Talîban cilên xwe li xwendekaran ferz dike

Rêveberiya Talîbanê li Afganistanê ragihand ku ji sala nû ya xwendinê ya ku di Adarê de dest pê kir pê ve, dê tînika kevneşopî ya dirêj ji bo hemî xwendekarên xort mecbûrî be.

Efganistan – Li Efganistanê ku piştî dibîstana navîn xwendin ji zarokên keç re hatiye qedexekirin, niha jî ji bo xwendekarên xort qedexeyên cûda tê rojevê. Li gorî qûralên nû yên Talîbanê, xwendekarên di dema dibîstana seretayî de, bi cilên şînê vekirî û şewqe, xwendekarên amadeyî jî neçarin şelwarên spî û turban li xwe bikin. Talîbanê ragihand ku xwendekarên li gorî qûralan tevnegerin wê negrin dibîstanê.

Venêrîna dibîstanan destpê kir

Li dibîstanên li herêmên wek Herat û Kandahar, yekîneyên ‘belavkirina erdemiyê û xirabiyê gurîzandin’ cilên xwendekaran venêrîn dikin.

Taximek ya cilan nêzî 1.00 Efganî, (nêzî 12 euro) ye. Ji sedî 85’ê nifûsê, rojê bi kêmtirî 1 dolarê dahata xwe pêktînin. Ev rewş bi taybet ji bo malbatên ku zarokên wan pir in, barek madî ava dike. Pêkanîna qûralê cilên nû ji bo mamoste û rêveberên dibîstanê ferz e. Êdî cilên wek caket û qerewat qedexe ye, tê xwestin hemû xwendekar cilên reş ên kevneşop li xwe bikin.

Li gorî nûçeya AFP li Kabulê midurê Amedeyî, bi gotina “Êdî hemû kes diçe ser hev ve, bijîşk, xwarinpêş û mamosta heman tên dîtin” behsa zexta ku ev qûral ava kiriye kir.

Li Efganistanê zexta li ser pergala perwerdê, ne tenê zarokên keç, êdî raste rast bandorê li xwendekarên xort û mamosteyan dike. Sepandina cilan, weke gavek nû ya yektîpbûna birdozî ya di perwerdê de tê dîtin.