TAJÊ: Ji bo pêşîgirtina li fermanên nû divê rê li dewleta Tirk were girtin

Komîteya Dîplomasiya TAJÊ ji bo parlamentoya Swîsreyê ya ku jenosîda lis er Şengalê bi fermî nas kir, nameyek şand. TAJÊ di nameya xwe de got: “Ji bo pêşîgirtina li komkujî û fermanên nû divê rê li pêşiya dagirkeriya dewleta Tirk were girtin.”

Şengal - Parlamantoya Swîsreyê di 17’ê Kanûnê de jenosîda ku bi destên çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de hat serê civaka Êzidî bi fermî nas kir. Komîteya Dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ji bo parlamentoya Swîsreyê nameyek şand.

TAJÊ dinameya xwe de got: “Dagirkeriya dewleta Tirk ku bi xwe re DAIŞ’ê zindî dike xeteriyek cidî li ser Iraqê bi taybetî li ser civaka Êzidî li Şengal dide avakirin. Li ser vî esasî em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji we daxwaz dikin ku çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan PDK û dewleta Tirk di dadgeheke navneteweyî de bên darizandin. Ji bo pêşîgirtina li komkujî û fermanên nû divê rê li pêşiya dagirkeriya dewleta Tirk were girtin.”

Nameya TAJÊ wiha ye;

“Di dîroka mirovahiyê de li ser civakên Ermenî, Êzidî, Mesîhî Kurd û hwd. bi dehan caran komkujî bi armanca tunekirina wan çêbûne. Civaka Êzidî yek ji wan e ku di dîrokê de rastî 74 fermanan hatiye. Li ser xaka Mezopotamyayê baweriya Êzidayetiyê, yek ji baweriyên herî kevnar e ku bi hezaran salan li ser vê xakê bi baweriyên din re jiyaye û zirarê nedaye tu bawerî, ol û civakên din. Ev çanda kevnar 74 caran bûye armanca deshilatdaran û rastî êrişên qirkirinê hatiye. Fermana ku cîhanê jê re şahidî kir, fermana 3’ê Tebaxa 2014’an bû ku bi destên çeteyên DAIŞ’ê hat serê civaka Êzidî li Şengalê. Hêzeke tarî ya weke DAIŞ’ê li pêş çavên cîhanê bi awayekî herî hov êrişî civaka Êzidî kir û fermanê li serê wan rakir. Hovîtiya ku DAIŞ’ê li dijî civaka Êzidî kir mînakên wê di dîroka mirovahiyê de kêm tên dîtin.

‘Gaveke erênî ye’

Di ser vê fermanê deh sal derbas bûn, di van deh salan de 14 welatan fermana 3’êTebaxa 2014’an an bi fermî we jenosîd nas kirin. Bêguman ev gaveke girîng û dîrokî ye. Herî dawî di 17’ê Kanûna 2024’an de parlamantoya Swîsreyê jenosîd bi fermî nas kir. Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) gava ku we avêt girîng û erênî dibînin. Li ser kiryarên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê li dijî civaka Êzidî li Şengalê, we gelek lêkolîn kirin ku di encama van lêkolînan de bi fermî we fermana 74’an weke jenosîd nas kir. Em di wê bawariyê de ne ku ji bo darizandina DAIŞ’ê û hevkarên wan PDK’ê û dewleta Tirk ku sûcdarên sereke yên fermanê bûn, hûn ê bi erkên xwe yên mirovî rabin. Dewleta Tirk bi piştgiriya xwe ya ji DAIŞ’ê re, Partî Demokratî Kurdistan (PDK) jî bi firotina Şengalê û xiyaneta xwe bûn sûcdarên jenosîdê. Deh sal di ser jenosîdê re derbas bûn lê hê jî DAIŞ û sûcdarên ku vê jenosîdê kirin, di dadgeheke navneteweyî de nehatine darizandin. Ev yek dibe sedem ku DAIŞ careke din xwe zindî bike, zindîbûna DAIŞ’ê xeterên fermanên nû bi xwe re tîne.  

‘Ji bo ferman bi dawî bibin pêwîst e sûcdar werin darizandin’

Di roja îro de bi sedan şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê û Sûriyeyê hene. Dewleta Tirk bi piştgiriya xwe ya cebilxane, lojîstîk û perwerdekirinê, DAIŞ’ê xurt dike û zindî dihêle. Mînakên vê yekê em li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, li Efrîn, Serêkaniyê, Girê spî û herî dawî li Şehba û Minbicê dibînin. Ev cih ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, li wan deran kiryarên bi zihniyeta DAIŞ’ê berdewam dikin. Rojane mirov tên revandin, kuştin û koçberkirin. Jin rastî destdirêjî, tecawiz û qetilkinê tên. Herî dawî çeteyên girêdayî dewleta Tirk li Şehbayê serê jin û zarokan jêkirin û bi hovane qetil kirin. Li van cihên dagirkirî jenosîd berdewam dike, Êzidî, Kurd, Mesîhî, Misilman û civakên wê derê rastî qirkirinê tên. Ji bo rê li pêşiya vê qirkirina ku rojane tê meşandin bê girtin divê rê li pêşiya dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê were girtin û têkoşîna li hemberî DAIŞ’ê were xurtkirin. Dagirkeriya dewleta Tirk ku bi xwe re DAIŞ’ê zindî dike xeteriyek cidî li ser Iraqê bi taybetî li ser civaka Êzidî li Şengal dide avakirin.

Li ser vî esasî em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji we daxwaz dikin ku çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan PDK û dewleta Tirk di dadgeheke navneteweyî de bên darizandin. Ji bo pêşîgirtina li komkujî û fermanên nû divê rê li pêşiya dagirkeriya dewleta Tirk were girtin.”