Stargeh navendên têkoşîna bi şîdeta li hemberî jinan re ne

Jinên parêzvanên mafên mirovan, bal kişandin ku navendên stargehan, ji bo jinên ku rastî şîdetê hatine cihên bi ewle ne, wan ji her awayê şîdetê diparêzin û di hemû waran de bi hêz dikin.

ÎXLAS HAMRÛNÎ

Tûnis Jinên ku li Tûnisê rastî şîdetê tên, bi zoriyên mezin ên ku jiyan û rûmeta wan dixin xeterê re rûbirû dimînin. Vê rewşê dibe sedem ku navendên stargehan ji bo parastin û destekdayînê û qadên entegreye werin avakirin. Van navendan, ji bo jinan derfetan didin ku ji nû ve xwe li jiyanê bigrin û di hemû waran de xew bi hêz bikin.

Avakirina navendên stargehan, di çarçoveya stratejiya  neteweyî ya berfireh a ji bo têkoşîna bi şîdeta li hemberî jinan re çêdibe. Tecrubeya li bajarê Sîdî Buzîdê, mînakeke rola jiyanî ya van navendan nîşan dide. Van navendan li gorî şahidiyên parêzvanên mafan hatine avakirin; xizmeta ku ji bo jinan hatiye kirin, zoriyên heyî û bi parastina jinan û destekdayîna wan rola van navendan bi hêz bûye, ji bo pêşerojê perspektîfan derxistiye holê.

Ji bo jinan derfetên tam û desteka berfireh

Seroka Komeleya Dengê Hewa ya li Sîdî Buzîdê û parêzvana mafan Selma Amirî, diyar kir ku avakirina navendên stargehan, di çarçoveya stratejiya têkoşîna bi şîdeta li dijî jinan re çêbûye û bi zagona hejmar 58 a sala 2017’an hatiye destekkirin. Her wiha da zanîn ku zagon bi navbeynkariya guherdarkirin, teşwîq û navendên stargehan, ji bo jin û zarokan parastin ketine bin temînatê û got: “Zagon, mafên jinan ên ji her awayê şîdet û cudakariyê dûr, mafên desteka ewlehî, hiqûqî û derûnî teyîd dike. Komeleya Dengê Hewa (Sewt Hawa) ji ber ku perçeyek çalak a civaka sivîl e, di sala 2019’an de bi hevkariya bi Wezareta Jinan re navenda guhdarkirinê ava kir. Bi pêşxistina vê hevkariyê, di sala 2023’yan de Navenda Stargeha El-Eman ket meriyetê.”

Li gorî Selma Amirî, li navendê heşt cihê razanê hene, gelek jin lê dimînin û destekek berfireh a baş tê dayîn. Amirî balê dikşîne ku stargeh tê wateya ku jinan ji cihên bi êş û elem dûr bixe, wan biparêze û wiha domand: “Xizmetên navendê, rehberî û destek e her wiha di pêvajoyên hiqûqî de destekê dide jinan û bi wan re ye. Dosyayên hiqûqî tên temamkirin û bi navbeynkariya projeyên biçûk, ji aliyê aborî ve tên bihêzkirin. Bi saya vê yekê, dikarin jiyana bi rûmet bijîn.”

Zoriyên heyî û çareseriyên ji bo pêşerojê

Selma Amirî diyar dike ku tevî hewldanên mezin jî navenda “El-Eman”, di astên madî û îdarî de bi gelek zoriyan re rûbirû ye û dibêje: “Carna jin vedigere mala xwe û dest ji daxwaza mafên xwe berdide. Bi vî awayî derfeta bihêzbûna aborî ji dest diçe û vedigere xala destpêkê. Jinên li navendê dixebitin jî pir zoriyan dikşînin. Destekên madî yên ji bo rêveberiya navendê tên veqetandin, hindik in û li gorî standardên jiyanê nîn in. Ev yek jî dibe sedem ku hinek xebatkar ji bo derfetên xebatê yên baştir ji navendê veqetin.”

Amirî diyar kir ku xebata li navendên stargehan heta tu bibêjî hesas e û da zanîn ku ev kar ji bo kesên ku pirsgirêkên wan ên derûnî û tendirustiyê hebin divê ji bo bikaribin bi jinên ji civakên cuda, ên mercên wan ên aborî û çandî nebaş in re bixebitin gelek pispor bin. Her wiha diyar kir ku ji bo başkirina mercên wan, ew hêvî dike ku Wezareta Malbatê mercên xebatkaran baştir bike û ji nû ve binirxîne.

Selma Amirî da zanîn ku koordinasyona navbera navendan bi awayekî hevgirtî didome û wiha domand: “Pejirandina jinan ji bo navendê her dem bi biryara darazê yan jî bi navbeynkariya navenda guhdarkirinê pêk tê û berê wê jinê didin delegasyona têkildar. Têkiliya di navbera aliyan de, bi hev ve girêdayî ye û hev temam dike. Divê ji bo bicihanîna pêdiviyên jinan, xebateke rojane û di demeke diyarkirî de were meşandin.”

Parastina ewlekariyê

Parêzvana mafan Susen Rahumî jî bal kişand ser navendên li herêmên hundir. Susen Rahumî diyar kir ku li navendên stargehê yên li Sîdî Bozîd kapasîteya nivînan bi sînor e û got: “Ji bo jinan dermankirin, desteka derûnî û hiqûqî jî di nav de em ji her alî ve alîkariyê dikin. Dema ku em xwedîkirina zarokên wan jî digrin ser xwe, ji bo navendan mesref zêdetir dibin.”

Susen Rahumî bal kişand ser pêdiviya bi ewlekariyê û wiha domand: “Navendên stargehê ji her alî ve divê werin parastin. Parastin niha di asteke bi sînor de ye. Dema ku pêdivî hebe dewriye tên xwestin lê ji bo jinên rastî şîdetê hatine, ewlehiyek rasterast û bi ewle tune ye. Gelek caran rayedar berê jinan didin me, carna jî kesên ku rastî şîdetê hatine tesbît dikin û ji saziyên têkildar re radigihînin lê ji ber zêdebûna hejmara zêde ya jinan, hevkarî bi sînor dimîne. Ev yek jî nîşan dide ku li bajarekî mezin yek an jî du navend têr nakin. Ji bo gihîştina jinan û çavkaniyên guncaw derfet kêm in.”

Qadên entegrekirinê

Parêzvana mafan û mudura Navenda Stargehê Alma Lawahez Essamalî jî diyar kir ku stargeh di pêvajoya parastinê jinên rastî şîdetê hatine de gava bingehîn in û da zanîn ku ev navend ne tenê stargehên demkî, dijberî wê qadên ku xizmetên derûnî, tibî, hiqûqî û derfetan pêşkêş dikin in. Her wiha got ku ev qadên entegrekirinê ne ji bo jin ji nû ve jiyan û rûmeta xwe bi dest bixin.

Alma Lawahez Essamalî, bal kişand ku pêkanîna zagona bi hejmar 58 û serkeftina berpirsyariya hevpar, li her bajarî divê navendên stargehê hebin û wiha got: “Gava yekem ew e ku deriyên van navendan her dem ji bo jinan vekirî ye, jiyana wan diparêze û ji aliyê civakî û aborî ve wan ji nû ve derdixe nava civakê. Serkeftina van navendan girêdayî çavkaniyên malî yên herdemî û mirovî ye. Stargeh ji bo tekoşîna bi şîdeta li dijî jinan re çavkaniya hêviyê ne û bingeha stratejiyeke neteweyî ya serkeftî ava dikin.”