Sûdan: Li El-Ebiyed êrîşên bi dronan zêde bûne NY hişyariyê dide
Neteweyên Yekbûyî hişyariyê da ku piştî zêdebûna êrîşên bi balefirên bêmirov li ser binesaziyên krîtîk li bajarê El-Ebiyed ê Sûdanê, sivîl di metirsiyên mezin de ne û xizmetên bingehîn hatine astengkirin.
Navenda Nûçeyan – Ji ber zêdebûna alozî û têkçûna ewlehiyê li bajarê El-Ebiyed li Sûdanê, ev rewş bandorek giran li jiyana niştecihan dike û fikaran li ser berfirehbûna tûndiyê li herêmê zêde dike. Her wiha şert û mercên mirovî xirabtir bûne û paşveçûn di xizmetên bingehîn de berdewam e.
Neteweyên Yekbûyî (NY) duh hişyarî da ku tundî li bajarê El-Ebiyed û derdora wê zêde dibe. NY diyar kir ku ev rewş sivîlan dixe bin metirsiyên mezin û xizmetên bingehîn asteng dike. Her wiha bang li parastina sivîlan û binesaziya sivîl kir.
Berdevkê NY’yê got ku di çend rojên dawî de êrîşên bi balefirên bêmirov li çend xalan li paytexta eyaleta Kurdofana Bakur pêk hatine. Li gorî raporên herêmî, van êrîşan stasyoneke dabeşkirina elektrîkê û stasyoneke sotemeniyê hedef girtine, ku bûye sedema girtina gelek navendên tenduristiyê û astengkirina gihîştina niştecihan bi xizmetên bingehîn.
Her wiha hate ragihandin ku du pirên sereke yên li ser rêya ku Kurdofana Bakur û ya Başûr bi hev ve girêdide, bi dronan hatine hedefgirtin. Tevî vê yekê, şirîkên mirovî diyar kirin ku çûnûhatin di vê rêyê de hê jî pêkan e.
Berdevkê NY’yê her wiha eşkere kir ku di rojên dawî de gelek êrîşên bi dronan li herêmên din ên Sûdanê, di nav de Darfûra Bakur û Nîla Spî, pêk hatine, ku di encamê de sivîl birîndar bûne û binesaziya bajaran zirar dîtine.
NY bang li hemû aliyan kir ku berpirsiyariyên xwe yên li gorî hiqûqa navdewletî û hiqûqa mirovî bi cih bînin, di nav de parastina sivîlan û hêsankirina gihîştina bilez, ewle û bêasteng a alîkariyên mirovî ji bo kesên hewcedar.
Li eyaleta Kurdofana Rojava jî, ji ber kêmkirina ewlehiyê, berdewamiya koçberiyê û nebûna şertên bingehîn, di nav de ava vexwarinê ya paqij û xizmetên kanalîzasyonê, nexweşiya kolerayê belav dibe. Neteweyên Yekbûyî û şirîkên wê ji bo şerkirina vê nexweşiyê derman, pêdiviyên bijîşkî û kampanyayên hişyariyê peyda dikin û navendên dermankirinê ava kirine.