SOHR: Di mehek de 24 sivîl hatin kuştin
SOHR’ê diyar kir ku li herêmên di bin kontrola hikumeta demkî ya Sûriyeyê de di meha Çileyê de 24 sivîl hatine kuştin.
Navenda Nûçeyan- Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di meha Çileyê de li herêmên hikumeta demkî ya Sûriyeyê zarokek, 11 jin û 12 mêr hatine kuştin.
SOHR’ê diyar kir ku êrîş bi mebesta diziyê, nakokiyên malbatî û sûcên din ku sedemên wan nehatin zanîn, hatine kirin.
SOHR’ê da zanîn ku ev sûc li Hums, Hema, Şam, gundewarên Şamê, Heleb, Dêrazor, Dera û Suweydayê rû daye.