Talîbanê neyartiya reng û dengê jinan dike
Rêveberê Ragihandin û Çandê ya girêdayî Talîban, li eyaleta Qendeharê weşandina dengê jinan di radyoyan de qedexe kir.

Navenda Nûçeyan – Ji destpêka ku Talîban li Efganistanê bû serdest heya îro, qada ragihandin û çapemeniyê sînordar dike. Ev feraseta ku neyarê pirrengî û pirçandîtiyê ye, her wiha rojnamevanan jî digre. Duh Navenda Rojnamevanên Efganî raghand ku Rêveberê Ragihandin û Çandê yê girêdayî Talîbanê ya li eyleta Qendeharê ye, deng û nameyên jinan di radyaya Qenehar de qedexe kiriye.
'Deng û peyamên jinan di ragihandinê de qedexe dikin'
Navenda Rojnamegerên Efganî diyar kir ku biryarname ji 4 xalan pêk tê û ev agahî dan: “Di biryarnameya ku hatiye weşandin de tê destnîşankirin ku radyo ji niha û pê de ji bo ku behsa rêberê Talîban û "Îmarata Îslamî" ya Talîbanî di bername û raporên xwe de bikin, divê sernavê "Xwedê Emîrê Mumînîn biparêze"bikar bînin.
Di beşa duyem a biryarnameyê de jî destnîşan dike ku divê weşandina dengê jinan di radyoyê de, bê qedexekirin. Her wiha xwendina nameyên wan jî hat qedexekirin. Heta, reklamên têkildarî jinan jî hatin qedexekirin.
Navenda Rojnamegerên Efganî da zanîn ku ev hemû xal û bendên hatine derxistin, siyaseta tunekirina karê ragihandina azad e. Navende got ku divê Talîban li biryarên xwe vegere û azadiya îfadekirinê sînordar neke.