SOHR: Di salekî de li Sûriyeyê 11 hezar kes jiyana xwe ji dest dan
Ji Kanûna 2024’an heta destpêka Kanûna 2025’an, Sûriyeyê pêlek binpêkirin û kaosê ya berfireh dît. Ev yek bû sedema mirina jin, zarok û sivîl jî di nav de zêdetirê 11 hezar kesan.
Navenda Nûçeyan – Rûxmê bidawîbûna pêvajoya tepeseriyê jî, rewşa li qadê ya li Sûriyeyê nîşan dide ku binpêkirinên giran ên li dijî sivîlan bidome û tundiya rêxistinkirî, tolhildanê û mezhebî ji nû ve derketiye holê.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku di heyama 8’ê Kanûna 2024’an û 5’ê kanûna 2025’an de bi giştî 11 hezar û 439 kes jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 8835 sivîl hatine qetilkirin. Ji vana 512 zarok, 676 jî jin in. Ev tablo, kaos û binpêkirinên berfireh ên ji ber nebûna berpirsiyariyê û qelsiya saziyên edaletê, derdikeve holê nîşan dide.
SOHR’ê, diyar kir înfazên bê daraz, revandin û îşkence, êrîşên nerasterast, teqîn, bombebaranên Tirk û Îsraîlê, qetilkirinên radîkal û êrişên çekdarî didome. Van binpêkirinan, bi taybetî jin û zarokan êşa sivîlan zêde dike.
Navendê, ragihand ku mirinên sivîlan ji ber pevçûnan, êrîşên bêserûber, teqandina mayîn û teqemeniyan, bombebaran, êrîşên DAIŞ’ê û qetilkirinên ji aliyê kesên nenas û komên cûda ve hatine kirin, çêbûne. Di girtîgehan de mirinên di bin îşkenceyê de û windahiyên ji ber bermahiyên şer jî hatin belgekirin. Ev hemû daneyên, kûrbûna dabeşbûnên mezhebî û olî nîşan didin.
SOHR’ê, ragihand ku di dema belgekirinê de, li dijî dêr, mizgeft, perestgeh û sembolên olî êrîşên berfireh pêk hatin û ev yek bi êrîşa terorê ya li dijî Dêra Mar Ilyas li Şamê sembolîze bûye. Êrîş li gelek bajaran belav bûn û veguherin êrîşên çekdarî, talan û wêrankirinê. Ev yek, kûrbûna dabeşbûnên mezhebî nîşan dide.
Her wiha hate diyar kirin ku kampanyayên dezenformasyon û teşwîqkirina bipergalî yên ji aliyê partiyên nêzî rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ve tên meşandin zêde bûne, hewldanên belgekirina mafên mirovan tên hedefgirtin, li dijî civakan sûcdariyên kolektîf tên kirin û bi rêya hesabên bot manîpulekirin tên kirin. Ev kampanyayan, dabeşbûnên civakî zêde dikin û pêvajoya edaleta veguhêz zehmet dike.
SOHR’ê, der barê dosyaya girtin û windahiyan de jî, diyar kir ku bi hezaran kes bêyî hincetek qanûnî di girtîgehan de tên girtin, gelek ji wan bêyî darizandin bi awayekî keyfî hatine girtin û aqûbeta gelek windahiyan hêj ne diyar e.