TAJÊ çû serdana goreke komî ya li Şengalê
TAJÊ serdana gorên komî yên kesên di Fermana 74’an a 3’ê Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê hatin qetilkirin kir.

Şengal – Bi nêzhatina salvegera 3’yê Tebaxa 2014’an re, civaka Êzidî qurbaniyên xwe yên fermanê bibîr tîne. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) duh serdana goreke komî ya li Gundê Qinê ya bajarê Şengalê kir.
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Rîham Hesen ve hete dayîn.
Di daxuyaniyê de şehîdên fermanê hatin bibîranîn û hat gotin ku ‘em weke civaka Êzidî nahêlin fermana 2014’an were jibîrkirin û emê tola fermanan bi rêxistinbûyina xwe bistînin.”
Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Rîham Hesen anî ziman wê tu carî ewê şehîdên xwe jibîr nekin û wiha dewam kir: “Îro em li Gundê ku şehidiya gelek komkujiyan kiriye li gundê Qinê yê bajarê Şengalê kom bûne. Komkujî tenê ne li vir hatine kirin. Li her gund û bajarekî Şengalê gorên komî hene û ev der bûne şahidê vê fermana hovane ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ ve hatibû serê civaka Êzidî. Di serî de em di şexsê dayîka pîroz Dayê Gulê ku li hemberî dijmin sekinî, şer kir û canê xwe ji bo axa xwe da, Şehîd Cîlan ku keça civaka Êzidî bû ji bo nekeve destê çeteyan demarên destên xwe birî, serê xwe da lê sira xwe neda, her wiha Dayê Erzan ku dev ji axa xwe berneda û di mala xwe de bi şeklekî hovane hate kuştin, em şehîdên fermanê bibîr tînin û bejna xwe li hemberî hemû şehîdan ditewînin. Bi dilekî tijî hêrs em soz didin ku wê heyf û tola şehîdên me li erdê nemîne. Weke civaka Êzidî emê herdem van şehîdan bikin ronahiya têkoşîna xwe.”
‘Jibîrkirina fermanê xiyaneta herî mezin e’
Di berdewama axaftina xwe de Rîham Hesen da zanîn ku jibîrkirina fermanê îxaneta herî mezin e û wiha pê de çû: “Ev gorên komî her dem li pêş çavên me ne û em fermanê tu carî jibîr nakin. Jibîrkirina fermanê xiyaneta herî mezin e. Emê hesab ji yên ku bûne sedema vê fermanê bixwazin. Em ne civakekî wisa ne ku tenê bi komkujiyan werin nasîn. Em civakeke bi hezarên sala li ber xwe dane û li hemberî her fermanekê serê xwe rakiriye ye. Emê hîn zêdetir li ber xwe bidin.”
‘Hûn nikarin rastiyê veşêrin’
Rîham Hesen balkişand ser fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ku hîn ji aliyê dewleta Iraqê wekî jenosîd nehatiye nasîn û got “Ji her demekê bêtir baweriya me bi hêza me heye. Emê biser bikevin. Ew dijminê ku dixwest vê nasnameya Êzidiyatiyê tune bike û zimanê Êzidî nehêle re em dibêjin ku niha civaka Êzîdî li ser axa xwe ye, em bi hev re jiyan dikin û bi zimanê xwe daxivin. Bersiva herî mezin ji bo dijminên me ev e. Ev nêzîkatiya Iraqê ya heta niha, hêvî nade mirovan. Ji ber ku ev sala 11’mîn e hîn jî Iraqê çavên xwe li van gorên komî venekiriye û jenosîd qebûl nekiriye. Tevî ku 14 dewletên cuda jenosîd qebûl kiriye, dewleta em tê de jiyan dikin hîn vê fermanê wekî jenosîd qebûl nekiriye. Em li vir ji dewleta Iraqê re dibêjin heke hûn jenosîdê qebûl nekin jî hûn nikarin rastiya vê jenosîdê veşêrin. Ji ber hemû deverên Şengalê bûye şahidê vê jenosîdê.”
Di dawiya daxuyaniyê de li cihên gorê komî gul hatin danîn û jinan sirûda ‘Şehîd namirin’ berz kirin.
Derbarê serdan û bîranîna li ser gorê komî de jinên Êzidî ji ajansa me re axivîn.
‘Em ê tu carî fermanê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin’
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Behar Qeyranî anî ziman ku em ê tu carî fermanê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin û wiha got: “Em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji ber nêzhatina salvegera 3’yê Tebaxê 2014’an em li vir hazir bûne. Me weke erkek li ser milê xwe dît ku em gorên xwe yên komî bibîr bixin û nehêlin werin ji bîr kirin. Em tu carî vê fermanê jibîr nakin û nadin ji bîr kirin. Gelek kes roja fermanê li vir hatin kuştin. Em bejna xwe li hemberî wan şehîdan ditewînin û dibêjin emê tola wan bi xurtkirina kar û xebatên xwe ve rakin.”
Emê bersiva 74 fermanan bi tekoşîna xwe bidin
Berdevka Meclîsa Gel a Şengalê Emşê Korkorkî di axaftina xwe de anî ziman ku ewê bersiva 74 fermanan bi tekoşîna xwe bidin û wisa dewam kir: “Ji bo şehîdên fermana sala 2014’an bibîr bînin em îro li vir kom bûne. Vê gora komî ya li gundê Qinê ya bajarê Şengalê ye me serdan kir û bi daxuyaniyekê bibîr anî. Civaka me di fermanê de ji bo xwe xilas bikin reviya û xwe gihandin van deran lê ji destê DAÎŞ’ê rizgar nabûn û li vir rastî komkujîyê hatin. Em hîn jî nizanin li vir çend kes hatiye qetilkirin, hestiyên wan hatine rakirin lê belê hîna jî tu agahî li ser wan nîne. Helbet bi şeklekî hovane ev mirov li vir hatine kuştin. Ne tenê li vî gundî bi dehan gundên weke Girzerik, Sîba, Şêx Xidir, Tilezêr û hwd li Şengalê gorên komî hene. Divê beriya her tiştî jin xwe rêxistin bike ku carek din em rewşek wisa jiyan nekin. Heta niha jî jinên Êzidî li bazaran têne firotin û têne tecawizkirin, qêrîna dayîk û xwîşkên me hê jî di guhên me de ne ku digotin me xilas bikin ji destên van hovan. Em ê bersiva 74 fermanan bi tekoşîna xwe bidin.”