TAJÊ: Em jibîr nekin zilam jî ne azad e

TAJÊ di çerçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li gundê Dîgur semînerek da.

Şengal – Di çarçoveya xebatên ji bo 8'ê Adarê li Gundê Dîgur ser bi Şengalê ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve li ser wate û girîngiya hebûn û azadiya jin semînerek hat dayin.  Semîner ji aliyê Sara Botan endama akademiya jîneolojî ya Şengalê û Riham Hesen endama koordînasyona TAJÊ ve hat dayîn. Gelek kes tevlê semînerê bû.

‘Jin bi tekoşîna xwe gelek mafên xwe bi dest xistin’

Sara Botan Endama Akademiya Jîneolojî ya Şengal destpêkê de li ser wate û girîngiya 8’ê Adarê axifî û got: ‘Em dizanin ku ev roj rojeke bi êş e. Di vê rojê de jin hatine qetilkirin. Lê tekoşîna wan gerdûnî bû û gihişt astekê gelek bi hêz. Ji bo ku ev roj bibe roja jinan tekoşîneke pir mezin hat dayîn. Li Emerîka di sala 1911’an de 129 jin li fabrîkayekê hatin qetilkirin. Ji ber ku wan jinan dawa mafên xwe kirin, daxwaza keda xwe kirin hatin qetilkirin. Ji bo bîranîna wan jinan ev roj bi şahî û tekoşîn tê pîroz kirin. Ji ber ku vê tekoşînê hişt ku jin gelek mafên xwe bi dest bixe.”

Botan girîngiya 8’ê Adarê ya ji bo gelê Êzidî jî anî ser ziman û bal kişand ser çawaniya tekoşîna heyî û got: “Em ê çawa bikaribin ne tenê vê rojê hemû rojên xwe bikin rojên tekoşînê,  maf, nasname û hebûna jin nas bikin. Di dîrokê de rol û mîsyoneke jinên Êzidî heye. Heta astekê jinên Êzidî di nav civakê de tê naskirin jî. Lê mixabin bandoreke neyînî ji derve, li ser civaka me ava bûye. Rol û mîsyona jinê, erkên wê ji destên wê hatine sitandin.”

‘Divê carek din jin rola xwe ya nav civakê bi dest bixe’

‘Di fermanê de jî hat dîtin ku çawa erka xweparastinê ji jinê hatiye girtin. Jin ji civakê hatiye dur xistin. Ji ber vê yekê jî niha divê em çi bikin da ku li dîroka xwe vegerin û ew rola jin dîsa bidinê da ku pêşengtiyeke rast ji civaka xwe re bike.’

‘Pêwîste tekoşîna jin gerdûnî bibe’

Rîham Hesen Endama Koordînasyona TAJÊ jî di semînerê de axifî. Di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî jinan pîroz kir û wisa berdewam kir: “ Ev roj êdî bûye cîhanî. Ji ber ku ev zilma li ser jinê ne tenê li bajarek, yan jî li welatek tê meşandin. Pergala baviksalarî li her derê bi heman aqlê nêzî jin û civakê dibin.

Ger em bixwazin van êrişên ser xwe rakin divê beriya her tiştî mêr li beramber jinan nesekinin. Em hemû xwedî bav û bira ne. Divê nebin rêgir. Her yek ji me bikaribe bi rola xwe rabe. Wê demê wê civaka me bibe civaka herî zana, herî pêşketî. Wê bikaribin cîlê herî pêşketî ava bikin ku bi kevneşopî û çanda xwe ve girêdayî ne û welatparêz in. Bi vî rengî dikarin bersiv bidin hem êrişên fîzîkî hem jî yên çandî.”

Riham Hesen got: “Em dibêjin azadiya jin, azadiya civakê ye. Lê dema em îro bahsa azadiya jin dikin, divê em jibîr nekin zilam jî ne azad e. Îro hemû civak bindest e. Ji bo wê jî, divê tekoşîna hevpar bê meşandin.”

Semîner bi dirûşma ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ bi dawî bû.