Stargeha Parastina jinan a Nînovayê jinan ji tundiyê diparêze
Piştî ku hinek bajarên Iraqê ketin destên DAIŞ’ê polîtîkayek sîstematîk li dijî jinan destpê kir. Ji ber vê rêxistinên jinan ên Iraqê, bi polîtîkayên ku li dijî tundiyê disekinin hewl didin vê yekê bi dawî bikin.
RACA HAMID REŞÎD
Iraq- Li wîlayeta Nînova ya Iraqê, di siya zoriyên civakê ku piştî dema DAIŞ’ê derket holê, pêwistiya bihêzkirina parastina jinan ji tundiya di nava malê de derket pêş. Di vê çarçoveyê de, bi armanca ewlehiya jinan û temînata mafan, Stargeha Parastina Jinê hat avakirin û bi bernameya desteka hiqûqî û psîkolojîk xistin meriyetê.
Strageha Parastina Jinan, bi hewldana Daîreya Karên Jinan a Walîtiya Nînovayê, di 6’ê Çileyê de hat vekirin.
Dema piştî DAIŞ’ê û zêdebûna tundiya di nava malê de
Midura Karên Jinan a Dîwana Walîtiya Nînovayê Rafîa Mihemed Saîd, diyar kir ku piştî hakîmiyeta DAIŞ’ê li ser wîlayetê, bûyerên ku hatine jiyîn di civakê de rê li ber guherînên kûr vekirine, ji ber xirabûna şertên aborî, belavbûna cehaletê û koçberiya ji ber birçîbûnê, bi taybetî tundiya li dijî jinan zêde bûye.
Rafîa Mihemed Saîd, da zanîn ku vê rewşê, di têkoşîna tundiya di nava malê de valahiyek mezin ava kiriye û pêwistiya bi Stargeha Parastina Jinan xwe ferz kiriye û xebatên li ser vê projeyê ji sala 2020’an ve heta niha didomin û wiha got: “Stargeh, jinên ku rastî tundiyê hatine û di nava xetera ku gefê li jiyana wan dixwe, heta pirsgirêkên ku bi malbatê re dijîn were çareserkirin, bi awayek demkî qebûl dikin. Qebûlkirina navendê bi biryara dozgerek xwedî erk, bi koordînasyona polîsên civakê û polîsên parastina malbat û zarokan pêk tê. Stargeh ji aliyê Daîreya Pêwistiyên Taybet a girêdayî Miduriyeta Karên Civakî û xebatê ve tê birêvebirin, rasterast dibin kontrol û şopandina Daîreya Karên Jinan de ye. Di heman demê de personelên di sragehê de dixebitin, bi hevkariya rêxistinên civaka sivîl, di mijara bi jinên rastî tundiyê hatine, wê çawa bixebitin de, hatine perwerdekirin.”
‘Di dîtina erazî de zorî hat kişandin’
Rafîa Mihemed Saîd îfade kir ku yek ji pirsgirêkên herî mezin di vekirina stargehê de rastî hatin, nedîtina cihekî guncaw bûye û got: “Ji ber kêmaniya eraziyên ji bo projeyan hatin veqetandin, di vê pêvajoyê de zorî hatine jiyîn lê belê bi desteka rêveberiya xwecihî, Şaredariya Nînovayê û Dîreya Tapûyê di encama xebatên zêde yên parastinê de erazî hat dîtin û bi fermî navend radestî Daîreya Pêwistiyên Taybet kir û dest bi xebatan kir.”
Bi xizmetên hiqûqî û psîkolojîk perwerdeya pîşeyî
Rafia Muhammed Saîd anî ziman ku rola navendê, tenê bi pêkanîna bicihbûnê re sînordar nîn e, bi riya rûniştinên rênîşandanê, xebatên hişyariyê der barê mijara mafên jinan de hatine meşandin û desteka hiqûqî û psîkolojîk hatiye pêkêşkirin, perwerdeyên pîşeyî yên weke dirûtinê hatine dayîn. Di heman demê de dema ji stragehê diçin destekek taybet tê dayîn ji bo jinan û got: “Navend ji gelek beşên weke yekîneya îdarî, yekîneya tibî ya pispor, yekîneya hiqîq û yekîneya desteka psîkolojîk pêk tê. Rewşa jinên ku rastî tundiyê hatine ji aliyê Polîsên Malbatê ve pêşkêşî dozgerê erkdar tê kirin, dozger biryar dide ku pêwistiya jinê pê heye demkî li stargehê bimîne yan na. Daîreya Karên Jinan jî kar û barên pêwist dişopîne, pêvajoya qebûlkirina jinê dide maşandin.”
Planên der barê bihêzkirina mafên jinan de
Rafia Muhammed Said da zanîn ku planên stratejîk ên der barê bihêzkirina mafên jinan de li Nînovayê heye û got: “Pênc faktorên bingehîn ên vê planê hene, aborî, siyasî, civakî û ji derveyî faktorên avhewayê, têkoşîna bi radîkalîzma ku tundî û tundiya dijwar digre nava xwe re. Xebatên me hişyariya jinan di mijara mafên wan de, xebatên parêzvanî û destekê digrin nava xwe. Bi armanca pêkanîna bersivdayîna pêwistiyên jinan ji aliyê yên biryar didin ve, me pêşniyar pêşkêşî saziyên jortir kirin.”
Banga derxistina zagona têkoşîna li dijî tundiya di nava malê de
Rafia Muhammed Said, xemgîniya xwe ya ji bo zagona têkoşîna li dijî tundiya di nava malê de, bi salan e di parlamentoyê de tê sekinandin anî ziman û got: “Ez di wê hêviyê de me di pêşrojê de desteka pêwist bigre û ev zagon bikeve meriyetê. Lê belê hinek zagonên heyî divê bi awayekî li gorî guherînên şertên jiyanê ji nû ve bigrin dest û li gorî berjewendiyên jin, malbat û zarokan werin guherîn.”
Rafia Muhammed Said îfade kir ku negihîştina hinek bûyerên tundiyê ya yekîneyan, an jî ji ber negotina tundiya jinan, hinek caran ne serkeftî bûne û da zanîn ku tevî vê jî gelek çîrokên serkeftinê hene û bûyera Dr. Îsra el-Ta bi xemginî bi bîr xist û got: “Îsra El-Ta li ber çavên zarokên xwe ji aliyê hevjînê xwe ve hat şewitandin û piştî hefteyan ji ber birînên giran jiyana xwe ji dest da, meqamên erkdar ji tundiya ku rastî hatiye bêxeber bûn.”
‘Vegotina tundiyê riya parastin û ewlehiyê ye’
Rafia Muhammed Said herî dawî peyam da hemû jinên ku rastî tundiyê hatine û bang kir ku ji qadên bi xeter dûr bikevin, berê xwe bidin cihên bi ewle û beriya bên qonaxên întihar û kuştinên bi xeter, li çareseriyên guncaw bigerin û wiha bi dawî kir: “Divê hemû bûyerên tundiyê bên vegotin, bi vî awayî wê di demê de çareseriyên guncaw werin dîtin.”