Suzan Heme Seîd: Pêwîst e jin xwe rast perwerde bikin
Li Koyê, ji ber zihniyeta baviksalarî jin serlêdana dadgeh û saziyên ewlehiyê wekî “şerm” dibînin û ji qanûnê dûr dikevin. Seroka Yekîneya Karûbarên Yasayî Suzan Heme Seîd bal kişand ser kêmasiya hişmendiya hiqûqî û bê perwerdehiyê.
ŞILÊR KOYE
Koye – Li Koye, di nava civakê de zihniyeta zilamsalar serdest e, dema jin ji ber pêdiviyeke yasayî serî li dadgehan an hêzên ewlehiyê didin da ku gilî bikin, ev yek ji bo wan wekî “şerm” tê dîtin. Ji ber vê yekê, jin ji qanûnê dûr dikevin, pirsgirêkên xwe di nav malbatê an jî ji xwe re dihêlin.
Li hember vê yekê, jin li ser girîngiya dûrketina ji biryarên şaş dema ku rastî tundiyê tên (çi ji mêran be çi ji zayenda xwe be) tên perwerdekirin, li şûna wê şîret li wan tê kirin ku bi parêzeran re bi şêwirin û mafên xwe bi rêyên qanûnî bigrin. Wekî din, hem zirara madî û hem jî ya hestyarî dikare çêbibe. Mînak, dayîkên ku zarokên wê ji hêla mêrê wê ve ji wê hatine standin, dikare serî li xwekuştinê an jî zirardayîna xwe bide. Ruxmê ku mafê jinan yê qanûnî heye ku zarokên xwe vegerînin.
Seroka Yekîneya Karûbarên Yasayî Suzan Heme Seîd, li ser hişmendiya yasayî ya jinan û çawaniya tevgerîna wan dema ku rastî tundiyê tên nirxandinên girîng pêşxistin.
‘Hişmendiya yasayî kêm e, jin mafên xwe nizanin’
Suzan di nava gotinên xwe de balê dikşîne li ser nezanîna jinan ya di hêla yasayî de û got: “Mixabin, hejmareke mezin ji jinan hişmendiya wan a yasayî kêm e û mafên xwe nizanin. Ji ber vê yekê, ew pir caran ji mafên xwe bêpar dimînin. Lêbelê, Destûra Iraqê û qanûnên ku ji hêla parlamentoyê ve hatine derxistin mafên jinan diparêzin; da ku di tu rewşek tundiyê de mafên wan ji destê wan neyên girtin.”
Wê her wiha girîngiya şopandina pêvajoyên qanûnî yên jinan tekez kir. Wê diyar kir ku dema pirsgirêkek derdikeve holê, divê ew li şûna ku biryarên xelet bidin, serî li qanûnê bidin. Destnîşan kir ku di dadgehan de parêzer û şêwirmendên qanûnî hene û yekîneyên qanûnî di saziyên fermî de xizmetan peyda dikin. Suzan bi taybetî behs kir ku yekîneyên girêdayî Wezareta Malbat û Karûbarên Civakî ji bo pirsgirêkên navmalî piştgiriya qanûnî pêşkêş dikin. Her wiha ji her kesî re bi bîr xist ku erkê polîs û hêzên ewlehiyê ew e ku parastina welatiyan bike.
‘Metirsiya tundiya dîjîtal û rêbazên xelet yên çareseriyê’
Suzan Heme Seîd, li ser cureyên tundiyê axivî û diyar kir ku gelek cureyên tundiyê hene û ya herî gelemperî îro bi rêya tora civakî çêdibe. Gelek jin di hêla qanûnî de ne xwedî zanistin. Wê destnîşan kir ku jin carinan bi rêya wêneyan rastî heqaret an gefan tên. Suzan dibêje ku gelek kes pirsgirêkan bi xeletî çareser dikin. Ji bo kesên ku gef li ser wan dixwin bêdeng bikin pereyan dide an jî hilbijartina rêbazên ku dibin sedema encamên xerabtir hildibijêrin.
Wê got ku hin jin ji ber tirsa ji malbatên xwe dengê xwe dernaxin, lê dikarin ji kesên herî nêzîkî wan alîkarîyê bixwazin. Tekez kir ku divê tu jin zirarê nede xwe, netirse, an jî pirsgirêkên xwe veneşêre.
‘Hem ji bo xwe hem jî ji bo jîngeha xwe hişyar bin’
Suzan Heme Seîd dibêje ku pêwîste dadgehê weke mala xwe bigrin dest. Lewra çûyîna dadgehê şerm nebînin. Suzan wiha rêz da gotinên xwe: “Divê ev têgihîştin bi dawî bibe. Divê jin berî ku rastî her pirsgirêkekê werin, xwe perwerde bikin. Em êdî dikarin bi hêsanî ji telefonên xwe bigihîjin agahiyan; li şûna naveroka vala, divê em naveroka yasayî û hişyarker bixwînin. Divê em hem ji bo xwe û hem jî ji bo jîngeha xwe kesên hişyar bin.”
Di dawiyê de, Suzan Heme Seîd spasiya rêxistinên medyayî yên ku ji bo hişyarkirina jinan dixebitin kir û got ku divê hemû dezgehên medyayî li hember vê mijarê hesastir bin. Her wiha xwesteka xwe anî ziman ku dersên hiqûqê ji destpêka perwerdehiya xwendekaran re werin dayîn. Wê diyar kir ku divê her kes ji her deverê ku lê be (dibistan, mizgeft, li ser ekranan û li deverên giştî) hişyariyê belav bike.