SOHR: Ji 13’ê Tîrmehê ve 940 kes hatin kuştin
SOHR’ê ragihand ku ji 13’ê Tîrmehê ve li Suweyda û Şamê ji ber şer û êrişan herî kes 940 kes hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di şerê li Suweydayê û êrişên Îsraîlê yên li ser Şamê de yên ji 13’ê Tîrmehê ve, 940 kes hatine kuştin.
Li gorî SOHR’ê, di komkujiyên li bajarokê Sehwa Belata yê Suweydayê de tenê, 19 sivîl jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî SOHR’ê:
Ji şêniyên Suweydayê 406 kes hatine kuştin ku di nav de 80 sivîl hene ku 4 zarok û 4 jin in.
18 jê endamên eşîrên bedewî, 330 endamên Wezareta Parastinê û Ewlehiya Giştî hatin kuştin.
Di êrişên Îsraîlê yên li ser Şamê de 15 endamên wezaretên parastin û hundirîn hatin kuştin.
Di bombebarana Îsraîlê ya li ser avahiya Wezareta Parastinê de yek jê jin, 3 kes hatin kuştin.
Di dema şopandina şerê li Suweydayê de rojnamevanek jiyana xwe ji dest da.