Suryan û Aşûrî ji bo Sûriyeyê banga pêkanîna sîstema nenavendî kirin

Pêkhateyên Suryan û Aşûrî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga pêkanîna sîstema nenavendî li Sûryeyê kirin û gotin ku modela rêveberiya xweser ji bo Sûriyeyê ya herî baş e.

Qamişlo – Partiya Yekîtiya Suryaniyî bi diruşmeya “Bicîanîna mafên xwe yên netewî û olî li Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî garantiya berdewamiya hebûna me ye” li bajarê Qamişlo çalakiyeke girseyî li dar xist. Bi dehan endamên civaka Suryan-Asûrî, tevî pêkhateyên siyasî û rewşenbîrî yên bajêr, beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakvanan al û sembolên Suryanî, ala serxwebûna Sûriyeyê û pankartên bi nivîsên “Hemû pêkhateyên Sûriyê birayên hev in û em rê nadin parçebûnê”, “Mafên me yên netewî û olî di Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî de, garantiya berdewamiya hebûna me ye”, “Sûriye welatê hemûyan e” û “Modela rêveberiya xweser ji bo Sûriyeyê ya herî baş e” hildan.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endamê desteya rêveber a Partiya Yekîtiya Suryanî Efram Îshaq daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Pêkhateya Suryan îro li seranserê erdnîgariya Sûriyeyê ji Dêrikê heta Quneytrayê heye û hewl dide ku bi pêkhateyên din re bibe hevparê rêvebirina wî welatî û di destûrê de were naskirin, zimanê wê bi fermî were naskirin, ji ber ku ev tişt tenê garantiya rawestandina cudahiya neyênî ye li dijî xiristiyanan e.”

‘QSD nûnertiya hemu pêkhateyan dike’

Di berdewamiya daxuyaniyê de banga pêkanîna sîstema nenavendî hat kirin û wiha hat gotin: “Sîstema herî baş e ji bo birêvebirina welat û parastina pirrengiyên neteweyî û çandî. Em piştgiriya modela Rêveberiya Xweser ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, ku li ser bingeha  pirrengî û beşdarbûna her kesî di rêvebirinê de, hatiye avakirin.” Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nûneratiya hemû pêkhateyan dike û modela herî baş e ji bo parastinê û pêkanîna armancan.

‘Em ê têbikoşin’

Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Viyan Beho a beşdarî çalakiyê bû ji ajansa me re axivî û got: “Em weke Suryan û Ermen naxwazin careke din mafên me werin paşguhkirin. Piştî amadekariya konferansa neteweyî û nivîsandina destûra Sûriyeyê, em daxuyaniyê didin ji bo dengê xwe bigihîjînin hemû pêkhateyên Sûriyeyê û dewletên navneteweyî da ku mafên xwe yên neteweyî û olî di destûra nû de bi dest bixin. Em daxwaza mafên xwe dikin em ê her dem têbikoşin, heta mafên xwe bi dest bixin.”