SOHR: Li Sûriyeyê di Sibatê de 211 kes hatin qetilkirin

SOHR, ragihand di sibata îsal de li Sûriyeyê 15 jin û 29 jê zarok, zêdeyî 211 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di daxuyaniya dayî de ragihand ku di Sibata 2026’an de li Sûriyeyê zêdeyî 211 kes hatine qetilkirin.

SOHR, da znaîn ku di nava vê hejmarê de 15 jin û 29 zarok hene. Navendê sedemên kuştin wiha rêz kirin: “Şerê navxweyî, teqandina bê ser û ber guleyan, êriş, qetilkirinên li meydanan, bermahiyên şer û mayînan, sûcên cûr bi cûr, mirinên bi guman  û dîtina cenazeyan di gorên komî de.”