Suryanan ji bo naskirina zimanê xwe bi Parêzgerê Hesekê re hevdîtin pêk anî
Pêkhateyên Suryan ku bi Parêzgerê Hesekê re rûniştin gotin ku ”Me nameyek pêşkêşkir da ku bighîne hikûmeta demkî. Me daxwaz kir ku zimanê Suryanî bê nasandin. Piştî gihîştina vê qonaxê divê mafên hemû pêkhateyan di destûra Sûriyeyê de bên mîsogerkirin.”
Hesekê –Li bajarê Hesekê, welatiyên Suryan xwepêşandanek li dar xistin û daxwaza nasandina fermî ya zimanê Suryanî û pejirandina saziya ‘Olf Taw’ kirin. Xwepêşanderan gotin ku ev gav ji bo parastina ziman, nasname û mîrata çandî ya pêkhateyên resen ên Sûriyeyê ye.
Di xwepêşandanê de endamên Partiya Yekîtiya Suryanî, ciwananên Navenda çanda Suryanî, her wiha Partiya Yekîtiya Jinên Suryanî amade bûn. Xwepêşandan li ber avahiya parêzgehê ya li Hesekê hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankartên “Zimanê Suryanî zimanê dîrokî û şaristaniya Sûriyeyê ye”, “Em daxwaza pejirandina saziya Olf Taw dikin” û “Zimanê dayîkê çand û nasname ye” hatin hilgirtin.
Di xwepêşandanê de şandeyek ji Partiya yekîtiya Suryan derbasî avahiya parêzgeriyê bû û bi Parêzger Hesekê Nûrdîn Ehmed re hevdîtin pêk anî û daxwaznameyek pêşkêşî wî kir.
Banga ji bo nasandina zimanê Suryanî
Rîma Merşo di axaftina xwe de got ku zimanê Suryanî zimanekî resen û xwedî mîrata dîrokî ya Sûriyeyê ye û bang li hikûmeta Sûriyeyê kir ku vî zimanî bi awayekî fermî nas bike. Rîma Merşo wiha got: “Zimanê Suryanî di dîrok û şaristaniya Sûriyeyê de cihê girîng digre û divê di destûra Sûriyeya pêşerojê de cihê xwe yê fermî bistîne.”
Lorîs Hena jî ku yek ji endamên çand û hunera Sûryan e, got ku ziman nîşana nasnameya civakan e û nifşa nû dixwaze bi ziman û çanda xwe fêr bibe û bipêşkeve. Lorîs Hena axaftina xwe wiha domand: “Em bi zimanê xwe tên nasîn. Em dixwazin zimanê me bê naskirin.”
‘Mafên hemû pêkhateyan divê di destûrê de bên parastin’
Piştî ku şande ji gel parêzgerê Hesekê derket, Endamê Desteya Rêveberiya Partiya Yekîtiya Suryanî ya li Hesekê Gabrîel Şemûn, got ku ev rawestan ji bo parastin û destekkirina mafên hemû pêkhateyên ku li Sûriyeyê dijîn hatiye lidarxistin û wiha pê de çû: “Me nameyek pêşkêşkir da ku bighîne hikûmeta demkî. Di nameyê de me daxwaz kir ku zimanê Suryanî bê nasandin. Ji ber ku ev yek mafek ji mafên me ye. Piştî gihîştina vê qonaxê divê mafên hemû pêkhateyan di destûra Sûriyeyê de bên mîsogerkirin.”
Şemûn da zanîn ku bi vê pejirandinê, Sûriye dikare destpêkek nû ava bike û wêneyê xwe yê şaristanî û dîrokî yê ku li ser bingeha pêkhate, cihêcudayî û pirrengiya civakî ava bûye, xurtir bike.