Suham Şengalî: Rizgarkirina Şengalê ji bo civaka Êzidî mîladek e
Berdevka dîplomasiya TAJÊ Suham Şengalî têkildarî salvegera rizgarkirina Şengalê axivî û got: “Rizgarkirina Şengalê ji bo civaka êzidî mîladek e. Lazim e ev berxwedana ku li Şengalê hat meşandin her zindî bimîne. Heqîqeta ku çêbûyî divê însan ji bîr neke.
Şengal – Di 30’ê cotmehê de ji bo pêşî li xwekuştinan bê girtin, bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Rêveberiya Xweser, bi dirûşma ‘Xwe nekuje, her xwe kuştinek fermanek e’ pêngav hat destpêkirin. Armanca esasî ya vê pêngava ku bi pêşengiya TAJÊ hatiye destpêkirin, pêşîgirtina li xwekuştinan e. Berdevka Dîplomasiya TAJÊ Suham Şengalî bi nêzhatina 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan û her wiha 13’ê Mijdarê Roja Salvegera Rizgarkirina Şengalê, armanc û hedefa hemleya ‘Xwe nekuje, her kuştinek fermanek e’ û 10’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji ajansa me re nirxand.
‘Gelek sedemên xwekuştinan hene’
Suham Şengalî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku wek TAJÊ bi nêzikbûna 25’ê Mijdarê bi dirûşma ‘Xwe nekuje, her kuştinek fermanek e’ pêngav dane destpêkirin û wiha got: “Ev hemle xwedî girîngiyeke gelek mezin e. Di nav civaka me de bi taybetî li Şengalê xwekuştin gelek zêde ne, bi taybetî jinên ciwan xwe dikujin. Di van demên dawî de xort jî xwe dikujin. Hemleya ku me daye destpêkirin armanca pêşîgirtina li xwekuştinan e. Gelek sedemên xwekuştinan hene. Psîkolojîk e, zextên civakê ye, -bi taybetî zexteke mezin li ser jinên ciwan heye-, şerê taybet û hwd. in. Ciwan ji ber çareseriyek cuda nabînin mirinê wek rizgarbûnek dibînin û dawî li jiyana xwe tînin. Ev rewş civakê tîne asta rizandinê. Armanca hemleya me jî tunekirina zihniyeta ku rizgarkirinê di xwekuştinê de dibîne ye.”
‘Bi taybetî jinên ciwan rastî şerê taybet tên’
Suham ragihand ku ne tenê li ser jinên ciwan, li ser xortan jî zextên psîkolojîk hene û xwekuştin di nav xortan de jî zêde ye. Suham wiha got: “Valatiya ku dijîn pêşî li xwekuştinan vedike. Ji hêla din ve medyaya dîjîtal jî bandor li ser civakê dike. Ev civak naşibe civakek cuda, ji ber ev civak rastî 74 fermanan hatiye û medyaya dijîtal li ser wan bandorê dike. Li ser medyaya dijîtal şerê taybet li ser ciwanan tê meşandin. Bi taybetî jinên ciwan rastî şerê taybet tên. Armanca me ya hemleyê di nav civak û malbatê de avakirina hişyarbûnek e. Cihekî wek Şengalê ku xwedî dozek e, li şûna ku ciwan xwedî li vê dozê derkevin, dûrketin heye. Ji rastiya civakeke dûr ketin heye, rastiya vê civakê ji rastiya civakên din cuda ye.”
Xwekuştinan wek qeder dîtin
Di hûrguliya axaftina xwe de Suham Şengalî destnîşan kir ku ew dixwazin bi rêya civînan dibe bi rêya perwerdeyan dibe rewşa heyî bikin rojeve civakê û wiha pê de çû: “Hatiye wê astê ku xwekuştin di nav civakê de wek qederê tê dîtin. Ev ne qeder e û divê wek qeder jî neyê dîtin. Di nav civakê de nêzîkatiyek wisa heye lê divê civak wisa nêz nebe, bi qasî malbatê civak jî ji perwerdeya ciwanan berpirsyar e. Wek TAJÊ li Şengalê em dixwazin civakeke azad Şengalek xweser ava bikin. Li Şengalek xweser pêwîst e ciwanên wê bibin şoreşger. Me vê yekê, pêşîlêgirtina xwekuştinan, wek erka li ser xwe dît. Ciwan ger bên perwerdekirin dikarin pêşî li dawî xwekuştinan bînin. Em behsa perwerdeya sîstemê nakin ji ber ciwanên di nav sîstemê de jî dixwînin xwe dikujin. Em behsa perwerdeyeke rasteqîn dikin ku li ser bîr û baweriya xwe bibînin.”
Nêzîkatiya jinan wek namûs dîtin û encamên wê!
Suham Şengalî bal kişand ser nêzîkatî û nêrîna civakê ku çawa jinan wek namûs dibînin û zextê li ser jinan dikin û ev nirxandin kir: “Destpêkê dixwazim bêjim di bîr û baweriya êzdatiyê de xwekuştin guneh e. Ji ber vê bi hedef û armanc jiyandin girîng e. Divê di nav civakê de fikra ‘psîkolojîk e yan jî qeder e’ rabe. Bi taybetî jin, jinên ciwan wek namûs dîtin, di nav mal, civak û cihê kar de rastî zextan hatin, bandor li ser wan dike û jinan ber bi xwekuştinê ve dibe . Zexteke wisa li ser jinan tê meşandin ku wan ber bi xwekuştinê ve dibin. Niha em dinêrin şeref çi ye namûs çi ye? Di 2014’an de bi hezaran jinên êzidî ketin destê DAIŞ’ê, Şengal ket destê DAIŞ’ê, cihên me yên pîroz ketin destê DAIŞ’ê û hatin teqandin. Axa ku me pîroz didît ket destê DAIŞ lê tenê jinan wek namûs dîtin her cureyê tundiyê maf dîtin; divê bi taybetî jinên ciwan li hember zihniyeteke bi vî rengî têbikoşin. Divê jin li beramberî şîdeta ku tê meşandin xwedî sekin û helwest bin, ger wisa bin dikarin pêşî li şîdet û xwekuştinan bigirin. Berpirsyartî bi taybetî dikeve ser milê jinên ciwan. Jinên ciwan dikarin xwe bêhtir perwerde bikin û çareserî bibînin. Wek TAJÊ ji bo perwerdekirina jinên ciwan û civakê çi bikeve ser milê me em ê bikin. Jixwe hedefa me ya ji vê hemleyê ew e, çareserî peydakirin û pêşî xwekuştinan girtin.”
‘Rizgarkirina Şengalê ji bo civaka êzidî mîladek e’
Di domdariya axaftina xwe de berdevka dîplomasiya TAJÊ Suham Şengalî bal kişand ser 13’ê Mijdarê yanî salvegera rizgarkirina Şengalê û ev nirxandin kir: “Destpêkê em salvegera rizgarkirina Şengalê li Rêber Apo, hemû şehîdên ku xwîna xwe ji bo Şengalê rijandin û bûn hêviya azadiyê ji bo civakê, pîroz dikin û hemû şehîdan bi hurmetî bi bîr tînim. Rizgarkirina Şengalê ji bo civaka êzidî mîladek e. Dema Şengal ket destê DAIŞ’ê civakê bawer nedikir ku dê Şengal careke din were rizgarkirin, hele kesên ku ferman dîtin, hovîtiya DAIŞ’ê bi çavên xwe dîtin, yekser bawer nedikirin ku Şengal rizgar bibe. Heta bawer nedikirin ku kesek bikaribe li beramberî DAIŞ’ê şer bike û li ber xwe bide. Em dikarin li vir behsa berxwedana 11 mehan a gerîlayên azadiyê, şervanên YBŞ û YJŞ’ê bikin ku ji keç û xortên êzidî pêk tên. Bi saya berxwedana van şervanan careke din hêviya vegera Şengalê di nav civakê de çêkir. Ji ber vê wateyê rizgarkirina Şengalê ji bo civaka êzidî mîladek e. Lazim e ev berxwedana ku li Şengalê hat meşandin her zindî bimîne. Heqîqeta ku çêbûyî divê însan ji bîr neke. PDK firotibû û berê xwe dabû Başûr, her der ketibû destê DAIŞ’ê lê cihek wekî Şengalê berxwedanî hebû. Bi dehan dîmen hene û berxwedana ku li Şengalê hat nîşandan bû malê cîhanê. Tevî hemû dîmen û wêneyan jî PDK radibe dibêje me Şengalê şer kir û rizgar kir, derveyî heqîqetê diaxive. Di serî de civaka êzidî kesên ku li Şengalê man û dema rizgarikirinê vegeriyan vê heqîqetê baştir dizanin, ji ber kêlî kêlî tiştên hatin kirin dîtin û jiyan.”
Rol û girîngiya hêz û îradeya Şengalê
Suham Şengalî diyar kir ku di rizgarkirina herêm û bajarê Şengalê de ji aliyê gerîlayên azadiyê ve berxwedanek bêhempa hatiye meşandin û wiha got: “Bi dehan şervanên azadiyê di oxira rizgarkirina Şengalê de şehîd bûn. Divê ew qehraman neyên jibîrkirin. Berxwedana ku gerîlayan li çiya didan nîşandan li Şengalê me diparastin. Niha li Şengalê YJŞ û YBŞ ku di rizgarkirina Şengalê de roleke mezin lîstin, hene û bi erk û berpirsyariya xwe radibin. Li Şengalê bêyî hebûna YJŞ-YBŞ û Rêveberiya Xweser di berçav re were derbaskirin, kesek nikare gavek jî bavêje. Li ser rûyê erdê hêzek heye, îradeyek heye, ji rizgarkirina Şengalê heta niha bi erk û berpirsyariya xwe radibin.”
Dema ala azadiyê li Şengalê bilind bû…
Her wiha berdevka dîplomasiya TAJÊ Suham Şengalî destnîşan kir ku dema ala azadiyê li Şengalê bilind bûye hêviya DAIŞ û hevkarên wê şikestine û bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “PDK tu carî nedixwest Şengal azad bibe, ji ber vê Şengalê firot. PDK ku nedixwest Şengal rizgar bibe û êzidî vegerin, polîtîkayên xwe yên qirêj didomîne. Lê wê careke din civaka me nehêle ew hêzên ku Şengal firotin û êzidî tenê hiştin gavên xwe biavêjin Şengalê.”