Sozdar Avesta: Divê li hemberî êrîşan di navbera Êzidiyan de yekîtî çêbibe
Bi boneya Cejna Çarşema Serê Nîsanê Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Sozdar Avesta peyamek bi dîtbarî ji bo civaka Êzidî rêkir. Sozdar Avesta got: “Bang li Mala Mîran û Bavê Şêx dikim ku bi yek bawerî, destî, rihî û bi yek peyvî tevbigerin."
Şengal – Îro bi hezaran Êzidî li Şengalê Geliyê Kersê di Bexçeyê ku li ser navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye çêkirin cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de peyama Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Sozdar Avesta jî hat guhdarîkirin.
‘Ger em vê cejnê pîroz dikin ew bi saya şehîdan û Rêber Apo ye’
Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Sozdar Avesta di destpêka axaftina xwe de silav, hezkirin û bêrîkirinên xwe ji bo civaka Êzidî şand û Cejna Çarşema Serê Nîsanê li malbatên şehîdan, dîlgirtiyên fermanê, dayikan, jinên berxwedêr û tevahiya gelê Êzidî pîroz kir û şehîdên fermanê û Tevgera Azadiyê û Êzîdxanê bibîr anî.
Sozdar Avesta di berdewamiya axaftina xwe de peyamên girîng da û got: “Gelê me yê hêja, eger îro em vê cejnê li ser xaka pîroz û azad, bi kêyf û şahî pîroz dikin em minetdarê wan şehîdan û Rêber Apo ne. Bi vê wesîleyê ez vê cejnê li Rêber Apo jî pîroz dikim. Çarşema Serê Nîsanê cejnekî herî qedîm a gelê Êzîdxanê ye ku bi hezaran salan e vê cejnê pîroz dike. Cejna Çarşema Serê Nîsanê kewna dinyayê ye, kevneşopiyeke pir mezin e. Ew weke cejna yekîtî û tifaqê, weke cejna rihdayîna meha Nîsanê, hatina biharê ye. Heman demê, ev cejna tevahiya gelên Rojhilata Navîn e. Ez vê cejnê li tevahiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn jî pîroz dikim.”
‘Hêvîdar im têkoşîna sala pêşiya me bibe bingeha azadkirina dîlgirtiyan’
Sozdar Avesta di peyama xwe de palê dikşîne li ser çanda û baweriya gelê Ezidî û dibêje: “Ji bo ku bawerî, çand, ziman û nasnameya xwe azad bijî vê berxwedana mezin kiriye. Herî dawî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an weke fermana dawî li ser civaka me pêkanîn. Ji wê rojê heya îro her çiqas em dixwazin cejnan bi kêfxweşî pîroz bikin jî, ev cejn bi dilşikestinekê jî tê pêşwazîkirin. Hîn jî di destê çeteyên DAIŞ’ê de dîlgirtî hene, ez cejna wan jî pîroz dikim. Ez hêvîdar im têkoşîna sala pêşiya me bibe bingeha azadkirina wan dîlgirtiyan jî.”
‘Çarşema Serê Nîsanê çarşema tifaqê ye’
Sozdar Avesta balkişand ser şerê heyî yê li Rojhilata Navîn ku niha berdewam e û hiştiye ku hemû herêm bikeve nav qeyranekê û wisa got: “Weke civaka Êzidî hûn jî baş dişopînin û em bawer dikin ji bo civaka me careke din bi fermanan re rûbirû nemîne hûn xwe ji bo vê pêvajoyê amade dikin.”
Sozdar Avesta kongreya Meclîsa Gel a Şengalê, dîsa kongreya Partiya Ciwan a Êzîdiyan ku her du kongre di demeke nêz de pêk hatin bibîr xist û got: “Ez vê kongreyê li tevahî Êzîdxanê pîroz dikim û dibêjim partiya we ser xêrê be. Ez hêvîdar im pirsgirêkên civaka Êzidî bi rêbazên demokratîk û aştiyane û bi siyaseta demokratîk a civakî werin çareserkirin. Ji bo gelê me di aloziya li herêmê de nebe qurbanî banga min ji gelê me yê Êzîdxanê re heye. Divê ku yekîtîya xwe mezin bikin, hêza xwe ya ewlekariyê yek bikin û nehêlin ku careke din gelê me bibe qurbanî. Yên ku neyên vê tifaqê, divê helwest li hemberî wan were girtin. Çarşema Serê Nîsanê çarşema tifaqê ye. Divê li hember hemû êrîşên li ser gelê me bisekinin û wan vala derxînin.”
‘Rêber Apo banga aşitî û civaka demokratîk weke ronesansa Êzîdxanê pênase kir’
Sozdar Avesta balkişand ser ked, fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di pîrozkirina vê şahiyê de û wisa nirxandin kir: “Rêber Apo salên derbasbûyî di hemû peyamên xwe yên ji bo civaka Êzidî de balkişand ser xeteriyên heyî û got, ‘azadiya civaka Êzidî di civaka demokratîk de ye.’ Rêber Apo banga aşitî û civaka demokratîk weke Ronesansa Êzîdxanê pênase kir. Ronesans xwe avakirin, zanekirin û ewlehiya xwe girtin e, ronesans li hemberî hemû êrîşan li ser vîna xwe ya azad sekinandin e.
Di heman demê de Rêber Apo xwe jî weke ferdekî civaka Êzidî ku baweriya Êzidî ji xwe re hilgirtiye nîşan da. Ev jî ji bo civaka Êzidî rûmetekî mezin e. Ji ber vê, bi vî fikr û ramanî li hemû qadên jiyanê, li Êzîdxanê, li tevahiya Kurdistanê, li derveyî welat civaka Êzidî divê xwe li ser vê perspektîfê ji nû ve ava bike.”
‘Divê Êzidiyên derveyî welat berê xwe bidin Şengalê’
Sozdar Avesta nirxandin li ser li Rojavayê Kurdistanê vegera xelkê Efrînê ku Êzidî ne kir û ji bo xelkê Êzidî ku li çar aliyê dinyayê belav bûne ev bang kir: “Civaka Êzidî careke din berê wan li Efrîna rengîn e. Li Serêkaniyê dîsa li kampên Başûrê Kurdistanê û li tevahiya Kurdistanê ev bihar bihara gelan û bihara civaka me ya Êzidî ye. Divê berê civaka me li xaka wê be. Bi vê wesîleyê ez bang li civaka me ya Êzidî ya li kampên Başûrê Kurdistanê ne dikim, vegerin ser xaka xwe Û xwe di nav gelê xwe de bicih bikin. Ya ku wê me bigihîne serkeftinê ev e. Gelê me yê li derveyî welat, divê di hemû aliyan de bala wan li ser Şengalê be, li ser Êzîdxanê be. Û em bang dikin, di serî de li Iraqê û li hemû welatên ku Êzidî lê jiyan dikin divê nasnameya wan were qebûlkirin. Çand, bawerî û zimanê wan were naskirin. Di nav hezaran gulên biharê de divê civaka Êzidî weke kulîlka herî geş rengê xwe bide tevahiya civakan.”
Bang li mala Mîran û Bavê Şêx dikim: Yekîtiya xwe saz bikin
Herî dawî Endama Konseya Serokatî ya KCK’ê Sozdar avesta di peyama xwe ya ji bo cejna Çarşema Serê Nîsanê de balkişand ser rola jin û ciwanên Êzidî û got: “Gelê me yê hêja, îro herî zêde ji bo vê civakê pêşengtiya jin û ciwanan pêwîst e. Civaka me bi rihê ciwanan û dîsa bi hestên dayikên azadîxwaz divê vê pêvajoyê bikin pêvajoya serkeftin û azadiyê. Divê em hîn zêdetir xwedî li hêzên xwe yên parastinê derkevin. Divê parastina cewherî ji nan û avê zêdetir ji xwe re ferz bibînin. Ez bi wesîleya cejnê bang li Mala Mîran dikim, li Bavê Şêx dikim, divê êdî yekîtîya xwe saz bikin. Bi yek bawerî, bi yek destî, bi yek rihî, bi yek peyvî tevbigerin û nehêlin ev civak careke din şikestinan jiyan bike. Çavê hemû civaka Êzidî li Şengalê ye, ez hêvîdar im ku ev cejn bibe cejna yekîtîyê, hevgirtinê, berxwedanê, azadiyê û demokrasiya mezin. Ez careke din cejna gelê me, cejna gelên Rojhilata Navîn pîroz dikim. Bijî Êzîdxana azad û demokratîk, bijî Serok Apo. Silav û rêz, serkeftin be.”