Sûriye ji aboriya sosyalîst çawa derbasî aboriya lîberal dibe?

Pergala aborî ya destekê dide hemû qadên wek kehrebe, tenduristî û perwerdeyê, bi lez vediguhere aboriya lîberal ku xwe dispêre mulkiyeta taybet, hewldanên serbest û mudaxeleya sînordar a dewletê.

SANA EL-ALÎ

Navenda Nûçeyan – Îro Sûriye, rûbirûyî nexweşxaneyên ku beriya nexweşek xizan tedawî bike daxwaza pere dike, faturaya kehrebeyê ya ji mûçeyê memûrekê zêdetir e te. Qada petrolê ber bi taybetkirinê ve diçe û ger ev pêşveçûn wiha bidome, qada perwerdeya ku mafê her zarokê ye, tenê yên ku rewşa wan a madî baş be wê bikaribin xwe bigihîjînin.

Krîza 15 salan hilweşîna aborî

Aboriya Sûriyeyê ku demekê têra xwe dikir û deynê wê yê banqeya dinyayê tunebû, ji ber polîtîkayên xelet, qonax bi qonax bi paş ket. Rejîma berê hilberîna xwecihî ya der barê bazara serbest de lawaz kir û aboriyê veguherand modeleke neolîberal a ku dişibe ‘kapîtalîzma dewletê.’

Bi tabloya siyasî ya tevlîhev re krîza aborî jî kûr bû. Hedefgirtina binesaziyan, talankirina fabrîqeyan, bi bihayê pir kêm firotina ekîpmanan ji bo Tirkiyeyê, şer û pêkanînên bi taybetî wek Zagona Sezarê, welat ber bi îzolasyona aborî ve bir. Li hemberî vê yekê rejîm ber bi riya taybetkirin û vekirina veberhênana der ve çû. Destekdayîna di berhemên bingehîn de rakir û aborî bû aboriya hilberandina ketî. Ev dem dikare wek ‘kapîtalîzma dewletê ya gendelî’ were pênasekirin.

Tevî vê jî heta roja dawî ya rejîmê, beşek aborî weke navendî û beralîkirin ma. Kontrola nirxan û destekkirinê berdewam kir. Perwerde û tenduristî bê pere bû, sotemenî, kehrebe û nan dihat destekkirin. Vê jî ji bo gelek malbatan bandora krîzê di astek de kêm kir.

Fatûrayên kehrebeyê hêrsa gel zêde kir

Li Şamê hema bibêje her roj protesto dihatin kirin. Fatûrayên kehrebeyê yên ku 100 dolarî derbas dikirin ku ev yek bi qasî mûçeyê karmendê li herêma hikûmetê bû, rastî bertekan hat. Malbat ketin rewşeke wisa ku nikaribûn xwarinê bigrin û fatûraya kehrebeyê bidin. Destekdayîna kehrebeyê hat rakirin, berê jî nirxê nan du qat kiribûn.

Nexweşxane êdî xizmeta bê pere nadin. Xizmên nexweşan derman û malzemeyên tibî yên herî asan jî, neçar in bi xwe bigrin. Ji bo Şama ku demek hemû Sûriyeyî ji bo tedawiya bi kalîte, nirx û xizmetên tenduristiyê tercîh dikirin, rewş guherî. Qada petrolê jî piştî ji destên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derketin, hikûmeta demkî, ragihand ku ketina meriyetê ya hilberîna bîran wê sê salan bidome.

Bi van polîtîkayan hikûmeta demkî, îlan kir ku li Sûriyeyê dema aboriya sosyalîst bi dawî bûye û derbasî aboriya serbixwe bûne. Vê jî bi xwe re bihabûna nirxan a bi lez anî. Ji ber ku êdî Sûriye ne welatê îxracatê de, welatekî îtxalatê ye, maliyetên xwegihandinê jî zêde bûn.

Polîtîkaya destekkirinê û parastina malbatê

Nivîskar diyar dike ku domandina destekdayînê û bi reformên mezin, bi taybet ji aliyê gelek jinan ve ji bo parastina malbatên Sûriyeyê hatiye bihêzkirin bingehîn e. Destekdayîna dewletê ya gel ne lutfeke, erkek e. Divê mûçe du qat bikin lê belê tevî daxwaza zêdebûna ji sedî 400 hê tu zêdebûna nehatiye kirin.

Di heman demê de hişyarî da ku derxistina ji kar û bi taybetî zextên îdarî yên li dijî jinên Elewî û bi zorê cihguhertin wê rê li ber krîzeke cidî veke. Îfade kir ku aborî bi temamî veguherandina qada taybet, baldayîna ser feydeyê û xetera zêdebûna xizaniyê ye.

Xizan xizantir dibin

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji sedî 90 mirov di bin sînorên xizaniyê de ne. Ev derbasbûna bi lez a aboriyê, wê beşa navend zêdetir bihelîne, civak wê dabeşî kêmarên dewlemend û piranî xizan ku ji bo jiyanê têdikoşin bê kirin. Ev krîz wê zexta kapîtalîzma gerdûnî li ser welatên şer tê de heye zêdetir bike.

Encam: Vegera aborî ya Sûriyeyê, di aliyê jinên ku di astek mezin de edaleta civakê û bi taybet barê malbatê hildigrin de, xeteriyên cidî bi xwe re tîne.