Suweyda di bin dorpêçê de ye
Çalakvana siyasî Reqiya El-Şair bal kişand ser dorpêça li ser Suweydayê û tekez kir ku ev dorpêçkirin ne tenê tedbîrek ewlehî an leşkerî ye, lê belê "amûrek zexta siyasî" ye ku ji bo xurtkirina desthilatdariyekê tê bikar anîn.

Suweyda – Piştî hewldana têkçûyî ya endamên çekdar ên girêdayî Heyet Tehrîr el-Şam ên cîhadîst ji bo girtina bajarê Suweydayê ya Sûriyeyê di 29’ê Nîsanê de, bajar ketiye rewşek bêhempa ya xirabûnê. Bajar, xistine bin dorpêçekî ku jiyanê felç bike û girêdayî krîzê jî hewildana çareserî an jî bertekek bi giştî tune ye.
Di berfirehiya vê dorpêçê de rêyekî tenê ya derketinê ku li ser rêya reş a Şam-Suweydayê hebû ew jî hate girtin. Ev jî bu sedem ku pêdiviyên mîna erzaq, sotemenî, derman û malzemeyên tibî qut bibin û ev peyam felaketa mirovî nîşan dide.
Binpêkirinên li hember civaka Dûrzî
Çalakvana siyasî Reqiya El-Şair, yek ji beşdarên tevgera aştiyane ya li Suweydayê, got: "Bazar girtî ne, avahî rawestiyane, sotemenî tune ye. Nexweşxane û dermanxane jî rûbirûyî kêmbûna malzeme û dermanan e. tiştên ku îro diqewime şerekî aborî ye ku armanc dike îradeya gel bişkîne û wan neçar bike ku teslîmî desthilatdariya fiîlî ya bi navê hikûmeta demkî bibin. Ev dorpêçkirin ne tenê tedbîrek ewlehî an leşkerî ye, lê belê "amûrek zexta siyasî" ye ku ji bo xurtkirina desthilatdariyekê tê bikar anîn ku "rewabûnê îdia dike" li ser hesabê rûmet û ewlehiya gel. Şerme ku nanê gel jî bûye qartekî siyasî. Gelê Suweydayê tenê ji ber ku azadî û edalet xwestine hatine dorpêçkirin.”
‘Civaka Navnetewî pêwîste sucdaran darizîne’
Rakiye El-Şair, di berdawamiya axaftina xwe de vana anî ziman: “Serokê Ruhanî yê Suwedayê Şex Hikmet El-Hicrî aniye ziman ku ew desthilata Suriyeyê nasnakin. Dabû xuyakirin ku, ev desthilat di hemu sembolên navneteweyî de di lîsteya terorê de cih digire. Piştî makezagon qebûlnekirin şûnde ji ber qetlîamên ku li herêmên sahîl li hember xwişk û birayên me yên Elewî kirin hat şermezar kirin û şûnde jî ev desthilat li hember Suweydayê kete nav şerekî medyayî.”
El-Şair li hember kirînên li Suweydayê tê jiyîn banga berpirsyartiyê li civaka navnetewî kir: "Ev rastî destwerdana aktorên navneteweyî yên peywendîdar û dîtina çareseriyan ji bo pirsgirêkên ku ne tenê li Suweydayê, li hemû axên Sûriyeyê yên di bin kontrola van çeteyên nerêkûpêk de têne jiyîn, pêwîst dike.”
‘Em rêveberiyekî ku şîdetê dike û perçe dike red dikin’
El-Şaîr wiha berdewam kir: “Suweyda ne giravekî îzole ye. Em jî parçeyekî vê welatî ne. Lê em rêvebirina bi şîdetê, bi hêzên milîsan qebûl nakin. Em ne cuda ne, parçebûnê naxwazin. Em dewletek li ser bingeha hemwelatîbûnê, dewletek ku bi serweriya hiqûqê tê birêvebirin û avahiyek ku ol û dewlet tê de ji hev cuda bin, dixwazin. Dewletek ku her kes tê de wekhev e dixwazin."
Rakiye El-Şair a herî dawî got “Tiştên ku îro em pê re rûbirû tên ezmûnekî ne tenê ji bo Suweydayê, ji bo hemu mirovatiyê ye” wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelo ev dengê ku ji Cebel El-Ereb bilind dibe dê were bihîstin an jî dê taritiyê de were tepisandin?”