‘Spas ji bo Rojava’

Bi dirûşma ‘Spas ji bo Rojava’ li Silêmanî panelek hate lidarxistin. Di panelê de balê de li ser berxwedana jinên şervan ku karî hêzeke bê hempa nîşanî cîhanê bidin hate seknandin.

Navena Nûçeyan – Li Galeriya Arî ya Navenda Çandî ya Silêmaniyê panelek bi dirûşma ‘Sipas ji bo Rojava’ ji aliyê Neşmîl Elî, Aşna Reûf û Soran Neqşîbendî ve hate dayîn.

Di destpêkê de Aşna Reûf axivî û bal kişand ser berxwedana Rojava û got: “Her gava ku êrişek li ser parçeyek Kurdistanê pêk tê, hemû Kurd pê diêşin û kir ku hemû rabin ser xwe û bi hesta neteweyî li ber xwe dan. ‘NA’ ya li Rojava wisa kir ku hemû Kurd bêje ‘NA’ û daketin ser kolanan û li ber xwedan.”

‘Rojava asta hişyariya civakê derxist holê’

Piştre jî Neşmîl Elî jî qala rol û rista jinan ya di nava berxwedana Rojava kir û got: “Em jin di avakirina netewê de weke nasname xwedî pirsgirêkin. Her çende li Başûrê Kurdistanê jinan di berxwedanê de xwedî rol jî be, lê bi hatina Îslama siyasî re pêşiya jinan hate girtin; kir ku jin cihê xwe nas neke. Jinên şervan karî hizir û ramanên jinan biguherin. Carekî din nîşan da ku eger netew di xeteriyê de be rabûye ser lingan. Rojava asta hişyariya civakê derxist holê.”