SOHR: 413 kes di nav de jin û zarok li Sûriyeyê hatine kuştin
Li gorî daneyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ji destpêka salê ve di 379 tawanên kuştinê de 325 mêr, 56 jin û 32 zarok hatine kuştin. Heleb di rêza yekem de ye û malbatên qurbaniyan daxwaza pêkanîna dadmendiyê dikin.
Navenda Nûçeyan – Rewşa bêhiqûqiyê li gelek parêzgehên Sûriyeyê berdewam dike, ku bi zêdebûna tawanên tawankarî û kuştinan tê nîşandan. Kiryarên tundiyê yên dubare, wan metirsiyên mezin ên ku sivîl pê re rû bi rû ne radixin ber çavan û daxwazên ji bo zêdekirina ewlehiyê û cezakirina tawankaran gur dikin.
Ji destpêka salê ve Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê bi sedan tawanên ku bandor li jin û zarokan kirine û bûne sedema ziyanên canî di nav beşên cûrbecûr ên civakê, belge kirine. Cûdahiya di amarên navbera parêzgehan de, berfirehiya van bûyeran, şert û mercên wan ên cûda nîşan dide. Di heman demê de malbatên qurbaniyan li benda zelalkirina bûyeran û pêkanîna dadmendiyê ne.
413 kes di nav de jin û zarok hatine kuştin
Daneyên Çavdêriyê qada berfireh a çalakiyên tawankarî ji destpêka salê ve nîşan didin, ku tê de 379 tawan hatine tomarkirin û di encamê de 413 kes bûne qurbanî li seranserê welêt. Heleb bi 69 tawanan di rêza yekem de cih girt û li pey wê jî derdora Şamê û Dêrazorê hatin. Bûyerên mayî li Reqa, Idlib, Deraa, Hesekê, Humis, Lazqiyê, Hema, Şam, Suweyda, Tartûs û Quneytreyê belav bûn. Di nav qurbaniyan de 325 mêr, 56 jin û 32 zarok hene, rewşek ku nebûna ewlehiyê ya berdewam û metirsiyên zêde yên li pêşberî sivîlan nîşan dide.
Belavbûna tawanan li herêmê fikaran çêdike
Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê tekez kir ku ev dane berdewamiya bûyerên kuştin û tawanên giran li parêzgehên cûda nîşan didin. Cûdahiya berçav a di rêjeyên tawan û qurbaniyan de di navbera herêman de derbarê astên ewlehiyê, parastina sivîlan û hewldanên ji bo sînordarkirina belavbûna tawanan de fikaran çêdike.