dewletên cîhanê û rastiya Kampa Holê çi ye? Em ê di vê dosyayê de bibin bersiva van pirsan.
Bû kampa herî mezin a Rojhilata Navîn
Kampa Holê ku kampa penaberan a herî mezin a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, di heman demê de yek ji kampên herî mezin ên li Rojhilata Navîn e. Kampa Holê ya di sala 1991’ê de piştî şerê Kendavê hat avakirin, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) piştî di sala 2015'an de Holê rizgar kirin, Sûriyeyiyên ku ji ber zextên hikûmeta Şamê û DAIŞ'ê reviyabûn, lê bi cih kirin. Piştî sala 2016’an bi rizgarkirina Mûsilê re penaberên Iraqî jî anîn kampê. Jin û zarokên çeteyên DAIŞ'ê yên ku teslîm bûn û hatin girtin, destpêkê li kampên Roj, Hol û Eyn Îsayê di nava penaberan de hatin bicihkirin. Lê piştî ku gelek pirsgirêk derketin, li kampa Holê û kampên din ji bo jinên DAIŞ'ê û zarokên wan beşên taybet hatin avakirin.
Piştî ku QSD’ê di Adara 2019’an de di çarçoveya Pêngava Bahoza Cizîrê de li Sûriyeyê Bahoza ku axa herî dawî ya di destên DAIŞ’ê de rizgar kir, malbatên bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê yên ku teslîm bûn û hatibûn dîlgirtin jî li Kampa Holê hatin bicihkirin. Bi lez mezinbûna kampê bi vî yekê re jî sînordar nebû. Ji ber ku dewleta Tirk di pêvajoya Tevgera Dagirkeriya Grê Spî ya 9’ê Cotmeha 2019’an de dest pê kir de, kampa Eyn Îsayê hedef girt û bi dehan jinên çeteyên DAIŞ’ê hatin dîlgirtin, nêzî 3 hezar jinên DAIŞ’ê û zarokên wan anîn Kampa Holê.
Di 6 beşan de nêzî 50 hezar kes dimînin
Piştî vê pêvajoyê, nifûsa kampê ku gihîşt 80 hezar, piştî rêveberiya xweser şert û mercên vegera Sûriyeyiyên ku nasnameya wan û tevlinebûna çalakiyên terorîst hat diyarkirin afirand û di çarçoveya peymana bi Iraqê re pêk anî de bi hezaran penaberên Iraqî vegerandin welatên wan, kêm bû. Niha nifûsa kampê 49 hezar û 69 e.
Li kampê nîştecihbûn bi şeklê 6 beşan hatine sererastkirin. Di 3 beşan de penaberên Iraqî, di 2 beşan de penaberên Sûriyê û di beşek de jî jinên DAIŞ’ê û zarokên wan ên ji derveyî Sûriyê û Iraqê dimînin. Di kampê de 24 hezar û 123 Iraqî, 17 hezar û 459 Sûriyeyî û 7 hezar û 476 jin û zarokên DAIŞ’ê yên ji derveyî Sûriye û Iraqê ne dimînin. 33 hezar nifûsa kampê ji zarokan û 15 hezar jî ji jinan pêk te, hezar û 969 kes jî mêrên temen mezin ên li beşa Iraq û Sûriyeyê dimînin pêk tê.
Beşa ku jinên DAIŞ’ê lê dimînin, ji bo qadên ewlekarî û rêxistinbûnê bi pêş nekeve, ji bo kampê wek kampeke cuda hatiye avakirin. Bijîşk, bazar û nexweşxaneya vê beşê cuda ye. Di heman demê de bi beşên din re çûnûhatin tune ye.
DAIŞ'î kesên li gorî rêgezên wan tevnagerin qetil dikin di 4 salan de 178 kes hatin qetilkirin
Kampa Holê ya ku bi deh hezaran çete û penaberên di bin bandora zihniyeta DAIŞ'ê de mane lê dimînin, niha hem ji aliyê xwe ve hem jî ji aliyê herêmê ve metirsiyeke mezin dihewîn e. Kampa ku di nava penaberan de mêrên DAIŞ'ê jî cih bûn e, ji aliyê çeteyên jin û mêr ve hat xwestin veguhere kampa perwerde û rêxistinkirina DAIŞ'ê. Jinan, di nava kampê de dirêjiyek yekîtiya DAIŞ’ê ya navê "El Hisbe" dane û kesên li gorî rêgezên ferz dikin qebûl nakin, digirin û ceza dikin jî avakirin. Jinên ku dixwestin ji DAIŞ'ê qut bibin, nexwestin zarokên xwe li gorî qûralên DAIŞ'ê mezin bikin an jî nexwestin çarşafên reş li xwe bikin, ji aliyê El Hisbe ve rastî gefan hatin. Bi vî awayî gelek jinên rastî êrîşan hatin, konên wan hatin şewitandin an jî hatin qetilkirin. Bi taybet zarokên di beşa ku jinên biyanî yên DAIŞ'ê de dimînin, di nava rexistina Eşbal El Xîlafê ya DAIŞ'ê ji zarokan kujeran avadike de, hatin birêxistin kirin.
Li Kampa Holê ji sala 2019’an û vir ve gelek cînayet hatin pêkanîn. Tevî gelek operasyonên ewlekarî yên ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatin pêkanîn jî, endamên DAIŞ’ê bi dehan kesên li kampê ku nexwestin li gorî hîndekariya cîhadî ya selefî bijîn dixwestin ji çeteyan qût bibin, bi rêbazên wek bi çekan û amûrên birîne, xeniqandin, derbên bi amûrek hişt li bedene dixe, serjêkirin û îşkencekirine qetilkirin. Li gorî daneyên me ji rêveberiya Kampa Holê girt, di sala 2019’an de 13, di sala 2020’an de 32, di sala 2021’an de 96, di sala 2022’an de 44 kes hatin qetilkirin.
Bi 2 pêngavên mezin re bi sedan DAIŞ’i û cebilxane hatin girtin
Êrîşên bênavber ên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hucreyên ku ji aliyê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî ya Tirk (MÎT) ve ji çeteyên DAIŞ û SMO'yê hatine avakirin û bi cih neanîna berpirsyariyên xwe yên dewletên cîhanê, bû sedem DAIŞ’ê li Kampa Holê bi hêz bibe.
QSD, YPG, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên ji aliyêkî ve li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmên wan têdikoşîn, li Kampa Holê jî li dijî DAIŞ’ê di nava têkoşîne de bûn. Ji bilî dehan operasyonên hêzên ewlekariya hundirîn ên li Kampa Holê pêkanîn, di bin pêşengiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi beşdariya QSD'ê û YPG'ê û hêzên YPJ’ê di bin navê "Operasyona Mirovî û Ewlekariyê" de du operasyon ku yek di sala 2021'an de û ya din jî di sala 2022'an de hat pêkanîn, pêkhatin. Di encama operasyona sala 2021’an pêkhat de, li kampê bi dehan hucreyên DAIŞê hatin hilweşandin, nêzîkî 300 endamên DAIŞ’ê yên di nav wan de emîr didin jî hebûn, hatin girtin.
Di pêngava duyemîn a "Operasyona Mirovî û Ewlekariyê" ku di 25'ê Tebaxa 2022'an de dest pê kir û 24 rojan berdewam kir de, 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li kampê de jiyana xwe ji dest dan. Di encama operasyonê de 36 jê jin 226 kesên ku beşdarî sûcên kuştin û gefxwarinê bûne hatin girtin, 25 tunel û xendekên ku çek lê hatibûn veşartin hatin tesbîtkirin. Her wiha cebilxaneyêk biçûk 3 çekên AK-47, bi cebilxaneyên xwe re 2 çekên RPG, 2 demançe, 25 bombeyên destan, 25 kg teqemeniya TNT, 11 çekên bêdeng, 388 fîşekên AK-47, 10 şarjorên AK-47, 9 êlekên hicûme, gelek amûrên birîn û îşkenceyên û malzemeyên ragihandinê hene, hatin desteserkirin. YPG’ê di operasyonê de, 4 jinên ku ji aliyê jinên DAIŞ’ê ve bi zincîrê hatine girêdan û bi hovane rastî îşkenceyê hatine jî rizgar kir.
Gelek êrîş hene derfetên yên ewlehiyê bi sînor in
Cîhan Xenan a di Rêveberiya Kampa Holê de cih digre, diyar kir di sala 2023’an de li kampê rastî cînayetek nehatiye, lêbelê pirsgirêka ewlehiyê û gef berdewam dikin û ev agahiyan da: “Di sala 2022’an de li kampê gelek bûyerên kuştine hatibûn jiyan kirin. Encamek erênî ya operasyona mirovahî û ewlekarî ya ku di sala 2022an de hat pêşxistin çêbû. Lêbelê her çend di sala 2023’an de bûyerên kuştinê pêknehatin jî, gelek hewildanên êrîşê çêbûn. Jinên DAIŞ'ê îsal jî çûn gelek konên jinan, gef li wan xwarin û lêdan. Wek mînak yek ji van jî nêzîkî mehek berê hat jiyîn. Jinên DAIŞ’ê êrîşê jineke ku li kampê kuafortî dikir, kirin. Bi şev çûbûn konê wê û bi kêrê êrîşî wê kiribûn. Jin bi birîndarî xwe xilas kir û xwe gihandiye me.
Dîsa jinên çeteyên DAIŞ'ê cihê gelek saziyên alîkariyê yên li kampê dixebitîn çavderî kirin, bi şev çûn û gef li wan xwarin û pere xwestin. Cihê 3 saziyên alîkariyê şewitandin. Yek ji wan jî kona Meclisa Jinên Sûriyeyê bû. Cihê ku ji bo zarokan wek dibistan hatibû avakirin şewitandin. Helbet ên diçin van tundî û tehdîdan dikin rûyê xwe dipêçin û bi çek diçin. Li kampê bi operasyona 2022’an re di warê ewlehiyê de kombûnek hat avakirin. Lê niha xwe ji nû ve birêxistin kirine û komên dê van çalakiyan bikin ava kirine.
Kamp li qadeke pir mezin hat avakirin. Di destên Hêzên asayîş û xweparastinê yên ku ewlekariya me û kampê pêk tînin de, teknolojiyeke wisa pir pêşketî nîn e. Ango derfetên me yên ku em hemû derdora kampê bi kamerayan kontrol bikin, li her derê hêzan bi cih bikin û di wexta xwe de rewşên ku bi pêş dikevin ferq bikin, nîn e. Cînayet, rev, gef û hwd. gelek bûyerên din bi şev diqewimin.”
Di 6 salan de tenê 907 jin û zarokên DAIŞ’ê ji aliyê welatên xwe ve hatin girtin
Çareseriya pirsgirêka çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan ên di kampan de dimînin, tenê serê xwe derfet û hêza rêveberiya xweser derbas dike, NY û dewletên eleqedar di vê warî de berpirsyariyên xwe bi cih naynin. Di rewşa heyî de divê çeteyên DAIŞ’ê yan bi birina welatên yan jî weke çareseriya herî maqûl cihê delîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi avakirina dadgeheke navneteweyî, bên avakirin.
Lê belê di vî warî de di qada navneteweyî de tu gav nehatine avêtin. Dîsa divê jin û zarokên DAIŞ’ê yên li Kampa Hol û Rojê ji aliyê welatên xwe ve bên girtin û ji bo rêhabîlîstasyona jinên Sûriyeyî yên DAIŞ’ê piştgirî bê dayîn. Lê yek ji van jî nayê kirin û barê wê tenê li ser milê rêveberiya xweser hatiye hiştin. Dewletan ji berpirsyariya welatiyên xwe yên DAIŞ’ê dûr dikevin, berpirsyarî û statuya çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan ên ji 60 welatan nehatine naskirin û li ser milê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku her tim rastî êrîşên Dewleta Tirk û DAIŞ’ê tê û di bin dorpêç û ambargoyê de hatiye hiştin.
Heta niha tenê 36 welatan beşeke biçûk ji welatiyên xwe ji kampa ku hemwelatiyên 60 welatan cih digrin, girtin. Hîn gelek dewlet hene ku li aqûbeta çeteyên DAIŞ'ê yên hemwelatiya wane napirsin. Li kampa Holê di sala 2018’an de tenê Tûnisê jinek û zarokek hemwelatiya xwe ji kampa Holê girt. Rayedaran diyar kirin, di sala 2019’an de 57 jê jin, 100 jê zarok 157, di sala 2020’an de 22 jê zarok 8 jin 30, di sala 2021’an de 112 jê zarok 58 jê jin 170, di sala 2022’an de 272 jê zarok 84 jê jin 356, û di 7 mehên8 ewil ên sala 2023'an de jî 146 jê zarok 46 jê jin 192 kes, ji aliyê welatê hemwelatiyên wan ve ji kampê hatin girtin û çûn welatên xwe. Li gorî rêjeya nifûsa Kampa Holê û çar salên dawî, ev hejmar carek din xemsariya li hemberî pirsgirêkê û polîtîkayên neçareserkirina wê radixe ber çavan. NY’ê û dewletên eleqeder ne êrîşên Tirkiyeyê û hevkariya wî ya bi DAIŞ'ê re "dibêjin bisekne", ne hemwelatiyên xwe digirin û ne jî avakirina dadgeheke navneteweyî qebûl dikin. Ev polîtîkan jî, dibe sedema pirsgirêkek mezintir, radîkalbûna kesên li kampê dimînin û kampê vediguherîne herêmeke ku DAIŞ kurimîn ava dike.
Kesên poşman dibin nikarin dengê xwe derxin
Kampa Holê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê veguherî bombeyekê, li Kampa Roj ji bilî jinên ku bi dilxwazî tevlî DAIŞ’ê bûn e, hîna feraset û pêkanînên DAIŞ’ê ferz dikin, gelek jinên ku ji bo hevjînê wê ji welatên Rojhilata Navîn ên ku rola zayendiya civakî pêşketine tevlîbûne, neçar ma bi wî re derbasî Sûriyê bûne jî hene. Her wiha gelek jinên bêçare yên gotin û îradeya wan hatiye desteserkirin û ji ber gund û bajarê wan li Sûriye û Iraqê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine dagirkirin û ji bo hevjîn û malbata wê bi DAIŞ’ê ve girêdayî ne neçar mane piştgirî bidin wan jî li kampê dimînin.
Dema ku me jinên DAIŞ'ê yên ku di sala 2019'an de nû ji Bahozê derketin û koçî kampê kirin serdana kampê kir, dîsa pirsgirêk hebûn, lê gelek jinên li kampê gotin ku poşman bûne an jî tevlînbûna wan ya nava DAIŞ'ê ne bi xwestekê wan e. Lê niha di 4 salên dawî de, bi taybetî jî di beşa ku jinên biyanî yên DAIŞ’ê lê dimînin, jin nikarin xwe bi rihetî îfade bikin û nikarin bê çarşef bigerin, ji ber ku her tim di bin gefa El Hisbe de ne.
Hewldana rehabîlîtekirina endamên DAIŞ’ê û parastina jinan heye lê…
Rêvebera Kampa Holê Cîhan Xenan, diyar kir ku saziyên alîkariyê yên li kampê dixebitin tenê ji bo peydakirina pêdiviyên aborî yên kesên li kampê dixebitin. Tevî ku rêxistinên jinan ên li qadên xwerêveberî û xwerêveberiyê yên li kampên Hol û Roj, ji bo jinên DAIŞ’ê rehabîlîte bikin û jinûve bi jiyanê re vegerînin hin xebatan dikin jî ev têrê hem netêrker nayên û hem jî bi êrîşên jinên DAIŞ’ê re rû bi rû dimînin.
Cîhan Xenan, vê rewşa li kampê û tedbîrên ku wan li ser jinên ku jinên DAIŞ’ê gef li wan dixwn girtin de wiha vedibêje: Jinên DAIŞ’î jinên ku naxwazin wek xwe bigrin, rû û porê wan vekirine û dibînin têkilî bi rêxistinên alîkariyê re datînin, gef dixwin an jî qetil dikin. Meha borî navenda Meclisa Jinên Sûriyeyê, ango konê wê yê li kampê şewitandin. Ji ber ku li kampê li dijî jinan li ser mijara pirzewaciya mêran desteserkirina mafên jinan e, xebateke perwerdeyê hebû. Roja piştî destpêkirina perwerdeyê, navenda wan şewitandin. Ji ber van gefan gelek jin nikarin bên cem me û zehmetiyên xwe ji me re vebêjin. Rêxistinên alîkariyê yên din jî ji ber êrîşên wan nikarin bikevin nava beşên jinên biyanî yên DAIŞ'ê. Ev hemû karên xwe li derveyî wê beşê dikin û tu hewldanek ji bo paqijkirina van jinan ji wan feraseta terorîstî nîn e. Her wiha dema ku em dibihîzin an jî pê dihesin jinên ku ji aliyê jinên din ên DAIŞ’ê ve rastî tehdîd û êrîşan hatine hene yan jî serlêdan tên kirin, em van jinan ji wê beşê derdixin û li cihêk ewletir ku me li kampê ji wan amade kiriye bi cih dikin.”
Ji raportorê NY’ê rojevek berovajî
Raportora taybet a Neteweyên Yekbûyî (NY) Fionnuala Ni Aolain ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana kampên ku çeteyên DAIŞ'ê lê hene kir, tiştên li van kampan qewimîn tenê ji bi çav û gotinên çeteyên DAIŞ'ê nîşan da. Fionnuala Ni Aolain, wiha got: "Şert û mercên her du kampan girtina komî ya keyfî û bêdem ava dike û ji bo kesên hatine girtin kiryareke qanûnî û dadwerî nîn e." Eşkere ye ku jinên DAIŞ'ê ji bo serdanê nehatine Sûriyeyê. Gelek ji van jinan bûne hevparên hevjînê xwe, mirovan dikujin, ji axa wan koçber dikin û wan dikin kole. Bicîbûna li cih û malên kesên ku koçber kirine jî bi serê xwe sûc e. Dema tiştên DAIŞ’ê li Sûriye, Iraq û Şengalê pêk anîn tên fikirandin, eşkere ye ku ev jinên tevli DAIŞ’ê bûne, bi awayekî keyfî li kampan nayên girtin. Hebûna wan a li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ku ji tu rehabîlîtasyonê derbas nebûne, bi fikrên hovane yên DAIŞ’ê hildigirin bi serê xwe xeteriyek e. Eşkere ye ku rêxistina hucreyê yên DAIŞ’ê û têkoşîna li dijî wî didome, rasterast berdana wan dê hîn xetertir be.
Her wiha diyar e civaka ku di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de û di têkoşîna dijî wan de 11 hezar şehîdên dane, malbatên van çeteyan qebûl nake. Li aliyê din di kampê de hemwelatiyên 60 welatan hene. Ger em Sûriyeyiyan derxînin, yek ji wan jî ne hemwelatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Ger Rêveberiya Xweser ev DAIŞ’iyan ji kampan derexe, dê destpêke ev dewlet dijî derkevin û destpêke Tirkiyeyê bejê “Endamên DAIŞ'ê dişînin ser me". Ango heta ku dewletên eleqeder çeteyên ku bi fermî hemwelatiyan e negirin, şansê rêveberiya xweser nîne ku çeteyan li ser sînor bihêle û bêje “welatê min terk bike”. Her wiha dewleta Tirk bi hewldanên MÎT û ÎHH’ê jinên çeteyên DAIŞ’ê ji kampên Hol û Roj direvîne û derbasî Tirkiyeyê, herêmên Sûriye dagirkirî û Ewropayê dike. Ev yek hem ji aliyê çapemeniya azad ve hate belgekirin û hem jî dewleta Tirk di Tîrmeha 2020’an de jineke Moldovayî ya DAIŞ’ê û zarokên wê ji Kampa Holê revandin û weke operasyoneke rizgarkirinê pêşkeş kir. Tirkiye ji bo zindî kirina DAIŞ’ê û ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne her tiştî dike.
Li dijî zarokan êrîşên zayendî
Raportora NY’ê, derxistina kurên 13 salî û yên mezin ji beşên jinan DAIŞ’ê yên li kampên Hol û Roj, wek "cudakirina dayik û zarok" rexne kir. Ev 2 sal in li Kampa Roj û Kampa Holê ku 2 hezar û 622 jin û zarokên çeteyên DAIŞ'ê lê dimînin, pratîkeke bi vî rengî tê pêşxistin. Lê ev zarok winda nabin an jî nayên windakirin.
Zarokên 13 salî û yên mezin, ji bo pêşî li destdirêjiya zarokan û mezinkirina wan a cîhadî bê girtin, ji beşên jinan ên DAIŞ’ê tên derxistin û ji bo 2 navendên rehabîlîtasyon û perwerdeyên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê tên veguhestin. Lê du sedemên sereke yên girtina vê biryarê hene. Ya yekem pêşîlêgirtina pêşketina zarokan a li ser bingeha fikr û tundiya DAIŞ'ê ye û ya duyemîn jî tecawiza jinên DAIŞ'ê yên li kampan di bin navê 'zewaca dînî' de li dijî zarokên kur pêk tînin e.
‘Em hewl didin pêşiya êrîşên li ser jiyan û zayendiya zarokan bigrin'
Sara Dêrik a ku di rêveberiya Kampa Holê û Roj de cih digre, şert û mercên pratîkî yên ku bûne sedema vê biryarê û çawaniya pêkanîna biryarê vegot. Dema ku gelek belgeyên nîşan didin çawa ev zarok li kampê li gorî feraseta DAIŞê hatine perwerdekirin, gihîştin destê me, me biryar da zarokên endamên DAIŞ’ê ji kampê derbixin û bibin navendên perwerdeyê. Dîsa di vê pêvajoyê de li kampê bûyerek rû da û me dît ku piştre ev bûyer qewimîn. Zarokek ku li beşa jinên DAIŞ’ê dima, bi 4 jinan re hatibû zewicandin û tecawiz li zarok hatibû kirin. Dema em rastî vê bûyerê hatin, me lêkolîn kir û em hîn bûn ku bûyerên bi vî rengî jî hene û bi zanebûn û bi plan ji aliyê jinên DAIŞ'ê ve hatiye kirin. Dîsa me ev êrîş û nefreta zarokan a li hemberî kesên ku bi dayikên xwe re ango bi jinên DAIŞ’ê ketin kampê, dît. Me gelek çekên ku van zarokan ji bo êrîşan ji dar û keviran çêkirine dîtin.
Ji ber van hemûyan sedeman me biryar da em zarokên kur ên ji 13 salî û mezintir ji kampê bigrin û bibin navendên rehabîlîtasyonê û perwerdeyê. Navendên rehabîlîtasyonê ne girtîgeh in. Jiyana van navendên rehabîlîtasyonê û perwerdeyê jî pir baş e. Şert û mercên van ji kampê gelek çêtir in. Hin dayik li gel jinên DAIŞ'ê dengê xwe nakin, lê naxwazin zarokên wan li kampê mezin bibin û rastî êrîşên zayendî werin. Tên û ji me re dibêjin zarokên me bigrin. Her wiha em misoger dikin dayikên hem li Kampa Rojê hem jî li Holê bi zarokên xwe re bi dîmen biaxivin. Rojên borî me wan ji bo hevdîtina zarokên xwe birin ba zarokên wan. Ger me ev pêk neaniya dê li kampê bûyerên pir mezintir biqewimîna. Rewşa van zarokan dê pir xerab bûya û ji her yekê kujerek derketibûya.