TAJÊ: Pêşniyara guhertina Zagona Rewşa Kesane bi temamî siyasî û plankirî ye

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li hember Zagona Rewşa Kesena ku Parlamentoya Iraqê dixwaze hin guhertin çêbike û tundiya li ser jinan rewa bike, daxuyanî da û diyar kir ku ev zagon domandina qirkirina jinan e.

Şengal-Di 4’ê Tebaxê de li Parlamentoya Iraqê xwendina yekemîn ji bo sererastkirina Zagona Rewşa Kesane ya hejmar 188 ya sala 1959’ê hat kirin. Li gor dîtinên pisporan eger ev zagon were sererastkirin wê mezhebgerî kûrtir bibe, mafê jin û zarokan wê hîn zêdetir were binpêkirin. Her wisa wê bi vê sererastkirinê di dema cudabûna jin û mêr de wê mafê dayiktiyê û mîras jî ji jinê were standin. Lê tişta herî xertenak jî dê ev zagon rê li ber zewaca zarokên 9 salî veke.

Gelek parêzer, parlamenter, sazî, dezgeh, çalakvan û parêzvanên mafên jinan bertek nîşan dan û diyar kirin ku zagon rewakirin û erêkirina qirkirina jinan e.

Di çarçoveya bertekên li dijî hewldanên guhertina vê zagonê  de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî daxuyaniyek da û destnîşan kir ku dê bi tu awayî zagona li dijî jinan qebûl nekin û li hember zagonê serî netewînin.

Di daxuyaniyê de berdevka TAJÊ Riham Hico diyar kir ku biryara derxistina zagonê biryareke siyasî ye, armanca qirkirina jinan e û wiha got: “Ev qanûn li gorî rastiya dewlet û zihniyeta mêr e. Gelek xal û bendên zagonê hene ku li dijî jinan e. Ev zagon li gorî me zagonekî plankirî ye û bi zanebûn hatiye amadekirin.”

‘Dê aloziya li Iraqê hîn girantir bike’

Riham Hico da zanîn ku hêzên dewlet, zihniyeta mêr û baviksalarî bi hezar sal in li ser jinan zextan pêk tînin û destnîşan kir ku li Iraqê evqas alozî û pirsgirêk hene, li cihê ku Iraq wan pirsgirêkan çareser bike radibe zagonên ku pirsgirêkan hîn girantir dike derdixe û ev nirxandin kir: “Ji bo vê em wek tevgera jin li dijî vê zagonê ne ku mafê jinan ji destê wan digire. Qebûlkirina vê zagonê dê bi xwe re karesetên mezin a civakî bîne. Niha ji gelek aliyan ve li ser jinan tundî tê meşandin û ji bo mêr bê astengî tundî li ser jinan pêk bînin zagonan derdixin û bi van zagonan tundiya li ser jinan rewa dikin. Ji bo vê ev zagon dê tu carî neyê qebûlkirin.”

‘Biryarek siyasî û qirkirinê ye’

Riham Hico destnîşan kir ku ji bo bersivdayîna zagonên bi vî rengî divê jin hîn bêhtir xwe zane û birêxistin bikin û ev tişt anî ziman: “Lazim e her jinek û dayikek vê zagonê qebûl neke û li dijî vê derkeve. Beşeke vê zagonê bi rêxistin û hevgirtina jin re girêdayî ye. Ji bo pêşîgirtina biryarên bi vî rengî divê em weke jin dest bidin hev, yekitiya xwe çêbikin û beramberî vê serî hildin. Ji ber ev biryareke ne ji rêzê ye, biryareke siyasî û qirkirinê ye. Ji bo vê banga me ji her jin û rêxistinên jinan re ew e ku rabin ser xwe û vê biryarê qebûl nekin.”

Riham Hico di dawiya daxuyaniyê de diyar kir ku dê heta dawiyê li dijî biryar û kiryarên li ser jinan derkevin û li beramberî biryarên bi vî rengî serî netewînin.