TAJÊ: Em lîstokên qirêj ên şerê taybet li dijî Dîlgirtiyên Fermanê şermezar dikin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi daxuyaniyekê lîstokên qirêj ên şerê taybet ku di şexsê jinên Êzidî yê dîlgirtî de têne pêkanîn şermezar kir û got “emê bi têkoşîna hevpar hewldanên qirêj ên li dijî dîlgirtiyên fermanê pêşdikevin vala derbixin."

 

Navenda nûçeyan - Li ser medya dîjîtal duh ji aliyê hinek dezgehên ragihandina şerê taybet li Enbarê dîmenê jineke Êzidî ya dîlgirtî hate belav kirin. Li Dijî van kiryarên dijmirovî TAJÊ daxuyaniyeke nivîsk da û banga têkoşîna hevpar li beremberî polîtîqayên şerê taybet kir. Daxûyaniya bi vê rengî ye

Ji Raya Giştî û Saziyên Peywendîdar re:

Em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) lîstok û pîlanên qirêj ên dawî yên li ser dosyaya jinên rizgarbûyî, bi taybetî şerê taybet ê di bin navê doza "Umm Wasfî" de tê meşandin ji nêz ve dişopînin. Em li dijî van hewldanan helwesta xwe ya herî tund radigihînin, Ferman Berdewam e: Em ê Bêdeng Nemin!

heta ku yek esîra/ê me di destê kujer û çeteyan de hebe, fermana li ser civaka me berdewam e. Ti hêz nikare me bide sekinandin û em ê tola her jin, zarok û mirovên me hilînin. Em vê şerê medyayî û hewldanên reşkirinê bi tundî şermezar dikin! Em wan dezgehên medyayê yên ku êş û fermana li dijî civaka me pêk hatî dikin amûra siyaseta xwe ya qirêj, bi tundî şermezar û tawanbar dikin. Çêkirina van bernameyên taybet bi rasthatina salvegera Fermanê ne tesadûf e, lê êrîşeke bi plan û armanckirî ye. Ew dixwazin peyamekê bidin ku keçên me bi îrada xwe bûne Îslam! Ev dereweke mezin û hewldana reşkirina rastiya fermanê ye.

‘Bêdengiya li hemberî vê rewşê, tê maneya hevkariyê’

Daxuyanî wiha berdewam dike “Hemû cîhanê di dema fermanê de şahidî ji wan dîmenên hov ên çeteyên DAIŞ’ê re kirin bê ka çawa nêzî jin û zarokên me bûn, ew tev bi darê zorê, gefên kuştin û tundiyê xwestin wan ji nasname û baweriya wan qut bikin. Keç, jin û zarokên me yê di nav 12 salan de rizgar bûn şahidên rasteqîn yê hovîtiya çeteyan DAIŞ’ê anî serê civaka me ne.   

Piştî derketina malbatên çeteyan ji Kampa Holê, em wisa bawer dikin ku gelek jinên Êzidî bi zorê û bi nasnameyên sexte  li gelek herêmê Îraqê hene. Bêdengiya li hemberî vê rewşê, tê wateya hevkariyqê”.

Banga Rûmetê Ji Bo Keç û Jinên Esîr!

Tevgera Azadiya Jinên êzîdî di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû keç û xurtên Êzîdî kir ku li beremberî polîtîqayên şerê taybet têkoşîna xwe bikin yek û wiha dawî li daxûyaniyê anî “Hûn rûmet, û hebûna me ne. Ji tu zext, tirs, gef û polîtîkayên şerê taybet netirsin! Civaka Êzidî ya berxwedêr bi dil û rûmeteke mezin li benda vegera we ye, Xaka we û pîroziyên we her dem li benda we ne.

Banga me ji civaka me re jî heye li hemberî van kiryarên dijmirovî bibin xwedî helwesteke hevpar. Li dijî şerê taybet ê di şexsê jinên Êzidî de û bi taybetî li ser jinên dîlgirtî tê meşandin bi hişyarî tevbigerin. Em weke civak û jinên Êzidî di wê hêz û baweriyê de ne, li dijî her cûre êrîşên pêşdikevin bisekinin û helwesta pêwîst nîşan bidinû, Her weha Em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan, saziyên navneteweyî û raya giştî ya cîhanê dikin ku li dijî vê qirkirina çandî û fermana spî ya ku îro li dijî civaka me tê meşandin  bêdeng nemînin. Divê ev êrîşên ku rûmeta jinên Êzidî dikin armanc bên rawestandin. Bêdengî sûc e!.”