Sozên siyasî û ceribandina rastiyê GOTAR

Rojnamevan Hevîdar Xalid

Di cîhaneke ku berjewendiyan wê birêve dibin û têkiliyên tê de li ser bingeha berjewendî û pragmatîzmê tên avakirin de, hevbendiyên siyasî û navneteweyî pêk tên, peymanên parastinê û aborî di navbera dewletan û hêzên li deverên cuda yên cîhanê de tên îmzekirin. Ev hemû di bin kampanyayên propagandayê û xwepesindayînê de tên pêşkêşkirin û wekî nîşana hêzê û çavkaniya desthilatdariyê tên nîşandan.

Hevbendiyên ku vediguherin

Lê belê dema pevçûn germ dibin, qadên şer agir digirin û agirê şeran dighîje sînorên aliyên têkildar, ev hevbendî careke din vedigerin çarçoveya hesabên stratejîk. Di vê demê de mekanîzmayên hevahengiya hevbeş dîsa datînin ser maseya nîqaşê. Nîqaş û diyalog li ser awayên tevgerê, pêşxistina amûrên rayedarî û parastinê û avakirina pergalên ewlehî û aborî yên ku dikarin armancên ragihandî yên hevbendî û peymanên di navbera aliyên wê de hatine îmzekirin veguherînin helwest û gavên pratîkî, zêde dibin.

Dîroka nû bi gelek mînakên hevbendî û peymanan dewlemend e ku bi hêviyên mezin hatine ragihandin, lê li hember guhertinên siyasî û nakokiya berjewendiyan liberxwe nedane. Yek ji wan mînakên herî berbiçav, yekîtiya ku di navbera Misir û Sûriyeyê de hat ragihandin bû. Di 22'yê Sibata 1958'an de, piştî referandûmeke gelêrî li her du welatan, bi awayekî fermî damezrandina Komara Erebî ya Yekbûyî hate ragihandin. Serokê Misrê Cemal Ebdulnasir bû serokê dewleta nû û Qahîre wekî paytexta wê hate bijartin. Lê ev ezmûna yekîtiyê tenê nêzîkî sê sal û nîv dom kir û di 28'ê Îlona 1961'an de, bi derbeya leşkerî ya li Şamê dawî lê hat anîn. Bi vî awayî, ezmûneke siyasî ku gelek hêvî pê ve hatibûn girêdan, bêyî ku karibe berdewam bike û hêviyên her du gelan pêk bîne, bi dawî bû.

Têkiliya di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de

Di 10'ê Adara 2023'yan de, Erebistana Siûdî û Îranê bi hevkariya Çînê peymanek îmze kirin ku li gorî wê divê têkiliyên dîplomatîk di navbera wan de ji nû ve bên destpêkirin. Ev peyman piştî qutbûneke ku şeş salan dom kiribû, hat îmzekirin. Di wê demê de, peymanê deriyê pêşbînî û analîzên berfireh derbarê sedemên nêzîkbûna her du aliyan de û derbarê guhertinên ku dikarin di xwezaya têkiliyên herêmî de çêbibin û gihîştina çareseriyê ji bo hin mijarên mayînde de, vekir.

Lê belê, pêşketin û bertekên ku piştî peymanê derketin holê, valahiya di navbera hêviyên ku bi îmzekirina wê re hatibûn çêkirin û encamên pratîkî yên bidest ketî nîşan dan. Ji ber ku ev peyman di avakirina helwestên hevbeş an jî di çêkirina koordînasyoneke bi bandor de, li hember gelek mijarên tevlihev ên herêmî negihîşt asta hêviyan. Ev yek dîsa pirsan derbarê sînorên vê nêzîkbûnê û şiyana wê ya derbasbûna hesabên siyasî yên teng de, anî rojevê.

Di salên desthilatiya Beşar Esed de, di navbera Şam û Tehranê de hevbendiyek xurt hebû

Derbarê Sûriyê de, di salên desthilatdariya Beşar Esed de, di navbera Şam û Tehranê de hevbendiyeke xurt hebû. Sûriye di vê hevbendiyê de heta destpêka hezarsala sêyemîn xwedî roleke bandor û çalak bû. Lê guhertinên ku di van du 10 salên dawî de li welêt û li Rojhilata Navînê bi giştî çêbûn, xwezaya vê hevbendiyê û hevsengiya têkiliyên di navbera her du aliyan de guhertin. Ev yek hêza Şamê ya kontrolkirina asta bandora vê hevbendiyê li ser biryarên xwe, hêdî hêdî kêm kir.

Bi derbasbûna demê re ger em vê yekê bi vî awayî îfade bikin Sûriye, veguheriye qada bandora berfireh a Îranê. Ev bandor gihîşt saziyên dewletê û navendên biryardanê. Bi awayekî rasterast jî ket hundirê rêvebirina gelek dosyayên girîng. Bandora vê destwerdanê tenê bi lawazkirina serbixwebûna biryara Sûriyeyê sînordar nema, her wiha bû sedema kûrtirbûna êş û azarên gelê Sûriyê. Gelê ku heta niha jî biha û encamên giran ên vê destwerdanê û bandorên wê yên domdar dide.

Hesabên stratejîk ên hûrgilî ji şîaran û tevgerên leşkerî yên bêhesab pêşîniyê digrin

Ji vir ve dikare bê gotin ku şerê Emrîka, Îsraîl û Îranê aliyek ji xwezaya hevsengiyên ku herêmê bi rê ve dibin, eşkere kir û nîşan da ku Rojhilata Navîn dikeve qonaxeke nû ya ji nû ve cihgirtinê. Di vê qonaxê de, hesabên stratejîk ên hûrgilî ji şîaran û tevgerên leşkerî yên bêhesab pêşîniyê digrin.

Di wê dema ku Tehran hewl dide xwe ji rûbirûbûneke berfireh dûr bixe de, hêzên ku li ser erdê bi wê re hevbend in, pêşketinên rewşê bi hişyarî û baldarî dişopînin. Hêzên navneteweyî jî di navbera hewldanên kêmkirina bilindbûna tengezariyê û bikaranîna encamên wê ji bo berjewendiyên xwe de, tevdigerin.

Di bin vê hevkêşeyê de serkeftina hevbendiyên kevin û nû, girêdayî şiyana wan a xwe li gorî guhertinên bilez adaptekirinê û asta hevsengiyên ku qonaxa bê dê derxe holê ye. Dibe ku encamên hilbijartinên Îsraîlê û hilbijartinên nîvê dewra Kongreya Dewletên Yekbûyî jî di xêzkirina hin taybetmendiyên vê qonaxê de rolek bilîzin.

Dîtina çareseriyên bingehîn a ji bo mijarên aloz jî nayên avakirin

Di encamê de, peyman û hevbendî, çi siyasî bin, çi aborî an jî stratejîk bin, her dem bi armanca çareserkirina pirsgirêkên mayînde û dîtina çareseriyên bingehîn a ji bo mijarên aloz jî, nayên avakirin. Lê belê, dibe ku ew di çarçoveya qonaxên demkurt ku şert û mercên taybet wan ferz dikin de, bên avakirin û armanca wan ji nû ve rêkxistina kaxezan, baştirkirina pozîsyonên danûstandinê û xurtkirina bandorê be.

Ji ber vê yekê, nirxa wan a rastîn ne bi pileya dengvedana ku di dema ragihandina wan de çêdibe, ne jî bi hejmara peymanên ku di bin ronahiya konferansan de tên îmzekirin tê pîvan. Her wiha nirxa wan bi şiyana wan a li hember ceribandinan berxwedanê û veguherandina berpirsyariyan bo helwest û kiriyarên pratîkî jî tê pîvan.

Dema ku dîtineke hevbeş tune be û peyman ji mekanîzmayên zelal ên bicihanînê bêpar bin, hevbendî vediguherin avahiyên şiklî yên ku nikarin li hember krîzan bisekinin. Her çiqas di destpêka avabûna xwe de xurt û yekgirtî xuya bikin jî, dibin tenê morkirineke li ser kaxezê.