Talana komên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya li Kobanê
Komên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li gundên Kobanê mal û milkên şêniyan talan kirine. Koman bîrên ava vexwarinê, navendên ku ceyran tê dayîn wêran kirine, alav û madeyên bingehîn dizîne û hin mal jî teqandine.
Navenda Nûçeyan – Komên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, li gundên Kobanê talan û wêranî bi mal û milkên şêniyan de kirin. Hin dîmen û wêneyên texrîbatê ji şêniyên gundê Bîr Nasir hatin bidestxistin. Ev dîmen sûcên ku beriya kom ji wan gundan vekişin, belge dikin.
Di dîmenan de diyar dibe ku koman bîrên avê yên vexwarinê xitimandine, kabloyên ceyranê û dînamoyên derxistina avê jî dizîne, kabloyên kehrebeyê yên malan birîne û çewlikên gund talan û wêran kirine.
Li gorî şahidan, talaneke mezin di malan de kirine, derî û pencere dizîne, mala welatî Hecî Miso û ya malbata nemir Bahoz jî teqandine.
Ev pêkanîn beriya kom ji 74 gundên li başûr û rojhilatê Kobanê li gorî peymana 29´ê Çileyê vekişin, hatine kirin.