TAJÊ: Jin Jiyan Azadî rihê şoreşa jinê ye

TAJÊ bi boneya 2’emîn salvegera serhildana Jin Jiyan Azadî daxuyanî da. TAJÊ got, “Jin Jiyan Azadî rihê şoreşa jinê ye” û bang li hemû jinan kir bi tekoşînekî hevpar li dijî pergala mêr-dewletê serî hildin.

Şengal – Di 16’ê Îlona 2022’an de jina Kurd Jîna Emînî li Tehranê ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ yê Îranê ve hat qetilkirin. Li dijî qetilkirina Jîna Emînî bi hezaran gel li derdora felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ de bûn xelek û herikîn qadan. Li gel ku serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ya belavî seranserî cîhanê bû hê didome, zextên rejîma Îranê yê ji bo tepisandina serhildanê bi riya îşkence, girtin û darvekirinê didome.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya duyemîn salvegera serhildanê daxuyaniyek niviskî da. TAJÊ,  di destpêka daxyaniyê de tevahî cangoriyên serhildana jin jiyan azadî bi bîr anî û wiha got; “Em di şexsê Jîna Emînî û Şilêr Resûlî de tevahî şehîdên di serhildana  Jin, Jiyan, Azadî de jiyana xwe ji dest dan bi hezkirin û rêzdarî bibîrtînin. Em dewleta Îranê ya ku bi tu awayî hebûn, îrade û nasnameya jin nas nake, bi tûndî şermezar dikin. Li hemberî pergala mêr-dewletê û zihniyeta wê ya desthildar jin li ber xwe didin. Di oxira bi dest xistina azadiyê de berdêlên giranbiha û bi rûmet didin.”

‘Pergala mêr-dewletê ji bo jin û civakê xeter e’

TAJÊ di daxuyaniya xwe de bal kişand ser xeteriya pergala mêr-dewletê ya li ser jin û civakê û wiha hat gotin; “Bi sed sala ye pergala netew-dewlet, bi aqlê serdest yê mêr û bîdoziya wê, ji bo parastina desthildariyê  li hemberî jin û civakê şerekî pir qirêj tê meşandin. Ji bo jin û civakê, pergala mêr-dewletê çeka herî xeter e. Pergala mêr-dewlet di esasê xwe de dijminê jinan, civak û jiyanê ye. Hebûna xwe li ser vê dijminahiyê didomîne. Di sedsala em tê de dijîn de ev dijminahî gihîştiye astekî herî metirsîdar û êdî ev li hemberî tevahî jiyana mirovahiyê gef e. Ji ber ku li her qada jiyanê jin, bi mirin û kuştinê re rû bi rû ye. Jinî Emînî û bi hezaran jinên din ji encama vê zihniyeta ku  ji aliyê rêjîma Îranê ve li ser jin ferz dike hat hedef girtin û kuştin. Di ser serhildanan re du sal derbas bûn dewleta Îranê li şûna guh bide daxwazên jinan û civakê berovajî bi hezaran mirov girtin, darve kirin û qetil kirin. Di nava du salan de gelek jin bi darvekirin. Darvekirina jin û mirovan sucekî herî giran xedar yê li dijî nirxên mirovahiyê ye. Di şexsê Pexşan, Şerîfe û bi dehan jinên wekî wan metirsiya darvekirinê didome. Li dijî viya tekoşînekî hevpar û radîkal divê em jin bidin meşandin û dawî li vê zilmê bînin.”

‘Ji bo azadiya jin û civakê felsefeya Rêber Apo riya xilasiyê ye’

TAJÊ bal kişand ser felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya paradîgma azadiya jin û civakê digre navenda xwe û wiha domand; “Me wekî jinên Êzidî piştî fermanê fikir û felsefeya Rêber Apo nas kir. Me azadiya xwe di fikirê wî de dît. Jinên Rojhilatê Kurdistan û tevahî Îranê jî azadiya xwe, di vê felsefeyê de dîtin. Bi felsefeya Jin, Jiyan, Jzadî li dijî zilmê û komkujiya jinan serî rakirin û di nava du salan berdêlên pir giran dan. Paradîgmaya Rêber Apo pêşxistiye ji bo azadiya jin û civakê rêya xilasiya ji qirkirin û koletiyê ye. Ger fikir û felsefya Rêber APO neba, serhildana jinan wê li cîhanê ewqasî deng veneda. Ji ber ku jin pêşenga civak û jiyanê ye, lewma dema Jîna Emînê li Îranê ji aliyê ‘polîsên Exlaq’ û di bin navê dîn de hat qetil kirin, cardin bi pêşengtiya jinan serhildan çêbû û li tevahiya cîhanê berbelav bû.”

‘Heman zihniyeta ku Jîna qetil kir, ferman anî ser civaka me’

TAJÊ anî ziman ji bo azadiya civakê tekoşîna jinan xwedî rolekî dîrokî ye û wiha domand; “Em di demekî wisa de dijîn qetilkirina jinan bi awayekî pergalî bûye. Ji Kurdistanê heta Rojhilata Navîn û cîhanê jin bi heman zihniyetê tên qetil kirin û kuştin. Ji ber ku aqlê jinê dikuje yek e. Zihniyeta ku Jîna Emînî qetil kir, heman zihniyet bû ku ferman anî serê civaka meyî Êzidî. Di fermanê de jin û zarok herî zêde hatin kuştin, revandin û firotin. Ji ber ku armanc tinekirina jin û civakê ye, şikandina îrada civakê û jinê ye. Li hemberî pergala mêr-dewlet, li hemberî siyaseta şer, dagirkerî û qirkirina jin û civakê jin, tekoşîna hebûn û parastina nirxên mirovahiyê dimeşînin. Parastina hebûn û îradeya azad bi tekoşînekî radîkal û bi rihekî hevpar wê bi serbikeve. Li hemberî aqlê ku kuştina jinê rewa û wekî mafekî dibîne tekoşînekî hîn xort û bi rêxistinkirî hewcehî pê heye.”

‘Em xwe pêşeng û piştgirên herî bi biryar yê tekoşîna hevpar a jinan dibînin’

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi vê bang û biryardariyê dawî li daxuyaniya xwe anî; “Em bang li hemû jinên Cîhanê dikin, li hemberî cîhana mêr ya tê de tenê şer û kuştin heye bi felsefeya jin jiyan azadî serî hildin, qetilkirina Jîna Emînî û bi hezaran jinên mîna wê bikin sedema rabûn, tekoşîn û berxwedanê. Em wekî jinên êzidî xwe pêşeng û piştgirên herî bi biryar yê tekoşîna hevpar a jinan dibînin. Me xwe bi felsefeya Jin Jiyan Azadî bi rêxistin kir û tola fermanê hilanî. Bi vê bîr û baweriyê em bang li hemû jinên cîhanê dikin, bi taybetî bang li jinên ji her netewî li Rojhilatê Kurdistan-Îranê dijîn dikin yekîtiya xwe xurt bikin, tekoşîna xwe hevpar bikin. Em wekî jinên êzidî bi rihê xuşktiyê, bi felsefeya şoreşa jinê, Jin Jiyan Azadî dibêjin em ê heta dawî li dijî neheqî, qirkirin û zilmê bisekinin. Em bi van hestan carekî din di şexsê Jîna Emînî de tevahî şehîdên şoreşa jin jiyan azadî bi minet û hezkirin bibîrtînin û soza xwe ya mezinkirina tekoşînê dubare dikin.”