SOHR: Di meha Gulanê de 15 jin mirin
SOHR’ê ragihand ku di meha Gulanê de li seranserê Sûriyeyê 287 kes mirine, di nav wan de 15 jinên ku ji ber bûyerên tundiyê yên cûda mirine, hene.
Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di rapora xwe ya derbarê meha Gulana 2026’an de, ragihand ku li herêmên cûda yên welêt bi giştî 287 kes mirine. Li gorî raporê, di nav vana de 15 jin hene.
Li gorî daneyên SOHR’ê, mirinên jinan di encama bûyerên cûda yên tundiyê de çêbûne. Jinek di pevçûnên navxweyî yên li deverên di bin kontrola rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de mir, jinek din bi guleyên bêserûber, jinek din jî di bûyerên cûda de mir û jinek jî bi awayek guman mir.
Di raporê de hate diyarkirin ku jinek di înfazên mezhebî de hatiye qetilkirin, 5 jin di cînayetên li herêmên di bin kontrola rêveberiya demkî de hatine kirin de mirine û li herêmên din jinek din jî bi awayek cuda hat qetilkirin. Jinek di encama teqîna narincokek de mir û cenazeyê 4 jinan di gorên komî de hatine dîtin.
Tundî û pirsgirêkên ewlehiyê didomin
SOHR’ê da zanîn ku ev tablo pirsgirêkên ewlehiyê yên berdewam ên li welêt, hebûna komên çekdar û belavbûna çekan eşkere dike. Di raporê de hate destnîşankirin ku teqemenî û bermahiyên cebilxaneyê yên ji ber şer mane hîn jî ji bo sivîlan gefek cidî ne.
Di raporê de hat ragihandin ku jin û zarok di nav komên herî zêde ji şer û lewaziyên ewlehiyê bandor dibin de ne û nebûna çareseriyek siyasî yek ji faktorên sereke ye ku zêdebûna mirinan e.
Bang li civaka navneteweyî hate kirin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) banga xwe ji bo civaka navneteweyî dubare kir û diyar kir ku divê ji bo sivîlên li Sûriyeyê werin parastin, tundî bi dawî bibe û kesên ji binpêkirinên mafên mirovan berpirs hesab bidin, gavên bibandortir bên avêtin.