Suzan Îşbîlen: Li cihê ku newekiya jin û mêr hebe demokrasî tune ye

Seroka Komeleya Jinan Rosa Suzan Îşbîlen, bal kişand ser girîngiya komîsyona li meclisê hatiye avakirin, diyar kir ku mijareke girîng jî ew e ku cudakariya zayenda civakî bi dawî bibe û got: “Li cihê newekheviya jin û mêr hebe demokrasî tune ye.”

ARJÎN DÎLEK ONCEL 

Amed – Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de û biryarên ku bi Kongreya 12’an a PKK’ê hatin girtin, bi merasîma şewitandina çekan a di 11’ê Tîrmehê re “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ket merheleyeke nû.

Di çarçoveya pêvajoya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê ki de komîsyona ku ji parlamenteran pêk tê li meclisê hat avakirin û roja 5’ê Tîrmehê civîna yekem li dar xist.

Di komîsyona ku ji 51 endaman pêk tê, AKP 21, CHP 10, DEM Partî 4, MHP 4 û Partiya Riya Nû (Yenî Yol Partisi) jî 3 parlamenter temsîl bikin. Di AKP’ê de 4, di CHP’ê de 3, di DEM Partiyê de 2, bi giştî 9 jin di komîsyonê de hene. Ji MHP’ê, Partiya Riya Nû (Yeni Yol Partisi) TÎP, EMEP ve DSP’ê jinan di komîsyonê de cih negirt.

Axaftina vekirinê ya komîsyonê Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş kir. 

Mijara sereke ya civîna yekem, diyarkirina esas û usûlên li ser xebatan bû. Navê komîsyona li meclisê hat avakirin jî "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasî” ye.

Seroka Komeleya Jinan Rosa Suzan Îşbîlen, li ser bendewariyên jinan ên ji pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji ajansa me re axivî.

Suzan Îşbîlen bal kişand ser hewldanên jinan ên di pêvajoyên aştiyê de, diyar kir ku jin ji aliyekî ve ji bo aştiyê, ji aliyekî ve jî li dijî feraseta mêr têdikoşin.

‘Pergala ku jinan di merheleya destpêka civakbûnê de ava kirine li dijî pergala desthilatdariyê ye’

Suzan Îşbîlen, sedema aştîxwaziya jinan bi van gotinan anî ziman: “Dema em li pêvajoyên dîrokî dinêrin, dibînin ku yên şeran derdixin mêr in. Heta niha em nebûne şahid ku jinek şer derxistibe lewre nêzikahiya feraseta mêr a li civakê bi temamî mekanîk e, tenê ji aliyê desthilatdariyê û pere ve dinêre. Ji aliyê mirovî ve nafikire, ji ber wê heta ku dikare şer didomîne. Bazara hilberandina çekan heye ger şer nebin dê çek li ku werin bikaranîn? Ferasetên ku çekan hildiberînin, li dahata aborî dinêrin. Hilberîna çekan weke hêz dibînin. Her ku vê yekê hêz dibînin, hewl didin li ser cîhanê desthilatdariya xwe ava bikin. Vê pêşketinê weke amûra desthilastdariyê dibînin. Jinên ku tu berjewendiya wan ji şer tune ye çekan hilnaberînin, hewesa wan a desthilatdariyê tune ye jixwe pergala ku jinan di destpêka civakbûnê ava kirine jî li dijî desthilatdariyê ye. Di civakekek ku wekheviya jin û mêr heye, di nava pergaleke komunal de jiyan hebûye ji ber vê yekê jinan tu car şer dernexistine, li dijî şer bûne.”

Di eniya li dijî şer de cih girtin

Suzan Îşbîlen bal kişand ku jin bi rêbazên aştiyane di çareseriya pirsgirêka Kurd de pêşengiyê dikin, çalakiyên jinan ên ji bo aştiyê li dar xistine bi bîr xist û wiha got: “Desthilatdarî her çiqas li ser navê xwe bibêje ‘Tirkiyeya bê teror’ jî em vê pênaseyê napejirînin. Vê pêvajoya ku em bi navê “Aştî û Civaka Demokratîk” pênase dikin jî jin jê re pêşengiyê dikin. Bi hemû hêza xwe hewl didin bingeha avakirina civaka demokratîk ava bikin lewre heta ku mirov rêxistinkirî nebin ne pêkan e aştî were.”

‘Ev pêvajo encama keda jinan e’

Suzan Îşbîlen diyar kir ku ji bo aştiyê hêviyek çêbûye, di nava vê pêvajoyê de gelek pirsgirêk dikarin werin çareserkirin û wiha domand: “Ger aştî çêbibe jin dixwazin bi vê pêvajoyê re azadî jî çêbibe. Tu carî feraseta mêr a ku hebûna jinan napejirîne qebûl nakin. Jin dixwazin di warê aborî, şexsî û ramanî de azad bin. Dixwazin xwedî mafan bin. Jinan ji bo aştiyê gelek hewl dan, bi aliyên cuda re nêrînên xwe vegotin, meş, çalakiyan li dar xistin, xebatên rêxistinkirinê meşandin. Vê hewldana jinan dê pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe. Desthilatdariya ku bi salan hewl da civakê bê refleks bihêle, negihîşt armanca xwe lewre jinan bi çalakiyên xwe vê yekê vala derxistin.”

Kêmbûna hejmara jinan

Suzan Îşbîlen li ser girîngiya avakirina komîsyonê û lidarxistina civîna yekem got ku di komîsyonê de kêmbûna hejmara jinan cihê rexneyê ye û wiha berdewam kir: “Komîsyon ji 51 kesan pêk tê, tenê 9 jin hene.  Ev dibe ji sedî 17,5. Diviyabû ji sedî 50 bûya. Em ji pêvajoyê bi hêvî ne lê divê di xebatan de hejmara jinan zêdetir be. Zêdebûna hejmara mêran dibe sedema fikrên neyînî. Hêvî dikim fikarên me vala bin lê mêrên ku şeran derdixin dê di pêvajoya ji bo aştiyê de bi hejmara zêde ya di komîsyonê de çiqas bikaribin li ser aştiyê biaxivin.”

Daxwazên jinan

Suzan Îşbîlen li ser hêviyên jinan ji pêvajoyê jî got ku divê di demek nêz de gavên demokratîk werin avêtin û got: “Divê guherînên hiqûqî werin kirin. Dibêjin “Tirkiyeya bê terror.” Tişta ku jê re dibêjin teror wisa bê sedem derneket. Encama neçareseriya pirsgirêka Kurd e. Ziman û çanda Kurdan qedexe ye, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê tune ye. Divê em hemû çêbibin. Divê ev komîsyon bi feraseta demokrasî û wekheviyê bixebite. Hêviya me ev e. Ger sedemên demên berê yên bingeha şer ava kirine ji holê ranebin, aştiyeke ku bi mijarên cuda were avakirin jî dê demdirêj nebe.”

‘Divê jin di warê guherandina mêr de bi îsrar bin’

Suzan Îşbîlen bi gotinên; “Dema em di pêvajoyên dîrokî de mêtinkariya li ser jinan û sedemên zêdebûna şîdetê dibînin, dibînin ku sedem nebûna pergala demokratîk bûye” got ku newekheviya zayenda civakî yek ji astengiyên li pêşiya demokratîkbûn ê ye.

Suzan Îşbîlen, gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Feraseteke ku pergalê ava kiriye heye. Ev pergal rola jin û mêr diyar dike. Di vê rolê de ji jinê re dibêje tu yê bibî kole, ji mêr re dibêje tu yê li ser jinan rêveberiyê bikî. Di civakeke wiha de mirov nikara behsa demokrasiyê bike. Divê pirsgirêkên civakê, bi pirsgirêkên jinan re werin çareserkirin. Pêvajoya ku jin wekhev û azad nebe, di civakeke ku di bin desthilatdariya mêr de ye, demokrasî nabe. Bi feraseteke wiha demokrasiyê aştî nabe. Hêzên çalak ên civakê jin û mêr in, ger yek ji van hêzan yeka din bikuje, hewl bide tune bike, du zayendên dijminên hev çêdibin û di rewşeke wiha de mirov nikare behsa aştiyê bike. Divê destpêkê di navbera jin û mêr de aştî hebe. Belê jinan di nava pêvajoyên dîrokî de kêmasiyên xwe dîtin, bi hêza xwe hesiya û xwe zana kir û got ‘ez ê êdî serî li ber mêr netewînim’ lê mêr tu carî neket nava lêpirsînek, her dem ji xwe razî bû, qada konfora xwe parast. Divê jin di warê guhertina mêr de bi îsrar bin êdî jineke ku serî li ber rolên civakî bitewîne tune ye. Heta ku ew guherîn çênebe, di navbera jin û mêr de aştî pêk nayê.”