Suweyda naşikê: Dizane kî ye û çima şer dike – GOTAR
Suweyda naşikê. Dibe ku were dorpêçkirin, bibe hedef lê tu carî naşikê lewre dizane kî ye û çima şer dike.

ROŞÊL CONYOR
Di serdemek ku wate diguherin, rastî tên berevajîkirin de, Suweyda bi serbilindî li ser piyan e. Lewre ne xwedî artêşek, xwedî rûmeta civakî ya ku nikare were firotin e.
Tiştên îro diqewimin ne tenê pevçûnek e ne jî krîzeke ji rêzê ya ewlehiyê ye. Ev şerekî manewî yê li dijî bajarek e. Ji ber ku vî bajarî girêdanê napejirîne, bi xwîna zarokên xwe, bi tirsa jinan û bêdengiya cîhanê bedelan dide.
Çi ecêb e ku navê “Ewlekariya giştî” li saziya ku tirs û xofê li bajar belav dike hatiye kirin. Wê saziya ku diviyabû gel biparasta hişt, bû rehê terora fermî. Davêje ser malan, bêyî ferman mirovan binçav dike, li cihê ewlehiyê tirs û xofê belav dike lê tevî her tiştî vê pergalê li Suweydayê îflas kiriye. Ne dikare bikeve, ne jî otorîteya xwe saz bike lewre gel bi tiştên di dest xwe de li pêşiya êrîşkaran sekini û got “na.”
Berê xwe dan xwendekarên zanîngehan
Piştî ku otorîteyê nikaribû eniya berxwedanê bişkîne, berê xwe da helqeya herî qels. Vê carê hedef yurdên zangîngehan bûn. Xwendekarên Suweydayî yên ji malbatên xwe, bêparstin bûn tenê ji bo ku ji vê zxê yan jî girêdayî mezheb bûn hatin hedefgirtin.
Hedefgirtina xwendekarek zanîngehê ji bo hesabên siyasî di kîjan mantêqê de heye? Aîdiyeta erdnîgariyek bû sûc qey? Parastina mala xwe sûc e qey?
Ger mirov Suweydayê tenê weke mezheb an jî erdnîgarî bibîne dê şaş be. Suweyda îro navê sekneke mirovî û exlaqî ye. Mînaka dîrokî ya gelekî ku serî li ber zulmê natewîne, axa û mirovên xwe diparêze, nahêle mirov bibin kole ye. Belê îro şerê tê kirin li dijî vê seknê ye.
Suweyda ne ji ber ku qels e daxwaza parastina navneteweyî dike. Ji ber ku rastî tomet û dorpêçê hatiye vê yekê dixwaze. Xwendekar ne dilşewitandinê, mafê perwerdeyê dixwazin.
Suweyda naşikê. Dibe ku were dorpêçkirin, bibe hedef lê tu carî naşikê lewre dizane kî ye û çima şer dike.