SOHR: Di 24 seatan de li Sûriyeyê 8 kes hatin kuştin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê SOHR da zanîn ku 8 kes li herêmên cuda yên sûriyeyê hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê SOHR derbarê kuştina 8 kesan li herêmên cuda yên Sûriyeyê agahî belav kir. li gor agahiyên SOHR'ê li taxên Erbiîn û Bernawî yên Hemayê komên çekdar ên nenas 2 kes kuştin.
Her wiha li gundewarê rojhilatê Helebê jî di encama şerê di navbera ciwanan de kesek hat kuştin. Li gundewarê Humsê jî kesek hat revandin, piştre hat qetilkirin. Li gundewarê rojavayê Helebê jî ji ber teqandina bi şaştî ya çekê kesek hat kuştin.
Heman çavdêriyê da zanîn ku gundê Şelala yê bajarê Holê yê rojhilatê Hesekê kesek kuştî hat dîtin û li herêma Ebû Xeşeb ê gundewarê rojavayê Dêrazorê 2 kes ji aliyê komeke çekdar ve hatin kuştin.