TAJÊ xwest tavilê êrişên li ser Qadên Parastina Medyayê rawestin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser qadên gerîla daxuyanî da. TAJÊ diyar kir ku tevî agirbesta gerîla jî êrîşên dewleta Tirk qet nesekiniye berovajî êrîşên xwe hîn dijwartir kiriye û xwest tavilê êriş rawestin.

Şengal Di 27’ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk  pêvajoyek nû ya dîrokî da destpêkirin. Piştî banga Ocalan di 1’ê Adarê de PKK yekalî agirbest îlan kir û heta niha ev agirbest didome. Lê dewleta Tirk ku heta niha tu bersivek erênî nedaye agirbestê, êrîşên xwe yên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê didomîne. Ji hêla din ve têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên herî dawî HPG bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ji hewayî û bejahî ve bombardûmana  xwe li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike û destnîşan kir ku ji hewa û bejahî ve 748 caran êrîş hatiye kirin.

Derbarê agirbesta gerîla û êrîşên dewleta Tirk de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan daxuyaniyek da raya giştî.

Di daxuyaniyê de ji koordînasyona TAJÊ Şemê Remo axivî û ev nirxandin kir: “Tevî ragihandina agirbesta gerîla hê jî dewleta Tirk êrîşên xwe nedaye sekinandin û bi dijwarî êrîş dike. Her roj bi balfiran û çekên kîmyewî êrîşên gerîla dike û gerîla şehîd dixe. Heta niha dewleta Tirk bersivek nedaye agirbesta gerîla. Em aliyên ku naxwaze şer bisekine dijmin dibînin, dijminê civakan dibînin. Hemû dinya dizane piştî banga Rêber Apo gerîla agirbest îlan kir lê çima dewleta Tirk bersivek erênî nade. Berovajî qet êrîş û bombebarana xwe neda sekinandin.”

Herî dawî Şemê Remo diyar kir ku ew wek TAJÊ êrîşên dewleta Tirk ên li ser gerîla tu carî qebûl nakin û heta dawî bi gerîlayan re ne.