TAJÊ pêngava ‘Li dijî qirkirina jinan, bibe dengê xweparastinê’ ragihand
TAJÊ ji bo naskirina jenosîda li ser jinan pêngava bi navê “Li dijî qirkirina jinan, bibe dengê xweparastinê” ragihand û bang li hemû jinan kir ku bi hev re dengê xwe li dijî qirkirina jinan û ji bo xweparastinê bilind bikin.
Şengal - Ji bo naskirina jenosîda li ser jinan û civaka Êzidî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) gelek xebat dane meşandin. TAJÊ bi daxuyaniyekê niviskî pêngava bi navê “Li dijî qirkirina ser jinan, bibe dengê xweparastinê” ye ku îro ango roja 8’ê Adarê Roja Jinên Karker a Cîhanê ragihand.
Metna kampanyayê wiha ye:
“Li dijî qirkirina jinan, bibe dengê xweparastinê” Pêngava Enternasyonal a Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)
Ji 08.03.2024, roja jinên cîhanî, heta 03.08.2024’an, salvegera 10’an a fermanê, em dengê xwe li dijî qirkirina li jinan û ji bo xweparastinê bilind bikin.
Di vê pêngavê de em deng, îmzeyan û beşdariyên ji jin û rêxistinên jinan berhev bikin.
Hûn dikarin di rûpela din de der barê vê de zêdetir agahiyan bixwînin. Li gorî wê em bi hêvî ne ku hûn bi rêbazên dewlemendtir ên wek dîmen, wêne, stran, helbest, çalakî û hwd. tevli vê pêngavê bibin.
Ji bo jinên cîhanê;
Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) silav û rêzên xwe ji hemû jinên cîhanê yên ku têdikoşin û li ber xwe didin re dişînin. Ji bo hemû jinên ku li dijî şîdeta fizîkî û fikrî serî hildidin. Ji bo hemû jinên ku ji bo jiyana azad, xwe birêxistin dikin. Ji bo hemû jinên ku jiyana xwe, welatê xwe û çanda xwe diparêzin. Di roja îro de, şerên hovane û şîdeta dijmirovî didomin. Em jin, rastî lêdan, destavêtinê hatin, em hatin firotin, kuştin û şewitandin. Welatên me hatin dagirkirin û xweza hat wêrankirin.
‘Êş û berxwedana me yek e’
Lê li hemberî her êrîşê, berxwedana me û têkoşîna me li dijî şer, şîdet û qirkirina li ser jinan roj bi roj mezintir dibe. Ev yek hêvî û hêzê dide me. Ji ber ku li her derê êş û berxwedana me yek e. Sala 2024’an ji bo me jinên Êzidî saleke taybet e. Salvegera 10’emîn a jenosîdê û femîsîda ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li ser Şengalê pêk hatiye. Di 03.08.2014 de, bi dehhezaran mirovên Êzidî hatin kuştin, hatin dîlgirtin û hatin kolekirin. DAIŞ zarokên Êzidî neçar kir ku bibin leşkerên zarok. Her wiha, bi sedhezaran mirov ji Şengalê hatin koçberkirin. Cihên me yên pîroz hatin teqandin û bi dehan xanî hatin xerakirin. Lê bi sedan malbat li serê çiyayê Şengalê man, ruxmî hemû zor û zehmetî, dest ji axa xwe bernedan, çek rakirin û li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan. Ji bo rizgarkirina Şengalê şer kirin. Her wiha hêzên xwe yên parastinê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîniyên Jinên Şengalê (YJŞ) ava kirin. Bêguman di hemû komkujî û fermanan de herî zêde jin bûn qûrbanî.
‘Heya roja me 2 hezar û 941 mirov di destê DAIŞ’ê de ne’
Bi riya helandin û qetilkirina jinan armanc ew e ku nasname, çand û baweriya civakê bê tunekirin. Di fermana 2014’an de, jinên Êzidî ku dîlgirtî ketin destê DAIŞ’ê, rastî destavêtinê hatin, wek kole li sûkan hatin firotin û bi çeteyên DAIŞ’ê re hatin zewcandin. Heta îro, 2 hezar û 941 mirov di destê DAIŞ’ê de ne, hejmara herî zêde ji wan jin û zarokan in. Ev êrîşên jenosîd û femîsîdên dijî civaka li Şengalê, birînên zehmetin hîn di dilên me hemûyan de ye. Em dibêjin ev êrîş, êrîşên ji sîstema şîdeta baviksalarî bûn û êrîşên diĵî hemû jinên cîhanê bûn. Em rast nabînin ku heya îro DAIŞ û hevkarên wan dewleta Tirk, PDK yên ku jenosîd pêk anîn di dadgehek navnetwî de nehatine dadgehkirin. Ji ber vê yekê êrîşên sîstematîk dijî civaka Şengal didome. Di 03.08.2014’an de, parastina Şengal di bin kontrola PDK ê de bû. Lê dema êrîşên DAIŞ’ê dest pê kir, 12 hezar pêşmergeyên PDK’ê bêyî ku yek fîşekek biteqînîn reviyan û civaka Şengalê radestî çeteyên DAIŞ’ê kirin. Em dixwazin berpirsên fermanê bêne dadgehkirin, kesên jenosîd li dijî civaka me pêk anîn bên lêkolînkirin û dadgehkirin. Jenosîd û femîsîda 03.08.2014’an bû sedem di civaka me de gelek travma û windarin bê jiyankirin.
‘Parastina me tolhildana me ye’
Lê îro ev ax cihê berxwedana me ye. Gelek şervanên me ji bo parastina welatê xwe û civaka xwe jiyana xwe ji dest dan, şehîdên me her dem ronahî û hêviya me ne. Piştî sala 2014 an, civaka li Şengalê rêxistina xwe ava kirin, carek din ji nû ve jiyana xwe li ser fikir û felsefa rêberê gelan Abdullah Ocalan dest pê kirin. Wek jinên Êzidî bi felsefeya jin jiyan azadî me Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ava kir. Îro, bi serbilindî, em dikarin bibêjin dayikên me pêşengên berxwedana Şengalê ne. Em meclîsên xwe rêxistin dikin, milê çandî, tendirustî, aborî, ragihandin û dîplomasî kar dikin. Dîroka me, dîroka tekoşîn, berxwedanê ye di heman demê de dîroka 74. fermanan e. Em ji dîroka xwe fêr bûn ku em nikarin parastina xwe ji hêzên derve hêvî bikin. Ji ber vê, piştî fermana 2014 an me hêzên xwe ya parastinê YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê ava kir. YJŞ rûmeta me ye. Îro wek jinên Êzidî, em parastina xwe dizanin. Ev tolhildana me li dijî şidet û êşa me ye.
‘Êrişên li ser civaka me berdewam in’
Piştî deh sal ser ferman û femîsîdê re derbas bûn, hîna jî êrîşên dijî civaka me berdewam in. Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê êrîşên hewayî li ser hêzên me yên parastinê û li dijî sivîlan pêk tîn in. Ji sala 2017 an bi dehan keç û kurên Êzidî di van êrîşên hewayî de jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Her wiha, dewleta Iraq û PDK’ê bi zexta diplomasî û şerê taybet hewl didin ji bo sîstem û rêxistina me ya rêveberiya xweser li Şengalê bi riya hevpeymana 9’ê Cotmehê tune bikin. Ji bo hemû gelên bindest , civak û baweriyan, mafê xwe yê parastinê li dijî jenosîd û femîsîdê heye. Li ser vî esasî em dibêjin, li Şengalê, parastina civak û jinên Êzidî, YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxan e, ev yek mafek rewa ye.
Banga bilindkirina têkoşînê
Wek TAJÊ û YJŞ’ê, em li dijî neteweperestî, olperestî û bi taybetî li dijî zayendperestiyê têdikoşin ji bo dema pêş carekî din jenosîd û femîsîd dijî jinan, civakan yan baweriyan pêk neyê. Ji bo avakirina demokrasî, azadî û aştiyê, dema ku pêşegtiya jin di milê xwe rêxistin kirinê de, her wiha îrada azad nebe ne pêkan e ku pêk were. Bersiva herî rast dijî komkujî û şideta dijî jinên Êzidî, hevgirtin û rêxistina hemû jinên cîhanê ye. Ji ber vê, em dibêjin di sala 2024’an de, em têkoşîn û dengê xwe bi hev re li dijî qirkirina jin û ji bo parastina xwe bilind bikin.
Daxwazên me:
1. Qirkirina jin (femîsîd) sûcê şer e, qirkirina jin (femîsîd) bê naskirin, hemû sûcdar û hevkarên wan werin dadgehkirin.
2. Mafê jinan ji bo parastina jiyana xwe, welatê xwe û çanda xwe ji milê hemû civakan û saziyan ve were naskirin.
3. Fermana 03.08.2014’an ku ji milê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hat were naskirin. Hemû sûcdar û hevkarên wek DAIŞ, PDK, dewlata Tirk, dewlata Iraq werin dadgehkirin.
4. Îradeya civaka Şengalê, rêverberiya xweser, her wiha YBŞ , YJŞ û Asayîşa Êzidxanê were naskirin.
5. Hemû êrîşên li ser Şengalê, taybet êrîşên hewayî ya dewleta Tirk, dawî lê wereanîn. Ev pêngav, ji 08.03.2024’an roja jinên cîhanî dest pê dike heta 03.08.2024’an salvegera 10’emîn a fermanê dewam bike. Em deng, îmzeyan û beşdariyên ji jin û rêxistinên jinan berhev bikin û em ji bo hemû jinên cîhanê bang dikin, Werin em bi hev re, bi rûhê JIN JIYAN AZADÎ dengê xwe bikin yek, em dengê xwe li dijî qirkirina jin û ji bo xwe parastinê bilind bikin. Em dixwazin bi hev re berpirsên qirkirina jin dijî jinên li Şengalê û her cihê cîhanê ku qirkirina jin tê jiyîn sûcdar bên dadgehkirin.”