Soma Xalit: Nahêlin rojnamevanên jin tevlî qada biryardayîna siyasî bin

Rojnamevan Soma Xalit ku balkişand ser astengiyên li pêşiya jinan ên ji bo nikaribin tevlî qadên biryardayînê yên siyasî bibin û destnîşan kir ku ji jinan re destek bê dayîn, ew ê karibin civakê birêve bibin.

DÊRÎN REHÎM

Silêmanî – Di gelek warên jiyanê de jin rastî astengiyan tên. Tevî pêşketin û zêdebûna hejmara jinan a di qada medyayê de, rojnamevanên jin hê di vê qadê de jî mîna pêşkêşvan tên dîtin. Nahêlin ku jin beşdarî mijarên girîng bibin. Her wiha hinek rojnamevanên jin zehmetiyan dikşînin.
Têkildarî rol û berpirsyariya rojnamevanên jin a di siyasetê de û baldariya wan a li ser pirsgirêkên jinan di qada medyayê de, çend gotinên Rojnamevan Soma Xalit jî hene ku ji ajansa me re anîn ziman.

‘Hilbijartina qada medyayê dijwar e’

Rojnamevan Soma Xalit ku di destpêkê de behsa civaka Kurd kir, diyar kir ku civakek baviksalar û kapîtalîst e. Soma destnîşan kir ku ji aliyê civakî ve, ji bo jinan hilbijartina xebata di qada medyayê dijwar e û wiha got: “Lê belê, jin amade ne ku hemû bar hilgirin û di nav saziyan û civakê de bi nakokiyan re rû bi rû bimînin û têbikoşin.”

‘Polîtîkayên ajansê rê nadin ku rojnamevanên jin beşdarî mijarên siyasî bibin’

Soma Xalit derbarê dengê rastîn ê jinan ê di medyayê de axivî, bal kişand ser tengasiyên ku jin dikşînin û van xalên sereke yên çareseriyê vegot: “Piraniya dezgehên medyayê xwe naspêrin hêz û şiyana jinan û bawer nakin ku jin di mijarên siyasî an navendên biryardanê de werin dîtin. Rojnamevanên jin wekî pêşangehvanên mijarên siyasî tên dîtin, lê motîvasyonek din li pişt wê heye. Siyaseta ajansê ew e ku nîşan bide ku jin beşdarî mijarên siyasî dibin, lê tiştek din li pişt şiyanên wan heye.  Divê astengiyên çandî yên ku rê li ber wan digirin ku bikevin qada siyasî û rola xwe bilîzin, werin hilweşandin.”

‘Divê derfetên wekhev bên peydakirin’

Soma Xalit tekez kir ku pirsgirêkên siyasî yên di civakê de bandor li ser hemû beşên jiyanê kirine û hemû pirsgirêk bi hev ve girê dane û wiha pê de çû: “Divê wekheviya zayendî di civakê de bê peydakirin. Rêjeya jinan di siyaset û biryardanê de kêm e. Di dawiyê de, ew bi zihniyetek çandî ya mêranî biryaran didin, an jî di rêça ku polîtîkayên medyayê bi awayê xwe yê otorîter dixebitin de kar dikin. Divê jin şiyan, hêz û îradeya xwe nîşan bidin. Dema ku jin dikarin di mijarên siyasî û civakî de cihê xwe bigirin, dikarin bandorê li civakê jî bikin.”

‘Jin dikarin civakê birêve bibin’

Rojnamevan Soma Xalit ragihand ku dema jin di navenda biryardanê de bin dikarin civakê birêve bibin û wiha got: “Heta jin dikarin awayê birêvebirina karê medyayê jî biguherînin. Wê demê medya dibe dengê kesên ku ji rêzê hatine girtin an jî dengek ji bo hişyarkirinê. Ev guhertin ji perwerdê tên. Civaka Rojhilata Navîn her tim zarokên xwe bi awayekî perwerde kiriye ku ew ne ji bo we ne jî ji bo mêran in. Ev berawirdkirin, dibe sedem ku jin di warên hesas de hêdî hêdî tevbigerin. Ev mijar dijwar in, lê di pêşerojê de wê rojnamevanên siyasî yên jin hebin ku dikarin bibin analîstên siyasî yên baş û bighîjin armancên xwe.”